Nûçe

Profesor Zera Ûsif koça dawî kir

Lêkolînera navdar Prof. Zera Ûsif (Zera Elî Yûsûpova) roja sisê sibatê 2022an de çû dilovaniya xwe.

Prof. Zera Ûsif di 16ê çileya pêsîn a sala 1934an de li bajarê Tiblîsê di nav malbateke kurd-êzdî da ji dayîk bûye.

Wê pistî xwendina xwe ya seretayî, di sala 1953an de dibistana navîn li bajarê Tibilîsîyê bi serkeftineke bilind xilas kiriye.

Keça kurd Zera Ûsif di sala 1958an Fakulteya Rohilatzanîyê ya Zanîngeha Lênîngradê ya Dewletê (besê zimanzanîya Îranî) temam kir. Wê di nav lêkolîner û zanyarên eyan yên rohilatzan de cihê xwe girt û bala xwe da ser zimanê kurdî û zaravayên wê. Wê li cem prof. Qanatê Kurdo û zanyarên rohilatnas yên ûris û ermenî xebatên xwe yên zanistî pêsda bir.

Zera Ûsif profêsora Besa Lênîngradê ya Zanîngeha Dewletê, mamostaya zimanê kurdî bû. Wê serwêriya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî û Besa Lênîngradê ya Zanîngeha Dewletê kirîye.

Ewê zêdeyî 70 berhemên zanyarî dane çapkirin ku di nav wan da lêkolînên wê yên sereke wek: Zaravên zimanê kurdî yên kêm lêkolînkirî (li gor çavkanîyên nivîskî û tekstên folklorê) û çapkirina klasîkên wêjeyî ne.

Dengê Kurdistan

Back to top button