Nûçe

PKK-Ê CAREK DIN DI DERHEQÊ IBRAHIM GÜÇLÜ DE BIRYARA KUSTINÊ DAYE…

Siyasetmedar, nivîskar û parêzerê welaparêz Ibrahim Güçlü îro li Amedê di civîneke çapemenîyê de ragêhand ku PKK dîsa kustina wî û gelek kesayetiyên kurd kiriye armanc. Çapemeniya kurdî û nûnerên partiyên siyasî di civînê de amade bûn. Kanalên Televîzyonên kurdî axaftina Güçlü zindî wesandin. Em metnê axaftina wî li vir pêkêsî xwendevanên xwe dikin:

PKK-Ê CAREK DIN DI DERHEQÊ MIN DE BIRYARA KUSTINÊ DAYE…

PKKê roja ku ji aliyê dewletê ve li hemberî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û kurdperweran û gelê me û Rêxistinên Kuristanê wek rêxistineke operasyonê ava bû (1975-76), bû tehdîteke mezin li Kurdistanê.

PKKê wek grubekê (UKO, Kürdistan Devrimcileri, Apocî) di destpêkê de, li hemberî kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê û berpirsiyarên Kurdistanê bû tehdîteke mezin. Ew tehdîta bi kûstina kurdperweran, berpirsiyar û serokê rêxistin û partiyên Kurdistanê jî xist jîyanê.

Li wir jî nesekinî, li gelek bajarên Kurdistanê (Sîwereg, Hîlvan. Nûseybîn û gelek deverên din yên Kurdistanê) di sala 1978-79-80yî de bi awayekî kîtlewî kurd kûstin û dan kûstin.

Ew xeterîya PKKê bes li Bakûrê Kurdistanê ne, li hemû besên Kurdistanê, li Ewrûpayê û li hemû welatên kurd lê dijîn belav bû. Di vê qonaxê de jî didome.

Encama ev siyaseta PKK-ê bi hezaran kurdperwer, pêsmerge, berpirsiyar û endamên partî û rêxistinên Kurdistanê sehîd bûn.

( I )

PKKê di derbarê kurdperweran, serok û berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê de biryara kûstinê wergirt.

PKKê di derheqê min de jî çend caran biryara kûstinê da. Cara yekemîn, vekirî di sala 1989an de biryara kûstina min û Kemal Bûrkay da. Ev biryara xwe jî dema ku Konferansa Nevneteweyî ya Kurd ya li Parîsê ji alîyê Enstutîya Kurd de hatibû li darxistindom dikir,bi belavokekê diyar kir. Ev biryara bû sedem ku li Ewrûpayê kurd terorîze bibin. Kurd ji bona ku xwe ji PKKê biparêzin bûn xwediyê çek.

Pistî ku PKKê biryara mirina min/me da, me li hemberî PKKê qempanyeke siyasî û fikrî mesand. PKKê bi bandor û bi mixalefeta raya gistî ya kurd û siyasetvanên Kurdistanê nikarî biryara xwe bixe jiyanê.

Biryara duyemîn: di sala 2006an de, dema ku ez berdevkê Komela Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOM) bûm, hat girtin. Wer tê zanîn ku wê demê PKKê lîsteke gelek fireh û qelebelix îlan kir. Di wê lîsteyê de biryara kûstina Min, Kemal Burkay, Umîd Firat, Mehmed Ûzûn, Orhan Mîroglu û gelek rewsenbîr û siyasetvanên din yên Kurdistanê dabû.

Wek tê zanîn gelek rewsenbîran xwe pasve kisandin, lê min li hemberî PKKê têkosîna fikrî û siyasî mesand. Li Meydana Diyarbekîrê, dema gotibûn ku emê tupên dogal gazê bi îbrahîm GUÇLU ve girê bidin û li pira deh derî biteqînin jî, min pasve gav neavêt.

( II )

Diyar e ku gor agahdarîyên li cem min in, ku ev agahdarîya fermî ye, PKKê careke din di derheqê min de biryara kûstinê daye.

Ew jî tê wateya ku PKKê, cara sêyemîn e ku di derheqê min de biryara kûstinê dide.

Gor agahdarîya fermî:

Li Enqereyê, ji bona PKKê operasyonek pêk hatîye. Di wê operasyonê de kesên hatine girtin, di lêpirsînê de axivîne û di hemandem de, belgeyek destnivîs jî li cem wan hatîye girtin.

Gor agahdarîyê dîyar e ku PKKê pistî qampanyaya me ya di derbarê kiryarên PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê mesand, hatîye girtin. Wek tê zanîn û di çapemenîya Basûrê Kurdistanê de jî gelek bi firehî cîh girt,em çûn Dewleta Federe ya Kurdistanê.Me wek heyetekê, li ser navê 400 rewsenbîr, siyasetmedar, hiqûqzane, aqedemîsyen, karmend, nivîskar û hunermendên kurd yên li hemû dinyayê bi Meclîs û Hikûmeta Kurdistyanê û Serokatîya Kurdistanê ve danûstandin kir. Diyar e ku vê yeka, di PKKê de hejandin çêkiriye, ku biryara kûstina min daye..

