Nûçe

PSK serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê kir

Sandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK bi serokatiya Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê kirin.

Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya PSKê ku ji Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, Nunerê PSKê yê Hewlêrê Ararat Jînwar ve pêkhatibû, ji aliyê Sekreterê Gistî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Sakîr, Endamê Komîteya Navendî Mihemed Sêxanî û Berpirsê Pêwendiyan Kak Hewta ve hatin pêswazîkirin.

Di hevdîtinê de behs ji bûyer û pêshateyên Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistan hat kirin. Di rews û zirûfên heyî de rola dewletên herêmê bi taybetî ya Tirkiyeyê û karîgeriya wan li ser meseleyên navçê hatin nirxandin.

Derbarê girêdana Kongreya Neteweyî a Iraqê jî; ku di rojevê de ye ji bo çareseriya kêseyên navxweyî ya Iraqê bi girîngî wesif kirin. Lê belê ji bona ku Kongre serkeftî û çarenûsaz be, divê amadekariyek bas bo bête kirin. Bê amadekariyek birêkûpêk çi encamên bas ji kongreyê dernakevin.

Di hevdîtinê de herweha cext li ser girîngiya yekîtiyek di nava hêzên Bakurê Kurdistanê de hat kirin. Rola yekîtiyê di bidestveanîna maf û azadiyan bi girîngî hate wesifkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button