Nûçe

PSK: Xebat bi siweyê guncav bo nirxên serdemî bo serketinê pêwîst e

Heyamek berê Komîta Navendî a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK civiya, giftugo li ser bûyer û pêshatiyên navçe, Tirkiyê û Kurdistanê kir û biryar da ku, belavoka jêrî bo bîrûrayê gistî were pêskes kirinê.

Herêma Rojhilata Navîn herêmeka aloz û bê îstîqrar e. Di vê herêmê da balansa siyasî zu tê guhartinê. Di herêmeka usa de, xebata rizgariya netewî ya gelê Kurd, ku bi gelek astengan ve rû bi rû ye, ber bi pês diçe. Hêza herî mezin a gelê Kurd di vê xebata sext û dijwar da, rewa bûna doza wî ye. Lê belê rewa bûna dozê ji bona serketinê ne bes e. Ligel vê pêwîst e naveroka serdemê bas bê xwendinê, ji bona nirxên serdemê bi siweyê guncav xebat were kirinê.

PSK, ku li ser çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û bi siweyê asitî pêgir e, dubare banga hêzên nistîmanperwerên Kurdistana Bakur dike, ku bona azadî, asitî û demokrasiyê destê xwe bidine hevdu.

Pêvajoyê, ku bi diyaloga MIT û Îmralî ve destpê kiriye, berdewam e. Lê belê pêvajoya hanê bi pirsgirêkan ve rû be rû dibe û carna jî dixitime. Serketina pêvajoya hanê bi himlî giredayiya halwesta hikumêta AK Partî ye. Hikumeta AK Partî ji bona ku pêvajo pêsda herê û serkeve, divê gavên, ku rêka çareser kirina pirsa kurdî xwes dikin û dibine sedema bi hêz bûna demokrasiyê, bavêje. Ji bona vê yêkê PSK, bi dirusma ‘ne bes e zêdetîr pêwîst e’ ve, pêswaziya peketa dawî ya hikumeta AK Partî kir.

PSK, banga hikumeta AK Partî dike, ku di pêvajoya hanê da pêgir û wêrek be. PSK her usa banga PKK dike, ku dev jê zimanê gef xwarinê û halwestan berde, ku dibine sedema qirjiyê û metirsî li ser pêvajoyê.

Yêk ji xeterên li ser pêvajoyê ajavegeriyê ye, ku li Geverê qewimî. PSK banga hikumeta AK Partî dike û jê dixwaze, ku berpirsên ajavegeriya Geverê eskere bike û bide dadigehê. PSK banga hemu hêzên welatparêz bi taybetî banga PKK dike, ku derheqa ajavegeriyê da hestyar bin, daxwazên xwe bi siweyê asitiyane pêskes bikin, ne bi rêka tund û tijiyê.

Serokê PKK Ocalan nameyek ji bo Mam Celal Talabanî û Kak Mesud Barzanî nivisî bû û ji wan xwasti bû, ku di warê asitiyê da hewl bidin. Her usa gerillayan bi gor pêvajoyê diçine Kurdistana Basur. Ev yêka hanê dibine sedema hanê, ku Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê bi rastexwe an ne bi restexwe bibine aliyek di pêvajoyê, ku bi diyaloga MIT û Îmrali destpê kiriye. Ji bona vê yekê, bi beravejiya gotina hinek kesan, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li Amedê, di xizmeta pêvajoyê da ye.

PSK halwest, heqeret û êrîsa derdorên PKK bo ser Barzanî ji bona serdana wî ya Amedê mehkum dike û ji berpirsên PKK daxwaz dike, ku di vê warê da hestyar bin, heval û hogirên xwe kontrol bikin, daku karên usa nekin, ku bibite sedema alozî di nava hêzên welatparêzan da.

Bi hêz bûna pêyvendiya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ne tenê berjewendiya herdu welat da ye, her usa alîkariya cigir bûna aramî û asitiyê li herêmê da dike. Ji ber vê yekê PSK hertim pistgiriya pêyvendiya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê kiriye. Bi gor bîr û baweriya me peymana neft û xazê, ku di nava Tirkiyê û Herêma Kurdistanê da hatiye îmze kirine, qonaxeka bilind e di warê peyvendiya herdu welat da. PSK banga herdu alî dike, ku pêyvendiya xwe di warê siyasî, civakî, aborî û çandiyê da pêsve bibin.

Li Suriyê him serê naxweyî û him jî hewla diplomatik ji bona asitî berdewam e. Konferansa Cenevre-2, ku jêra amadekariyê tê kirinê, derfeteka bas e bona asitiyê. Besdarbûna Kurdan bi heyetaka hevbes û daxwaza hevbes, wê alikariya azadiya de facto ya Kurdistana Basurê Rojavayê bike. Ji bona vê yêkê PSK banga hêzên welatparêzên Kurdistana Basurê Rojava dike, ku bi hevra besdariya konferansa Cenevre-2 bibin. PSK her usa pistgiriya destpêsxeriya Serokatiya Herêma kurdistanê dike, ku di vê warê da destpê kiriye.

PSK hertim pistgiriya azadiya Kurdistana Suriye kiriye, ku de facto pêkhatiye. PSK ji hêzên welatparêzên vê besê Kurdistanê dixwaze, ku bona ku azadiya hanê bigihije qonaxeka bilindtir destê xwe bidine hevdu.

PKK-PYD li Kurdistana Suriyê, bi zilm û têda pêsiya xebata rêxistinên din digre, endam û heval û hogirên wan digre, dikuje. Halwesta hanê ya PKK-PYD astengeka gelen mezin e li pêsiya hevkariya hêzên nistimanperwerên vê besê welatê me. PSK banga PKK-PYD dike, ku dev jê helwesta hanê berdin, pebendê Peymana Hewlêrê bin. PSK her usa pistgiriya destpêsxeriya Serokatiya Herêma Kurdistanê dike, ku dixwaze Encumena Netewiya ya Kurd li Suriyê-ENKS û Encumena Gelên Kurdistana Rojava-EGRK bîne bahev.

Hilbijartina Ruhanî bo postê Serokkomarî û vekirina deriyên projeya atomiya Îranê bo qontrola navnetewî û îmza kirina peymanek di vê warê da, rewsa Cumhuriya Îslamî di warê navnetewî da pîçek bas kiriye. Lê belê Cumhuriyeta Îranê mafê gelê Kurd nasnake û berdewam xortên Kurd û dijberê xwe darve dike. PSK dervekirina xortan ji aliyê karbidestên dewleta Îranê mehkum dike û ji wan dixwaze ku dev jê vê siyaseta ne mirovî berdin. PSK her usa banga bîrurayê navnetewî dike, ku beramber darvekirina xortan bê deng nebin, dengê xwe dijî vê karê kîrêt bilind bikin.

Komîta Navendî a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Kanuna 2013

Dengê Kurdistan

Back to top button