Gor agehdarîyê: Kesê min bikûje hatîye diyar kirin. Kesê min bisopîne û kesif bike jî hatîye tespît kirin.

Emnîyeta dewletê, ew kesan tespît kirine, lê ew kesan nehatine girtin.

( III )

Ez ji zaroktîya xwe de, di nav tevgera soresger, kurdperwer ya Kurdistanê de me. Min di jîyana xwe ya siyasî de,her dem di tevgera Kurdistanê û rêxistin û Partîyên Kurdistanê de, berpirsiyarîyên di sewîya bilind de girtin ser milê xwe. Di 56sal xebata min ya Doza Azadî û Serxewebûna Kurdistanê de,min pozê însanekî û kurdekî xwîn nekir. Tu wext kûstina kurdekî û însanekî nefikirîm.

Lê min xwe her dem di têkosîna neteweyî ya Kurdistanê de, wek qûrbanekî dozê dît. Loma jî min her dem felsefeya ku bila kes neyê kûstin, ez bêm kûstin parastîye. Lê ez bas dizanim û ceribandina Kurdistanê dîyar dike ku besek însan, dezgeh, partî, bikûstinê serkeftinê dixwazin.

Nûha ev biryara PKKê di derheqê min de wergirtiye jî dixwazim kudi vîjdana gelê me de bê mehkûm kirin. Pêsiya xirabiyê bê girtin.

Ez bi dirûstîya xwe, vekirîbûn, sefafbûn, demokratîkbûna xwe bawer im. Bi van hêjayîyan, ez dixwazim pêsîya xirabîyan bigrim, dixwazimdawîya van xirabîyan bînim.

Lê heger pêsî negrim jî, mirin li ser saran û li ser çavên min.

Ji alîyê din ve, dema ez têkosîna Neteweyî ya Kurdistanê ji çav derbas dikim, min zêde jî jîyan kirîye. Lewra gelek hevrêyên min/me jiyana xwe li sînoran, li hepisan, li zanîngehan di nav têkosîna pîroz de dan.

( IV )

PKK bi deh salan e ku xirabîyên mezin dike. Bes di nav xwe de, bi hezaran endam û berpirsîyarên xwe înfaz kir û kûst.

Ciwanên kurd û însanên dilsoz ku ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê besdarî PKKê bûne, divê êdî pêsîya van xirabîyan bigrin.

Em dizanin ku PKKê çend roj berê dîsa, li Dewleta Federe ya Kurdistanê pêsmergeyek kûst.

Di van rojên dawî de çend Êzîdîyan êskence kir.

Li Sengalê bi Hasdî Sabî re di nav tîfaqekê de ye. Gelek dever û gundên Kurdistanê dagîr kirîye. Ji gundîyan bac digre. Nahêle ku gundiyên Kurdistanê li gundên xwe çandinîyê bikin. Zarokên gundîyên Basûrê Kurdistanê direvîne, dikûje û dide kûstin..

Heger xirabiyên PKKê, bi tevayî binivîsînim; bi hezaran rûpelan dadigre.

( V )

Ez dibêjim ku bila welatê me Kurdistan û neteweya me kurd her bijî.

Kurdistan û neteweya me, ji xeterîyan xelas bibe. Azad û serbixwe bibin.

Jiyana me mûwaqet e. Loma tirsa min ji mirin û kûstinê tune ye.

PKKê wek hêzeke otorîter û fasîst dixwaze ku tirsê dinav gelê me û rewsenbîran de firehtir bike ku ew dengên xwe bibirin. Heta nûha jî di ev siyaseta xwe serkeftî bû.

Divê kurdperwer û xebatkarên Doza Kurd û Kurdistanê û demokrasî û mirovatî û maf-azadîyan îzin nedin vê yekê.

Tirs û pasve gav avêtin ji bona me mirine.

Divê em bi destê xwe xwe nekûjin.

Bawerîya xwe bi xwe, bi fikrên xwe yên rohnî, bi Kurd û Kurdistanê, bi neteweya me bînin.

Rohnî û dirustî û vekirîbûn û sefafî dê zora tarîtîyê bibe.

Ew hêza/hêzên dixwaze min/me bikûjin, hêzên tarî ne û di tarîtîyê de dijîn. Gunehê min bi wan tê û dilê min bi wan disewite. Hêvîdar im ku ew ji tarîtîyê derkevin roniyê!

Diyarbekîr,02. 04. 2021

Dengê Kurdistan

Back to top button