Qaçaxê Mirad – 100
Îsal 100 salya helbestvanê Kurdê Sovêtê yê eyan, dewtgirtiyê berpirsyarê rojnema RIYA TEZE yî berê, emekdarekî edebyetêyî hêja Qaçaxê Mirad temam bû.
Qaçaxê Mirad wek helbestvan-nivîskarekî eyan navekî naskirî û hizkirye li nava Kurdên Sovêtstana berê da. Ew sala 1914 a li gunde Tendûrekê, navça Sînekê, Qersê, maleke Kurdên Êzdî da dayka xwera bûye. Wan sala ewlekarya wê heremê li hev dikeve, hal aloz dibe, dîsa ewrên res esmanên Kurdên Êzdî digrin. Serê Tirka-Ermenya, herêmê da betalbûna desthilatdarya rûsa, dutîretya li nav kurdan bi xwe da xelkê dikine di nav tirs û xofê. Roma res ra menî û mecal çê dibin dakutine wê deverê û zulma xwe dîsa pêk bînin Mala Sewêsê bavê wî ji tevî hemû Êzdiyên herêmê, sala 1918 ji ber zulma leskerên Roma res, gund, cî-warê xwe dihêlin direvine Ermenistana îroyîn. Wê demê Ermenistanê da jî hal pirr xirab bûbû, her cîya nexwesî, xelayî, serr, dew, tevlihevî û bêqanûnî bû. Ji her dera Ermenî û Kurdên Êzdî ku bi teherekî ji gênosîdê, komkujyê xilaz bûbûn, mal-halê xwe hîstibûn, tezî-birçî, xwe avîtibûn wur. Wura jî tu qewlê îyanê ne mabûn. Malbeta wan jî, ku bikaribe xwe ji wê zulmê xilazke, û heyîtya xwe xweyîke, mecûr bar dikin diçîne Gurcistanê. Nîvîskar bi keser tim gilî dikir: Bavê min jî wan tengasyan û giranî jîyanê teyax nekir û çû remetê. Giranî kete li ser milê birayê minî mezin ‘Osê. Çi destê min dihat min jî alî wî dikir ’ Ew gundê ku ew lê hêwîrî bûn gundê Rûsa bû. Vira jî Qaçaxê biçûk him alî birayê xwe dike û him jî dicê mektebê. Hînî zimanê rûsî dibe. Gerekê bê gotin ku wî gelekî rînd zimanê rûsî zanibû û li nav rewsenbîrên meyî wê demê da ew yek ji zaneyê edebyet û kûlltûra rûsa bû.
Dema mala wan derbazî bajarê Tilbîsê dibe, ew dikeve dibistana kurdî. Ew dibistan, bi navçîtya Lazo (Hakob Xazaryan) wî bajarî da hatibû vekirin. Vira jî di dilê zaroka zîrek da, tovê hestên kurdayetyê, weletparêzyê û karkirna ji bo gelê Kurd tên çandin.
Ji pey ra, li bajatê Tilbîsê ew dibistana rûsî jî xilaz dike û diçe bajarê Yêrêvanê xwendinxana kurdî ya dersdarhazirkirnêye nû vekirîda dixwûne. Xortê merîfet ji wura jî dikeve înstîtûta pêdagogyê, ya rûsîye dusale. Wê înstîtûtê sala 1937a bi serkeftin xilaz dike û wî disînine dibistaneke bajarê Lênînakanê (niha Gumurî) wek mamostaye ziman û edebyeta rûsî.
Sala 1939 a wî dibine leskerya weletê Sovêtê. Dest bi herba Cihanêye duda dibe. Ordya Hîtlêr dadikute weletê Sovêtê. Qaçaxê lesker wê herbê da bi efatî serr dike, çend cara birîndar dibe, lê ji pey qencbûna birîna ra dîsa vedigere meydana sêrr. Ji bo mêranî û efatyê ew hêjayî gelek mêdal û du ordênên Steyrka Sor dibe. Herb bi altindarya welatê Sovetê dewî dibe. Ew, ji pey sêrr ra jî, devedevî 14-15 sala, li nava ordya Sovêtê da qulix dike û digihîje dereca kapîtabyê.
