PSKê serdana Komala Soresgerên Zehmetkêsanî Kurdistana Îranê kir

Îro, sandeyek ji Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK serdana Nûnertiya Komala Soresgerên Zehmetkêsanî Kurdistana Îranê kir
Dengê Azad/Hewlêr
Sandeyek ji Nûnertiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê ya Hewlêrê ku bi Ararat Jînwar, Kovan Amedî û Azad Diyar pêkhatibû, îro serdana Nûnertiya Komala Soresgerên Zehmetkêsanî Kurdistana Îranê-KOMALA ya Hewlêrê kirin û ji aliyê Nûnerê KOMALA Zagros Husrewî, Endamê Komîta Navendî a KOMALA Ebdulla Azerbar û ligel endamên pêwendiya KOMALA ve bi germî hatin pêswazîkirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser rewsa dawî a Kurdistanê bi gistî û bitaybetî jî yê Rojhilata Kurdistanê hatiye guftugoh kirin. Sandeya KOMALA di hevdîtinê de li ser civîna dawî a 5 partiyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê jî agahî da sandeya PSKê û bîr û raya xwe ya ser opozîsyona Îranê ragihandin.
Êrîsên DAISê bo ser Herêma Kurdistan, encam û karîgeriyên wê jî mijarek dî ya hevdîtinê bû.
Çûna hêzên Pêsmerge yê Rojhilata Kurdistanê bo eniya ser jî yek ji wan mijarên hevdîtinê bû û sandeya KOMALA behsa çûyîna hêzên Pêsmergeyên xwe bo eniya ser kirin û amaje pê kirin ku çûyîna Pêsmergeyên wan bo eniya ser bi daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û her dîsa bi daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê ji eniya ser vegeriyane.
Di hevdîtinê de sandeya PSKê jî li ser rewsa dawî a Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê agahiyek berfireh dan û herwisa li ser encama kongreya 10 û biryara kongreya PSKê ku têde xebata legal wergirtiye pêsiya xwe zanyarî dan.
Hevdîtinê ku bi qasî 2 seet dom kir, behsa pirsgirêk û xebatên siyasî a Kurdên ku li Ewrûpayê ne, hate kirin.
Dengê Kurdistan