Qetliyama bi sirê- ya gundê Roboskîyê
Dîsa qetliyam. Vê care, berêvara 28 ê meha kanûnê, balafirên ser F-16 ên yên artêsa dewleta tirk, du roj berî sala nû li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Sirnexê li gundîyan bombe resandin û 35 hemweletîyê Kurd kustin. Gisk jî gêncên 15-20 salî
Bûyareke tiragîk, dilês, çawa em kurd dibêjin, ‘Dilê kafira jî ser disewite’.
Lê ji alîyê rastîya dîrokê va ev bûyar tistekî ecêvmayînê nine. Timê jî di dema Osmanîya da heta îro dewleta Alî Osman, û dagerkirên Kurdistanê qetliyamê wa anîne û niha jî tine sere Kurdan Dîrok bi komkujîyên wa dagertîye. Haqasî em Kurd qedrê birayên xwe nakevin û kirên wane res nadine rûyê wan, ne tînine bîra wan, ne jî ‘tînine’ bîra xwe.
Kurd ji kurda ra zorin. Eger zilamekî kurd bi destê kurdekî din tê kustin. Dibe pirsa xûnê. Meriv, bira-pismamê kustî, berek, qebîl, êl dekevne pey tolhildanê, qira hev tînin, rehet nabin heta tola xwe, heyfa xwe ji hev hilnedin, dewsa yekî deha nekujin Bi deha sala ew dew û neyartî diksîne.
Lê eger, polis-leskerên dagerkiran kurda dikujin, serokên dewletan qetlîyamê wa çê dikin, em zef-zef bûyarê sermezar dikin (ew jî van demên dewî) û bîra dikin. Serda jî di pêkanîna qetlîyamê da ese sûcê xwe divinin. Gelo me çi xeletî kir, em bi çi kêfa birên xweyî ‘ mezin’ ketin ku ‘tepek’ da nav çavê me.
Birayên meye mezin dengê me jî nabihîn. Fikira mera jî hesav rûnanên. Bese bi bengzekî xwes mera bikenin, yan xebereke xwes bêjin her tist ji bîra me dice..
Eger em, kurd dixwezin van qetliyaman xilazbin, gereke em xwe nexapînin, rastîyê bi rast bivînin. Rastîyê bi rastî binirxînin, bibêjin.
Kes nebêje ez evim, ez ewim, ez delalîyê dagerkira me, ez xûnsîrinim, ji van kereseta derim, kêfa birayên meye ‘mezin’ ji me ra tê, ber me dikevin, me xeber nadin, gorr li bavê xelkê, çi tînine sere wan, bira bînin, çî merane, em peyayê wî ne
Navê kurdîtîye ser kêbe, dagerkir ra gisk jî yekin- kurdin Res û sipî, zer û sor tune. Xulam û Axa, sêx û mrîd, kurmanc û zaza, rewsenbîr û gundî yekin Sed sale peyatîyê jêra bikî hema te pêlî lingê maqûl’ kir, hezar salî jî xizmetkar û xulamê wî bî, giskî ji bîr dike û bi derba here xeter tê.
Wede hatîye û her tist eskere dibe, gerekê peyayê vê dewletê yê kurd ( eskere û vesartî) cave xwe fire vekin, li rex hêzên kurdîtîyê bisekinin, ji bo pêsîroja her kurdekî û ya ewledê wan azadya gel û welatê wan va girêdaye
Wedeye, di nav gelê Kurd da yekîtî-tifaqeke eslî çêbe. Ew jî gerekê zorê nî be. Îro êdî mafê tu hêzê nine bi zorê bêje werên li bin ala min, ala mine rest Sal derbaz dibin,yekîtî çê nabe û ‘rastîya’ ala jî eskere dibe. Yekîtî gerekê bi zanebûn, bi gelêrî, bi aqilane, bi welatperwerî, bi kara gel û welêt çêbe, ji berjewendîyên sexsan û hizbayetîyê dûr.
Rojêd waye giran, çawa gel dibêje: Rojên oxirmê giran’ her malbetekê da, ewledê malbetê yên sîrhelale bi xîret, nakokîyên navxweyî bîra dikin, li hev dicivin, dibin yek, û biryara xwe didin. Cîyê fikirandinê bû ku rêvabir û serokên Kurdên Bakûr wê vê carê kevirên dutîretîyê û bêtifaqîyê ji pêsa xwe bavîtana’ hev rûnistana û biryareke bi tifaq bigirtana, sertê xwe daniyana himber neyarê gelê xwe. Bêgotana: Edî bese, wa berdewan bûn ji mera dest nade, yan ha, yan na!..’
Vê carê bi rastî jî, neheqîya birayê mezin’ dilê her kurdekî êsand, mezin û rêvabiran bûyar sermezar kirin û dewsa gaveke hevkî wêrek bavêjin, sertên xwe bidine ber rêvabirên dewletê, rastîya xwe derxin ber cihanê, raya azadîxwez, bi tirs çavê birayê mezin’ nihêrîn çika ew vê carê çi kerem dike
Eskere ye, qet cîyê fikirandinê jî nîne, dewleta Tirk dest ji xwestinê xweye înkar û tunekirina Kurda bernedaye û bernade jî. Xêncî xapandinê tu tist di nav xwestinê wan da nîne. Bîst sal berê çawa bûye, îro jî usane.
Çend gavên sivik ku hukumata AKP avîtîye, ew jî ji bo welêt da deshilatdarîya xwe xweyîke, bijartina da serkeve, xelkê kurd û sîyasîya cihanê bixapîne
Eger dewleta Tirk bixweze wê nava çend seheta da vî serê res bide rawestandin û pirsgrêkê çareser bike. Ji bo alîkî va Kurd tistê nebûnêye mezin ji tirka naxwezin. Ya din jî dewleta Tirk ev ser-dew çê kirîye, ew jî kare rehet bide sekinandin.
Giva dixwezin destûra nû qebûl bikin. Raste qebûlkirina destûra nû xwestinekî base. Lê qebûlkirina destûrê jî demê dixweze. Dewa gelê Kurd tek dewa destûrê nîne. Pasê jî navbera destûrê û rawestandina sêr, çareserkirina pirsgrêkê da tu girêdan nîne. Gelo destûra kevn da nivîsare Gerekê dewlet, weletê xwe da ser çêke, gund û bajarên welatê xwe wêranke, xelkê welatê xwe qurke ’. Ez bawar nakim destûra tu welatî da biryara usa hebe. Usane eva jî xapandineke, heta destûra nû gelo çiqas wedêyê derbazbe, ku nû birêz hukumdar’ derheqa pirsgrêkê da bifikirin
Ez evdekî sîyasîmendar nînim lê bi têgihîstina min heta rêvabir û serokê kurdên Bakûr nevine yek, nevine xweyê biryarekê û wê biryarê bi hiskî daneynin ber dewleta Tirk û organîzasyonê navnetewî ev halê berdewan be, emê komkujîyê wa bivînin û pirsgrêk jî çareser nabe.
Eskerê Boyik