Nûçe

Qampa Zivistanê ya KOMCIWANê

Komciwan qampa xwe ya zivistanê di nav rojên 25.12.2015- û 30.12.2015 da li Almanya bajarê Eschwege da pêkani. Ji Almanya û swisre 50 zêdetir ciwan besdarê qampê bun.

Sewa yekemin ciwanan jî bo kû hevdu nas bikin sahiyêki bicuk û leyistikeki li darxistin. bihevre lîstin. Pistê lîstikê Komciwan Hamburg bi diyariyeki hat xelat kirin.

Roja 26 ê mehê da Ethem ÇOBAN li ser ekaliyetên tirkiye yê agahî û semînerek pêskes kir..Pistê nivro workshop destpekir. Her kesekî li gorê xwestika xwe di workshop e kî da cih girt. Workshop 3 roj pistê nivro ya berdewam kir.

Erik MALCHOW li ser filmên animasyon workshopekî çekir û agahdarî da komciwanîya û filmêk animasyon çekir li ser penaberan.

Melanie Irmey li ser sano yê workshopekî çekir û sanoye ki li ser revîtîya penaberan lîstin.

Workshop a sêyemin li ser salsa bu û wî workshopê jî Inga LERCH çekir.

Roja 27.30 da Mehmet GÜLTEKIN ku niviskarê BASNEWS ê ye li ser literaturê kurdi û kurdolojîyê semînerek da.

Roja 28.12 Adir Jan Tekîn ku berê endamê Komciwan bu li ser tekîliya ciwanan û malbatê wan, her usa derbarê pirsgirekên ciwanan da gotareki pêskes kir.

Li qampê mêvanên Komciwan jî hebûn: Serokê Komkar Almanya Rohat GERAN û Serokê Komeleya Parêzerên Alman û Kurd Kahraman EVSEN hatin, serdana me kirin, di axaftinên xwe de gîringî ya xebata dervayê welat anin ziman.

Roja 28 ê mehêde her usan ciwanan ji bo qatliama Roboskî bîranînek li darxistin û li ser buyerên dawî yê li Bakurê Kurdistanê niqas kirin.

Roja dawî Miriam HÖPPNER û Alexander KUSCHEL ji planpolîtîk hatin û ciwanan ra hin lîstikên polîtîkî lîstin. Sewa dawî projeyan workshopên hatin nisandan. Pasê ciwanan dîlan girt û bi hevra sabun. Komciwanîyan ji qampê pir kefxwes bun. Çalakîyên qampê bi serkeftî derbas bû

Dengê Kurdistan

Back to top button