PSK: Divê pêsiya ajavegeriyê bê girtin

Di van rojên dawiyê de hinek bûyer qewîmine, ku dibine metîrsiyek li ser proseyê, ku bi diyaloga MIT-Ocalanê ve destpêkiriye. Yek ji van bûyeran ev e, ku çend roj berê, li Cizîrê hinek kes, ku xwe wekî Hêzên Asayisa KCK’ nasandine, li ser kolanan seytere danine nasnameya xelkê pirsine.
Bûyereka dinê jî bûyerên Licî ye. Li Licî, serbaz li ser gel, ku zêde kirina qereqolan protesto dikirin, gule barandin û kesek kust û bêtirî 10 kes jî birindar kirin.
Meriv nikare ew herdu bûyer û pevçûnên Qmislo û Amudê, ku di van rojên dawiyê da di Kurdistana Rojava da qewîmine ji hev cuda bike. Usa xuya ye, yên ku nexwazin li Kurdistana Bakurê ser bisekine û rews asayî be, ketine liv û bizavê.
Bi gor bîr û baweriya me bûyerên, ku li Cizîrê û Liciyê rûdane, besek in ji bernameya mezin, ku ji bona pêsî lê girtina proseya nehistine ser. Ji bona vê yêkê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, banga bîrûrayê gistî û herdu teref dike, ku derheqa ajaveyên hanê hîsyar bin.
Serokwezîre Tirkiyê çend roj e pesna hêzên ewlekariyê, ku bi siweyê hovane êrîsê xwepesander û xelk kirine, dike, wan wekî gernas dinasine. Gotin û halwesta hanê ya Erdoxan dibite sedema hendê, ku li Licî serbaz li ser xelk gule bibarine. Gule barandina serbazan bi henceta hinek xort molotof û kevîr avêtine, ne tenê ajavegerî ye, her usa nisan dide, ku guhartineka bingehîn di halwesta dewleta dagirker ya derbareyê gelê Kurd da çênebûye.
Berpirsê bûyerên Licî û kustî û birîndaran gotin û helwest hanê ya Erdoxan e. PSK gulebarandin serbazan bi tundî mehkum dike û ji hikumeta AK Partî dixwaze herçi zutir kiryarên bûyerên Licî eskere bike û bide dadigehê.
Yên, ku li Cizîrî rûdaye, giring e û meriv nikare bêje, ku karê me nine, karê hinek xort û zarokan e.’ Bûyerê Cizîrî nisana bûyerên pêseroje, ku eger halwesteka micîd neyê girtinê, dibe ku biqewmin. Ji ber vê yekê divê PKK halwest xwe ya derbareyê TAK (Teyrbazên Azadiya Kurdistan) û çalakiya wê dubare neke û li ser vê pirsê micîd be, daku bûyêrên hanê dubare nebin. Her usa PKK divê çavderiya xalkê, ku dixe liv û tevgerê, bike, pêsiya ajvegeriyê bigre û xwe bûyerên, ku metirsiya ajavegeriye li ser e, dur bêxe.
Em bas dizanin, ku encama têkçûna proseya nehistina ser ji bona herdu gel wê gelek giran be. Ji bona vê yekê jî PSK ji aliyan û hêzên demokrat û asitîxwaz daxwaz dike, ku hestyar bin, pêsiya ajavegeriyê bigrin.
28 Xezîran 2013
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Dengê Kurdistan