Rastî xwese û tehle
Ev gotinên jorîn ji bo hinik kesan karê xwesîya wan here û dikare xwesîya hinikan neyê. Ew kesên ku ji rastîyê hezdikin wê kêfa wan bê. Yên ku ji rastîyê heznakin wê aciz bibin. Gelek camêr kurên camêran di serpêhatîyên xwe de, civîn, semîner, komcivîna, suhbet, nivîs xwede û hevpevînên ku bi wanre çêdibe-têkirin, herdem rastîyê ji raya gistîre gotine.
Heger mal û milk û pere hebe, wê gelek kes xwe li der û dora wan kesên ku rastîyê dibêjin wê bigrin. Ji ber ku bav û kalên me dibêjin, ‘pere qiloçên mêrane’ û ev gotin jî raste dibawerîya min de. Lê ez vê jî bêjim, sexsiyeta meriv di ser hertistîreye, hemû tist jî ne pere û pûlin. Ev babet bi du besan ve, ezê berdewam bikim, besa rastîyê û besa rastî tehle, ji xwendevanê xwere pêskêsbikim, li gor zanebûn, tecrûbe û serpêhatîyên xwe.
Rastî xwese:
Kesên ku rastîyê dibêjin, hûn dizanin ji wanre dibêjin, ma ev rastîya ku tu dibêjî, bi serê te ketîye. Ew kesên ku rastîyê dibêje er ê, ev rastî bi serê min/me ketîye ku ez jî dibêjim. Ma ku ez nebêjim, tu nebêjî, yêdinê nebêje rastî, wê çawa derkeve holê, keko, birako û hevalo.
Heger hîmê komarikê bas bê avêtin ne mimkûne ku ew komar zû bi zû bê ruxandin. Ji ber ku ew komar dibe ya gel û gel jî divê ku xwedî lê derkeve. Heger ku xanîyek ji bingehê de bi asaseke durist û bas bê avakirin tucarî wê ew xanî nerûxe û yê çêdike wê meriv tu gazina jê neke, herdem wê meriv bi qencî qala wî7wan bike.
Heger duristî di kar û xebatên komarê de hebe, ew komar ya gel dibe, wê gel jî bi desthiledarîya xweve bibe hevpar/alîkar ji bo pêsketina welatê xwe. Na heger berovajî be, wê gel bixwaze rojik berî rojikê, bike ku wê komarê û desthiledarîyê birûxîne.
Heger malbatek, partîyek, komelak, dezgehek pêsewî/meslekî wexta ku bê damzrandin hebe, divê duristî û bawerîyeke rasteqîn di nava wan de hebe ku meriv bi serkeve. Na heger duristî tunebe tucarî meriv naghê wan daxwazên xweye ku meriv ji kar xebat dike, naghê yê û bi sernakeve. Duristbûn û rastî bawerîyê di nava heval û hogiran û malbatê de durist dike û meriv bi hêz dike.
Ji rastîyê xwestir û duristir çi heye? Wextê ku meriv bi hevre durist be, hevaltî be, merivantî be, sirîkatî be, karê bazirganî be û hwd çidibe bila bibe ewçax meriv bi ser dikeve, evjî duristî û rasgo bûn divê. Mesele heger nanpêj nanpêjekî bas be, wê nanê wî jî xwes bê, wê tukes jê gazna neke. Meriv heger karikî bigre ser xwe divê bi dil û can bigre ser xwe, yan na bi taswas û ne bi dil tu bigrî ser se rxwe, zor dibe ku ew kar bi ser keve, talîyê rexne lê têne kirin, ew jî xwe aciz dike.
Bav û kalên me dibêjin,’ dîkê çê di hêkê de azan dide’ îca merivê qenc û durist tucarî ji rîya rast û bas dernakeve hey berdewam dike. Rastîyê wê bidomîne, heta bijî di jiyanê de. Wexta ku ji vê cîhanê jî koçkir wê gel qala wî û basîya wî bikin. Ev jî ji bo wî/wê kesan mezinyahîye û serbilandîyeke, bav û kalên me weha dibêjin, ‘ga diçe çerm dimîne, mirov dimre nav dimîne’. Rastî bimin gelek xwes û sêrîne, weke hinguv û gezoye.
Ev cîhana em lê dijîn, wexta ku tu qala rastîyê û duristbûnê dikî hindik meriv tenê dimîne, li ser xaka vê cîhanê. Bêguman meriv qala rastîyê dike dost û hevparê meriv jî çêdibin, lê ne desthiledarin, li ser xaka vê cîhanê. Lê merivên ku ewjî weke meriv durist û rastgo ne di desthiledarîyên dene. Desthiledarî di destê zordesta û yê ku li xwe difikirin, yan tê ji wanre tenezulbikî, yan jî tu hawayî qala te nakin û nabe alîkar ji tere.
Lê ez dibêjim, meriv rastîyê bêje, bila serê meriv ne nizmbe, herdem meriv serbilind be herî bas e. bav û kalên me dibêjin, ‘xwar rûnê û rast bêje’ îca rastî gelek xwes e, tu rasîyê bêje, kî bixeyîde bila bixeyîde. Pistî besa yekê ez ê, besa dudan rastî tehle di nivîseke xweye bê de ji xwendevanên pêskêsbikim.
2013-08-26