QASIM BEGÊ GONÎGÊ
Qasim begê lawê Resîd efendî
Xwe zarok bû ji bav ma sêwî
Dayika Xezal te bû xwedî
Tu jî gelê xwe ra bûyî hêvî
Tu bûyî hêvîya me hemûyan
Dengek dabû dest û çîyan
Nola rengên gul gulîstan
Ji wê xwestir nabe jîyan
Xalo diket çîya û destan
Lê dinêrî ji gul û kulîlkan
Wî çêdikir qevdê gulan
Û bîhn dikir mîsk û rêhan
Qelqebazar destek dûze
Hozên kêrîyan tê da diçêre
Rewsa xalo gelek xwese
Suwarê kumêta kaprese
Ev suwar hespê digerîne
Di destê da dajo û dibezîne
Gul û nêrgizan dicivîne
Ew sopa suwar pir girane
Suwaro, suwaro, suwarê hespan
Rewsa kumêt xemil û xislan
Kumêt mesîya dest û zozan
Suwar li xal bû gula çîyan
Avên Çewlîgê gelek sarin
Mêrg û sênîyên Serevdîn
Dest û zozan tev xemilîn
Gonîg tevda bûye rengîn
Çîyayê Çewlîg hevraz û berware
Têlika serî kox zinare
Serevdîn rawestok ware
Çavresî enisk û pale
Gonîg jixwe zozanek xwese
Koçer û êl têda dimese
Çît û perde konê rese
Jiyan têda gelek xwese
Ev Gonîga rind û xwese
Zulim û zehmet têda dimese
Ev qedera kor a rese
Gonîg berda pir nexwese
Xalê Qasim pir derya bû
Di cîvatan da bi pêk bû
Ew gul bîhna Gonîgê bû
Sumbil, nêrgiz û rêhan bû
Xalo ji gulan gula sor û zer bû
Ser rûmetê eslê xwe bû
Hebûna Xalo pir hêja bû
Jixwe nav gel da pir nîsan bû
Doktor Xetîp xwe hisyar kir
Li ser dozê kolîn çêkir
Ji bona serxwebûnê xebat çêkir
Zordaran ji doktor serî rakir
Wan zordaran zulim çêkir
Li Amedê neyarî kir
Wekî hovan doktor xar kir
Jiyana Xetîp tev xirab kir
Doktor Xetîp parêzvan bû
Ew bixwe benda eslê xwe bû
Bav û kalê xwe bi nas bû
Lewra ji dozê re hisyar bû
Axîna Xalo ji dil dihat
Rewsa Xetîp ku dil dipat
Axa mesîlê ser da hat
Pêt û dûxanan dil dipat
Jîyana Xalo li çîya û zozan
Gul û nêrgizan koz vedan
Gonîg veda rengê gulan
Jîyan çêbûn ji axa dîlan
Xalê Qasim dewlemend bû
Li pêy doza eslê xwe bû
Xalo ji dozê re pir mahîr bû
Lewra Xalo serbilind bû
Xalo rewsebîrek ji xwe sîyar bû
Dîrokvan û memoste bû
Hunermend û nivîskar bû
Jixwe nav gel da serbilind bû
Xalê Qasim pir xuya bû
Xalo ji kewan kew ribat bû
Memostekî weka bilbil bû
Hunermend û agahdar bû
Xalo yek bû xwe sîyar bû
Ser dinyê da Xalo derya bû
Kolîndarek pêsvekar bû
Merivên zana dizanin Xalo çi bû
Gelek axa te bûm xmgîn
Heval û hogir bûn dilbirîn
Wan bi xwe ra dil hilkirin
Pê doza Xalo sîn kirin
Xalo ronîya çavên min bû
Li ber axa dilê min bû
Ez bi hebûna te sa dibûm
Ez hezkirina dlê te bûm
Bi hebûna te pir cîwan bûm
Siyarbûn ji te ez jîyan bûm
Te dinêrim pêvekar bûm
Bi gotinên te hisyar dibûm
Me ji parê da sêwir dikir
Min û te hevra cîvat çêdikir
Kolînên xwe parve dikir
Ser basûrê pêsva dibir
Xalo xwezil ez û te bûm
Kolînên me bi hevra dibûn
Em hêvîya doza Berzanî bûn
Xalo ji te eyan be ew azad bûn
Basûr azadî hildane
Serxwebûnê ra rê vedane
Ev axîna me hemîyane
Eyan li Xalo sahî û mizgîne
Li Gonîgê ez digerim
Bi çavên xwe pir dinêrim
Gelek kes û nas dibînim
Melûl mame Xalo nabînim
Ser axa Xalo dimesim
Heta cîhanê ez xwesbim
Li dozê re xwe bi pêsim
Xwarzê Qasimê dil bi êsim
Ez Simkoyê Sercanî me
Benda dozê Xalê xwe me
Xem naksîne xwarzê te me
Jîyana xwe da pêsvekar me
Xwendevanên delal ev helbesta jorîn ya rehmetîyê bavê min Îsmaîl Aydin e û ji bona xwendinê ji we ra nesir dikim. Heyanê careka dinê bimînin di nav xwesî û aramîyê de.
Suphi Aydin