Rastî
Vê dewyê li parlamênta komara Ermenistanê ser 100 salya komkujiya Ermeniya bo civaka navnetewî biryarek, elametîk hate qebûlkirin. Berê ew dokûmênt tenê ji bo komkujiya Ermeniya bû. Vê dewyê nave Asûrî û Yûnaniyan jî lê zêde kirin. Ji bo çi ew zêdekirin pêk anîne, femdarî ye.
Hinek êzdî ku kêm haj jiyana civaka Kurdên êzdî yên Ermenistanê hene ecêvmayî dinivîsin ku çima wê elametiyê da navê Êzdiya nine, hinek nemê vekirî dinivîsin, nizanim çi, nizanim çi. Wek evdek ku pirî hindikî haj jiyana Êzdiyên Ermenistanê, û berbirbûna siyaset û rewsenbîrya Ermeniya berbi Êzdiyan heye ezê jî ecêmayî bimama eger nave Êzdiyan jî wê dokûmêntê da hebûya yan niha zêdekin.
Ermenî nu nine ku ev pirsgirêka xweye heq danîne ber mirovaya cihanê. Rind tê bîra min 50 sal berê sala 1965a 24 ê nîsane, cara ewil Ermenistanê da bi fermî salvegera vê qetliyamê dane kivsê. Çiqas jî li welatê Sovêtê derheqa bûyarên wî teherî da bîranîn qedexe bûn, lê dîsa jî çawa dervayî welêt usa jî Ermenistanê da bi mecalên cûrbiçûr ew bîranîn dilê gelê ermenî da zêndî dihate xweyîkirin. Birîn kûr bû û nedihate bîrkirin.
Ji nîvê sedsala 20 î heta sala 1918 a dewleta Osmaniyê neheqîke bê wîjdan li vî gelî kir. Welêt da pirsgirêka Ermeniya bi qirkirin û qelandinê, qetlyam û komkujiyê xwera ‘safî kir’. Bi milyona evdên bêsûc: zar, kal, pîr, zilam, pîrek male wan dexistin, milk û hebûna wan ji wan stendin, cî û ware wan talan û wêran kirin, tezî-birçê, bê mafê jiyanê zorê, bi cûrekî hovane cîhil kirin, berê wan dane ciyê neeyan koka xelkê am û tam anîn. Nêzkaya mîlyon nîvek ermenî kustin, sere rê ‘ dirba, bi cizaret, bêxweyî qir kirin
Kê kê lê em Êzdî rind zanin xezeba komkujiyan.
Û îro gelê Ermenî têkosînê dide ji alyê cihanê da naskirina wê komkujiyê. Ew mafê gelê ermenî ye, mafekî rewa û heq e. Her evdekî xweyî wîjdan gotî vê pirsgirêka Ermeniya ra bibe pistovan
Lê meniya vê nivîsarê tistekî din e.
Ya heq gerekê nave Êzdiya jî vê dokûmêntê da bihata nivîsar, çima?
1. Êzdî jî weke Ermenya ziyankês û shîdê wê komkujiyê bûn. Êzdiyên serhedê roja ewlin da heta sazbûna Weletê sovêtê tevî Ermeniya nava nava wê dojê û serkarya dijî Tirka bûn. Wan sale giran çend komên Êzdiyan yê çekdar bi serokatya Serokê Êzdiyên Rûsiyayê Usiv Beg û syarên mêrxasê efseneyî Cangîr axa bi Ermeniya ra tevayî, pist-pistê tevî serên 1917-1918 yê dijî tirka bûn. Serê Serderebê û Bas-Aparanê da mêrxwesya ku Êzdiyan kir belgekî zêrîn yê hevgirtina herdu gelan û kes mikare înkar ke. Serokê hukumata dewleta Ermenya ya wê demê, Sîmon Virasyan, bîranînên xwe derheqa Ûsiv Beg da dinivîse: ‘Êzdiyan, weke Ermeniyan û hê ji Ermeniya jî bêtir hereket dikirin ji bo serxwebûna Ermenistanê û tu hêza xwe nedihêvsandin bo parastina wê’ .’Qedera Êzdiyên Ermenistanê bi her alyava bi qedera ermeniya va girêdayi ma wana jî ew telî ‘tengayî tem kirin çi ermeniyan’ ( S. Vanêzyan, ‘Rêyên jiyanê’, cild G, rû 177, Bêyrût, 1963; bi zimanê ermenî).