Qulixkirna leskeryê, salên herbê, raste, hukumê xwe li ser xeysetê wî hîstibûn, jêra hiskayî hebû, lê kê ew nêzîkva nas dikir, rind zanibû ku ew hiskayî tek rûva dihat texmînkirin. Li bin wê hiskayê da dilekî helbestvanyêyî nazikî rem hebû, tije germayî, dilovanî, merivhizî, lîrîka û agirê efrandaryê.
Derheqa salên sêr yê Qaçaxê Mirad da nivîskarê meyî hêja Emerîkê Sedar, pirtûka bîranînên xwe MIKURÎ da êpîzodên jîyana wîye hewaskar ji bîr tîne. Ev êpîzod xwendevanên mera tarî bûn, ji bo dema Sovêtê qedexe bû derheqa hinek bûyarada bihata axavtin. Gelek tist qedexe bûn.
Dewya salêd 40 î despêka salêd 50 î / yanê dema sêr, E.B./ okrûga Piskavkazêye eskerî da parek hebû, ku pirsa kurdava mijûl dibû. Serkarê wê parê pêsiyê Wezîrê Nadirî bû, pasî mirina wî Olêg Vîlçêvskî bû serkarê parê. Wê parê da Qaçaxê Mirad, Morof Mamêdov, Edoyê Cango, G.Akopov û yêd mayîn dixebitîn. Û dokûmênt hazir dikirin bona qumandariya eskerîê. Ewê parê çend sala kar kir. Qaçaxê Mirad xwexa min ra gotiye, gava wê parê da dixebitî resê /kopiyê/ gelek dokûmêntên ferz, ku derheqa pirsa kurda da bûne, aniye mala xwe. Çawa mirovekî dilsax, ew derheqa wê yekê da bineliyê Tilbîsê B. ra dibêje. Carekê wextê, navbera wî û Qaçax da bona pirsekê hucet pêjda tê, B. hiltîne ha Qaçax ra dibêje: Te bîr kirye, mala teda çi dokûmênt têne xweyîkirinê? Lê wextê organên hemcab vê yekê bihesin, wê halê teyê çawabe?’
Zivisran bûye. Wextê Qaçax, vedigere te malê. Ber sobê rûdinê, êvarê hetanî sibê wan dokûmênta giskî disewitîne, tistekî nahêle’.
A, rûyê mixenetiya mirovekî da çi ziyan gihîste dîroka me, Qaçax bi dilê keder digot,- piraniya wan dokûmênta derheqa Komara Mêhababadê û hatina koma Mistefa Barzanî bûn li Sovêtê’. (E. Serdar, MUKURÎ, rû 64; Yêrêvan, 2014)
***
Hê ji dema xwendkaryê da min helbest dinivîsîn, efrandinên nivîskarên Rûs ji zimanê rûsî werdigerand kurdî,- wî ji bir tanî.’ Helbesta wîye ewlin sala 1935 di rojnema RYA TEZE da tê wesendin. Sala 1937 a bi wegera wî kurteçîroka nivîskarê Rus ê mezin Lêv Tolistoy Dîlê Kavkazê’ bi pirtûkekê li Yêrêvanê tê wesendin. Pasê helbestên wî berevokên nivîskarên Kurdên Sovêtê yên salên 1948; 1954, 1957 û nivîskarên Kurde komara Ermenistana Sovêtê ya sala 1961 ê da cî digrin.
