PSK; ‘PKKê divê ligel hevalên xwe yên berê jî as bibe’

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK li ser êrîsa PKKê bo ser PWDê daxuyaniyek belav kir û bang ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd û hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku li dijî êrîsa dawî a PKKê dengê xwe bilind bikin.
Daxuyaniya Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSKê weha ye;
‘PKKê divê ligel hevalên xwe ya berê jî as bibe’
Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD bi daxuyaniyeke diyar kir ku PKK xwestiye li dijî wan qetlîameke pêkbîne û got; ‘Di 23ê Tebax a 2013’an de ji aliyê 3 kesan ve li dijî endamên PWDê ku li bajaroka Koyê dijîn, êrîsek pêk hatiye û di pevçûnê de ji wan sê kesan kesek bi birîndarî hatiye girtin. ( ) Ew kesê ku hatiye girtin, lêpirsîna wî di asayîsa Koyê de berdewam e. Pistî pevçûnê çend telefon û belgeyan û kamerayekî casûsî ku him vîdyo him jî foto diksîne hatiye bidestxistin. Pêyvendiya hiqûqî û dadî a vê bûyerê bi berpirsiyarên Herêma Kurdistanê ve ye.’
Ev cara yekem nîne ku PKKê li Herêma Kurdistanê êrîsa hevalên xwe yên berê dike. Berê jî kesên ku ji PKKê cudabûbûn wek ji xelkê Rojhilata Kurdistanê Suphan Rojhilat, xelkê Rojavayê Kemal Sahîn (Kemalê Sor) û xelkên Bakurê Kurdistanê Kanî Yilmaz û Sabrî Torî ji aliyê PKKê ve hatine kustin. Dîroka PKKê bi wan bûyerên ne paqij ve tijê ye kes û rêxistinên ku PKKê rexne dikin an xeletiyên wê dibêjin dikevine ber êrîs û heqaret û kustina wê.
PKK veto daniye ser PWD û naxwaze PWD besdarê KNK û amadekarî û giftugo ji bona KNK berdewam e. Êrîsa dawî ya PKK jî di zirufeka usa da, pirsiyara hanê tê pês, ku gelo PKK di warê KNK da samîmî ye an na?
Divê, di serî de Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd, hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî êrîsa dawî a PKKê dengê xwe bilind bikin.
Serwerî li ser Hikumeta Herêma Kurdistanê ferz dike, ku wan kesan bipareze, ku ji PKKê cudabûne û li Herêma Kurdistanê nîsteci ne û ev êrîsa dawiya PKK bo ser PWD lêkolin bike, êrîskaran ji raya gistî re askere bike.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê ev êrîsa dawiya PKK mehkûm dike û bang ji PKKê dike ku, çawa bi Komara Tirkiyê re pêvajoyeke astiyê birêvedibe, bi hevalên xwe yên berê re jî astî pêkbîne, êdî êrîsê wan neke û berpirsên bûyera dawî askere bike.
PSKê daxwaz ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd dike ku vetoya besdarbûna PWDê bê rakirin. PSKê herwisa daxwaz dike ku heram kirina birakujî û çareser kirina pirsgirêkan di nava rêxistinên Kurd de bi rêka giftugo wê bibe xaleka serekî di Kongreya Neteweyî a Kurd de.
Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK
Dengê Kurdistan