2.Salên 1914-1918 a, Serhed ji Kurden êzdî vala bû. Cî û warên Êzdiyên Îdirê /Surmeliyê/, Qersê û Wanê jî hatin talankirin, sewtandin, wêrankirin, Êzdiyan jî dest qirr ‘ birr, zor û zehmetiyên Osmaniyê û fanatîkîn olperest warên kal-bavên xwe, milk û mal, hebûna xweye sala hîstin, destê hêsîrê xwe girtin, nava zulm û zorê, talan, xezeb û qetlê ra tev ermeniya reviyan û bi teherekê xwe gîhandin Ermenistana îroyîn.
Leskerê Osmaniyê hatin gihîstine heta herema Êzdiyên Aparanê. Kîna wan berbi Êzdiyan ewqas mezin bû ku koka Êzdiyên wê deverê jî anîn. Bi seda Ezdiyên Aparanê dijî tirkan tevî serê Bas -Aparanê û Serderebê bûn.
3. Di nav parlamênta dewleta Ermenya da Usiv Beg jî wek parlamêntar hate bijartin. Xebat û herketa wî wek sîyasermedar, serservan, sexsyetekî aqilmend ji alyê gelê ermenî da bilind hat qîmetkirin. Tek Êzdî û Asorî li nav leskerên Dewleta Ermeniya da ciyê xwe girtin. Ji bo tu sik ser amintiya wan nîbû.
4. Berê qetlyamê li Serhedê 81 gundên xuru yê Êzdiyan hebûne. Ji wan 13 gund li herema Aparanê, 27 gund-Surmeliyê, 16 gund ‘Qersê, 7gund- Desta Çuxuryê, Bazîdê, 18 gund li Wanê. Ji pey qetlyamê ra, xêncî 13 gundê Aparanê, Êzdiyan gundê xweye din unda kirin Lê çiqas gund hebûn ku Kurdên êzdî û musulman tev dijîtin? Wan salan bawarkî ji sedî 70 êzdî hatine qirê. Hebûn, mal û milkê xwe tev unda kirin. Xelayê, nexwesiya, bêcî û staryê ra rûbirû man.
5. Komkujya Êzdiyan ya sala 1891- ê, ku dîrokê da wek fermana Firîq pasa eyane û yek ji komkujiyên here zulm û xûnrêj di dîroka Êzdiyan da te bîranîn. Êrîseke pir dijwar Osmaniyan bi pistgirya Erebên Sammer anîn li ser Sêxan û Sengalê, Lalisa Nûranî talan kirin, Tawisa û nîsanên êzdîtîyê, yê pîroz bi zorê birin, Lalisê Nûranî kirin medresa Islamî, Bi hezara Êzdî kustin, cî û warê wan sewtandin… Hê birinê wê qetlyamê nekewya bûn, dest bi komkujiya Ermenya bû, Êzdiyên Sengal û Sêxanê rabûn pista Ermeniya û bawarkî 6-8 hezar hêsîrê ermenî ji mirinê xilas kirin. Rayedarên Osmanî ji Îsmayîl Begê Mîrê Sêxa yê Sengalê û serokê Êzdiyên çiyayê Sengalê Hemê Sero xwestin ku hêsîrê ermeniyan tesmîlî wan bikin. Êzdiyan înkar kirin. Osmaniyan bi hêzeke mezin hicûmî Sengalê kirin. Navbera hêzên Osmanî û Êzdiyên Sengalê da dest bi serekî xûnrêj bû. Êzdiyan cî û warên xwe hîstin revyane çiyê. Nan, xwerin tunebû, tenê bi gostê pêz yole diçûn. Ser 35 roj kisand, 75 êzdî û 10 ermenî hatin kustin, Osmaniya 56 gundê Ezdiyan talan kirin, sewitandin, wêran kirin. Îsmayîl Beg bi zehmet xwe gîhande Bexdayê, hewar înglîsa daxist. Qewatên înglîterê xwe wanra gîhandin. Osmanya 285 kustî û bi seda birîndaravava pasda revyan. (Ji nema Ismayîl Beg, ku 14.10. 1919 Ûsiv Begê ra nivîsîye. Niha ew neme Matênadarana Ermenistanê da tê xweyîkirin).