Ji pey mirina Stalîn ra ocaxên Kurdên Sovêtê yên kûltûrî, perwerdeyî, rewsenbîrî li Ermenistanê dîsa vedibin. Qaçaxê Mirad jî vedigere Yêrêvanê û dikeve nav karê xweyî hizkirî. Berê para axaftinên kurdî ya radyoya Yêrevanê da wek cîgirê serokê parê dixebite, du sal peyra ji sala 1960 î derbazî rêdaksya rojnema RYA TEZE dibe, berê wek katibê cawdar, pasê wek cîgitê berpirsyar heta dewya jîyana xwe dixebite.
Dest bi jîyana wî ya efrandaryêye aktîv dibe.
Ew tim motacê xwendin û zanebûnê bû. Temenê xweyî êdî mezin da, ew tevî xebatê, bi cûrê xwendina dûreke dikeve zanîngeha Yêrêvanê ya pêtagogyê û pêncîdu salya xweda bi ser ketin sedenema xwendina bilind distîne.
Car berevokên wîye xwexatyê bi zimanê kurdî hatine wesendin: Sewq’- 1959; Gulperî’-1963; Bahara Teze’-1966 û Gava çara’
Naveroka berhemên helbestvan pircûre û pirserecemin: mêrxwesya leskerên Sor di serê dijî zevtkarên Almanya fasîstyê da, dostanî û biratya miletan, pêsvaçûyîna kurdên weletê Sovêtê, serkarya gelê kurd yê azadaryê, tebyet, evîndarî, rexnekirina edetên miletyê, yên kevne bêkêr û hvd
Helbestvan meydana sêrr ra derbas bûbû. Zulm û wêranyên wê xezebê bi çavê xwe dîtibû. Di wê herba malwêran da, di nav cêrgên leskerên sovêtê da, bi hezaran ewledê gelê kurd jî bi mêranî serr kiribûn. Ji bo azaya welêt piranya wan serê xwe dabûn, bi xûna wan jî altidarî û edlayî hatibû welêt. Hinek jî bi mêranî û serketî, bi ordên û mêdalê efatyê û mêrxwesyê vegerya bûn. Helbestvan bi hostatî û kubarî, di nav helbest û destanên xwe da, mêranya wan nitirandiye. Di vî werî da barkêsin berhemên wîye derheqa Teyarê lesker û mêrxwesê weletê Sovêtê Semendê Elî Syabendov da.
Helbestên Meyane’, Jinê welatê Sovêtêra’, Gundê mera’, Dewra Kosmîkyê’, Steyrka min’, Ermenistanêra’, Hezar dilî’ u gelek helbest û destanên den da helbestvan wan guhertinên pêsdaçûyînê dide kivsê ku emrê Kurdên wî weletî da çê bûbûn, gund sên bûbûn, kurd jî wek neferê maleke xwes li nav welatê Sovêtê da bê minet dijîtin, dergê dewletê, xwendinê, pêsvaçûyînê li ber wan vekirî bûn. Halê jina kurd jî bi carekêva hatibû guhestin, ew êdî xwendîbû, ji bindestî û koletya dewrana hatibû rizgarkirin.
Helbestvan pir ji jîyanê hiz dikir, merivhiz, hevalhiz, edlayî hiz bû, bi çevê xwe zulm, qetl û malwêranya sêrr dîtibû, nedixwest car din ew merivkujya xezeb biwekile. Helbesta xwe ya bi navê Kilama Edlayê’da wa dinivîse:
Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye,
Milê xwe bide milê min, hogiro, qam-qamê meye,
Ezî kurdim, tu înglîzî, yanê hindî, erebî zeng,
Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye.
Em nehêlin, wekî xûnxur carke dinê ceng têkin kar,
Carke dinê xûn birije û wêranbin gund û bajar,
Carke dinê dê bigrîn, domam girêdin xêlya res,
Mirin belabe nav dinê dest merivê sewdafes..