6. Herema Bota gundekî Êzdiyan hebû, jêra digotin gundê Bassa. Vî gundî nav xweda xelkê 7 gundê Ermeniya strandibûn. Payê wanî pirê çiyara derbazî Sûryê kirin… Osmanî pê dihesin bi hêzeke mezin davêjin ser wan. Xelk direvîn. Bassiya jî direvin, berê xwe didine Sêxan û Sengalê. Rêda, nîvê meha Gulanê sala 1916 a, li ber gundê Findikê, koçer davêjin li ser wan. Ji 450- 500 neferî tek 37 xilaz dibin…
Eva ji wê dîroka mezin çend bûyarin…
Em rind zanin ku dema wan bûyara Ermeniya, hîmlî yê revyabûne Ewropayê, Amêrîkayê û gelek biyanyan derheqa komkujya Ermenya da nivîsîne, li nav Êzdiyan da xwendî tune bûne kesî derheqa komkujiya wanda nenivîsiye. Êzdî ça tim wê demê jî bêxweyî, bêpist û bê pêsewitî bûn…
Dema deshilatdarya Sovêtê gelek tist hate bîrkirin. Rewsenbîrya Kurdên êzdî ya sovêtê li ser wê bilindayê nîbû ku wan bûyarên ku hatibûne serê kal bavê wan hema cûrê bîranîna pey xwe bihêlin, nenihêrî gelek ji wan rewsenbîran ziyankêsê wan bûyara bûn, sêwî mabûn û sêwîxana da mezin bûbûn. Tek ‘HEWARI’ ya Heciyê Cindî û ‘BÎRANÎN’ ê Ahmedê Mîrazî da bi sivikayî nêzîkî wan bûyaran dibin.
Ji pey salên 60 î ya sadsala borî heta sala1990 û peyra jî bi seda lêkolînên mezin, roman, nivîsarên bedewetiyê derheqa wan bûyara da ji alyê zanyar û nivîskarên ermenî da hatine nivîsar, wesendin, sîneme hatin kisandin, lê wanda bawarkî tu tistê barkês derheqa di wan bûyara da tevbûna Kurden êzdî yan Êzdiyan da tune. Eger hebe jî du-sê xetê biçûke.
Çiqas jî ji minra dijwere e bêjim, lê rastî ew bû ku gelek zanyar, nivîskar, sîyasetmedarên Ermenî xwe nedigirtin derheqa tevbûna êzdiyan da ji bîr bînin, binivîsin. Heta sala 1989 a peyva Êzdî, Kurdên êzdî mediya ermeniya da çiqas jî bigerî navînî.
Ji pey sala 1990 î ra Êzdî bi carekê va ketine rojava Ermenistanê, Êzdî wek gelekî cuda elam kirin, wanra zimanekî nû ‘dîtin’, para xeberdanê bi zimanê ‘Ezdîkî’ radîoya xweda vekirin, ji bo zaokê Êzdiyan pirtûkên dersa yên zimanê ‘êzdîkî’ bi elfebêya kirîlî wesendin…
Gelo ev kirin hemû ji bo hizkirina Êzdiyan bû?
Lê wekî ewqas ber êzdiya diketin çima navê Êzdî jî nekirine vî dakûmênta xwe?
Bersîv gelekî sade ye.
Ji bo ew Êzdiyan wak Kurd dibînin… Zanin Êzdî bi netewa xwe kurdin. Çiqas hinek Êzdî gaze-gaza wane: ‘Êzdî Kurd nînîn’, ‘Êzdî gelekî cudane’… Xelk dîrokê jî, her tistî jî rind zanin. Ermenî ji teva rindtir zanin ku Ezdî Kurdin û ‘hesavê’ wan jî kurdara heye…
Gelo sûcê Kurdan komkujiya Ermeniya da heye.
Heye.
Çiqas? Ça? Bi çi cûreyî- eva tistekî din e.
Kurd, çiqas jî dereng mane gerekê bi lêkolînên û xebatê hêja bersîva vê pirsê bidin, rastiya xwe derxin holê, ku sûcê ku dewleta Osmaniyê û Tirka kiriyê ji ser xwe derxin. Zanyar-siyasetmedar, serokekî Ermeniya yê wê demêyî hêja Arsak Çopanyan dinivîse: Wan bûyara da ‘zêrandina gelê kurd ji ya ermeniya kêmtir nîbû’.
Ermenî jî bi çavê rastiyê gerekê dîrokê, dewranê, cînarê xwe binhêrin.
30. 03.2015
Eskerê Boyik