Têma Kurd û Kurdistanê, serkaya gelê Kurd ya azadaryê, xazma serhildana Kurden Basûr bi seroketya Barzanye Mezin di nava berhemêên wî da cîyê here layîq digrin. Destanên Gelyê Elî Begê’, Desta Barzanê’ û yên din da ew mêrxasî û weletparêzya kurda dijî neyarên wane dewranaye hov nîsan dide, xwesbîne ku serkarya xweye heqyê da gelê wîyê bigihîje azadya xwe.
Di helbestên xwe yên pêkenok da, bi xebera bedewetyêye tûj û hostatî edetên kevne bêkêr, xeysetên evdaye nerind rexne dike. Helbesteke usaye pir hêja ye Qelen’:
Hey qelen, qelen, ûrt li te biqele-
Çi li miletê kurd bûyî tesqele
Çiqas qîzêd can, çi xortên telyan-
Miraz çev da man, tu bayîsê wan.
Pêkenoka Dîkê Gupirç’ da bi mesela dîk û mirîskan helbestvan qerf û rexnan wan zilaman dike ku barê xwe didine pista jinê û xwe jî wek dîka qure rex dikevin û jîyanê da tev dimesin. Newekehevyên navbera zilam û jinê li nav Kurda da nexwesîke girane. Mêr xwera serm hesab dike alî jinê bike, karê wê yê giran hevkî sivikke. Di vî janrî da helbestvan serketîye .
Hebû dîkekî guhpirç,
Hêt qalimin, nolî hirç,
Ew hêdîka çû malê,
Mirîsk derxist pûngalê.
Anî têra xwe rengîn
Li jinê kir qesengî,
Wekî meriv binhêre
Belê, ew dîk çi mêre.
U ber germa biharê
Berê xwe dan bazarê.
.
***
Sed heyf, weke dîkê wa
Rastî me tên nav mêra,
Diçin pey vê qeletê,
Jinê didin xebatê.
Xwe jî dikin fîke-fîk,
Nolî vî mîratê dîk.
Qaçaxê Mirad gelek nimûnên zargotina meye gelêrî bi cûrê xwe veçê kirine, kirine destan. Ji wana ne çîrokên Gulperî’, Mîrze Mehmûd’, Qedrê Nêçîrvan’, Dîwana Kulîlka’, Gûrganî Zindanî’ û yên mayîn. Destana wî ya Mîrze Mehmûd bi wergera zimanê gurckî sala 1959 a li bajarê Tilbîsê hatye wesendin. Ev destana usa jî di Radya Yêrêvanê, para axaftinên kurdîda kirine radyokompozîsya û niha jî di nava xizna dengnivîsa radyoyêda tê xweyîkirin.
Tevî Mîroyê Esed kitêba dersa Lîtêratûra wetenyê, ji bo dersxanên 7-8a hazir kirye. Telebên dibistanên gundên kurdan bi wê kitêbê fêrî edebyeta gelên welatê sovêtê, klasîkên edebyeta Kurdî û edebyta Kurdên Ermenistanê dibûn.
Berhemên Qaçaxê Mirad bi rûsî gurckî hatine wergerandin, bi wergera wî jî ji rûsî efrandinên A. Pûskîn, M.Lêrmontov, L.Tolstoy, N.Nêkrasov, T Sêvçênko, M.Gorkî, B.Mayakovskî û soresvan-helbestvanê eslê xweva Kurd Fêrîk Polatbêkov bûne hebûna xwendevanên Kurd.
Qaçaxê Mirad endemê Yekîtya Nivîskar û Yekîtya Rojnemevanên welatê sovêtê bû. Sala 1973-74 a dersên edebyeta Kurda ya kilasîk dida xwendevanên para Kurdzanyê ya Fakûltêta Rohilatzanyê di Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da.
Helbestvanê hêja,meha çileyê pêsin, sala 1979 a temenê 65 salyê da wefet bû. Wê demê ji bo bîranîna wî ev gotara mine biçûk bi sernivîsa Karkirê Lîtêratûra me’ hejmara rojnema RYA TEZE (08.12. 1979) da nesir bû.
Dengê mirinê, dibêjin, dengekî zîz e, zû bela dibe. Caba nebixêr dengê mirina Qaçaxê Mirad jî anî. Na, bawarya min nayê, ku sayîrê meyî hizkirî îdî tune. Îdî rêdaksya RYA TEZE da emê rastî wî neyên. Cab e dilsewat e, giran e
Tebyet ya xwe dike. Miraz û mikana nanihêre. Çendekî pêsda efrandinêd xweye nazik mera dixwend, derheqa sûxulên xweye nîvcî û pilanêd axryêda gilî dikir. Dilezand romana xwe xilaz kira, xebatêd xweye lîtêratûrzanyêye nîvcî raberî xwendevana bikira, tercmê teze bikira, sêrê teze binivîsya. Lê heyf, mirina bêwa niqitka kutasyê danî. Û ew emrê bedewî helal, ew emrê bi hilketin-daketin, bi hewas, çetinayî, xebat û xwîdan kuta bû.
Mekteba emre mezin derbas bûbû. Gelek ziman zanibûn.Zanê lîtêratûra hemdinyayê îlahî ya ûrisa bû. Derheqa lîtêratûra meye kilasikda bona me cahila (gênca) gilî dikir. Em jî hîn dibûn û ji kubra wî têr nedibûn. Xeyset, erf-edet, rabûn-rûnistandin, zargotina cimetê bi sîrê dê ra ketibû nava ruhê wî. Bona wê yekê jî çi diefirand esl kurdî bû, cimetî. Xweye kûltûra bilind bû, komûnîstekî erhede, merivekî helal, hevalekî qenc.
Sayîrê meyî hizkirî bû. Hela salê mektebêda min sêra wîye Kilama edlayê’ ezberî zanibû û heta naha jî bîra min naçe. Lê pasê, wextê min nêzîkva ew nas kir û em bûne hevalê qelemê, min dît, wekî ew pêsewitîkî çawane, çawa (derheqa) her pirseke terîq, lîtêratûra, kûltûra cimeta xwe ne ku tenê difikirî, lê bi saya xebat û xudanê lûma (emek) xweye layîq dikire nava wan.
Ser textê minin efrandinên wîye salê basqe-basqe nesirbûy.-berevoka nivîskarên kurdê sovêtê, berevoka sêrêd wî, kitêbêd dersa, tercima. Her cîya teqil û kêlma wîye xwexatyê, kûltûra nivîskaryêye bilind, zanebûn û fîlîsofya emire kûr.
Emekê Qaçaxê Mirad gelek mezine bona pêsdaçûyîna lîtêratûra me, îlahî di dereca poêzyayêda. Ewî bi ruhê cimetê efirand, bi teqla kilamêd me û saya wê yekê nava sayîrêd kurde wedê xweda li ser dereceke bilind sekinî. Qaçaxê Mirad hela dikaribû xwendevanêd xwe bi gelek gul û nûrêd bedewva bida sakirnê. Lê mirinê ya xwe kir.
Ew bi fîzîkî ji me dûr ket, lê bi wê mîrata dewlemende ji pey xwe hîstî, bi efrandinên xweva wê hertim cimetêrabe.
Ewî, bi xwe usa wededa rind gotye:
Ez dipirsim, gelo pey xwe
Ewî hîstye navekî çê,
Emelê qenc, zuret û çar,
Yanê bê par ew çû ji dinê?
Got: Sikir, warê wî sîne,
Ew xweyî syanet-navdengane,
Jê dibarî emelê çê.
-Ê, got, qurba, ber xwe nekev,
Sîn xirabe ser mêrê çê,
Kê pey xwe hîst zuret û nav
Lap namire li vê dinê
Belê Qaçaxê Mirade miqîm bijî dilê cimeta xweda.
Eskerê BOYÎK
Sayîr
RYA TEZE, 8. XII. 1979′
Eskerê Boyik