Nivîsar

REFERANDUMA SERXWEBUNA KURDISTANÊ PEYAMEKE GIRING DA CÎHANÊ

Di ser referanduma serxwebuna Basûrê Kurdistanê de salek derbas bu. Encama referandumê rêbazeke giring da Pêsîya miletê Kurd.Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd rê û olaxên nûjen peyda bun.Fersend û mecalên astîyane û rewa derketin pês.

Di pêkanîna referanduma 25’ê
Îlonê de,gelê Kurdistanê vîyaneke netewî bikar anî.
Gelê Kurdistanê, li himber asteng û pêsgirtina hêzên nexêrxwaz berxwedanek bijare birêve bir.Pirsa Kurd û Kurdistanê kete qonaxeke nu.

Encama referandumê wek mifte û kilîlek giranbiha kete bêrîka gelê Kurdistanê.

Helbet di dem û deverên dijwar de heqe ku desthilat yan jî rêveberîya millet, ji bo çarenusî û paseroja millet raya gel bipirse û ser li gelpirsînan ( referanduman) bide.Ev yek ji bo hemu miletên cîhanê heqek rewa û demokratîk e. Referandum hacet û pergalek demokrasîya rastxwe yanî,demokrasîya rasterast e. Yanî,eger pirsek netewî were pês,pirsgirekek gelemperî hasil bibe rewaye ku raya millet were pirsîn, vîyana millet were eskere kirin.Cîhana demokratîk pirs û kêseyên xweyên sereke bi vê rêyê çareser dike.

Basurê Kurdistanê jî, rêyek wiha rewa û astîyane bijart û di encam de, gelê Kurdistanê bersîvek da rayedaran navxwe û her wiha peyamek jî, rageyande cîhana demokratîk. Gelê Kurdistanê bi coseke mezin biryara serxwebunê da.

Ev biryar ne qabile ku were binpê kirin yan jî pûç kirin. Tu hêzek nikare vê biryarê betal bike.

Niha ev biryar kilîleke di destê Milletê Kurd de. Iro nebe sibê, sibê nebe dusiba, bivê nevê wê were encamdan. Kengê keys û mecal peyda bun,sert û zirûf têgeyistin,miletê Kurd wê dewleta xwe a serbixwe damezrîne.

Ne qabile ku jî vê destkevtinê, gavên berepas werin avêtin.

Girngîya referanduma serxwebuna Kurdistanê lazime çawa were nirxandin.?

Bi raya min, encama referandumê da nîsan ku dewletên ku Kurdistanê di nav xwe de parçe kirine, bi sêwazên demokratÎk nikarin Kurdan WEKÎ BERÊ IDARE BIKIN.Yanî ew sitatuya berê bi encama referandumê ber bi hilwesanê ve diçe.

Dîyare,eger ne bi zext û zorî be, tu kes nikare di demokrasîyek kêrhatî de,Kurda ji mafê çarenusî bêpar bihêle.Dagirker tenya bi darê zorê dikarin li ser gelê Kurdistanê desthilatdarî û zordarîya xwe bimesînin.

Gelê Kurdistanê di encama referandumê de, da nîsan ku ew perçeyek e ji bîr û raya astixwaza cîhanê û her wiha ew berendamê cihana demokratik e.Lewra ew bi sewazek demokratîk geyîstîye serketinek ku heqê tu kesî tune jê gilî û gazina bike.Miletê Kurd da nîsan ku ew mileteke serbilind û xurt û qedirnase.Dikare ji bo paseroja xwe bi vîyana xwe biryara jîyana xwe bide.

Bê guman, Kurdistanî bi demokrasîyê bawerin û pistevanîya helmetên demokratik dikin. Tekosîna di rêya encama demokrasîyê de bala Kurda kisand lewraye ku Kurd,ne qabile careke din dev ji demokrasîyê berdin.Ev referandum xîmê demokrasîyê qaîmtir kir, bingeha jîyana serbixwe çêkir.

Ev referandum nîsana vîyana netewî a gelê Kurdistanê derxiste holê. Kurdistanîyan ji bo dehatûya xwe vîyana xwe bikar anîn û biryarek dîrokî dan. Ev encam, di heman halde peyameke gelek giringe ji bo rayedar û rêberên Kurdistanê.Ev peyam wê neyê dubare kirin.Lê divê were bicî kirin.

Di encama referandumê de,millet bersiv û biryara xwe da.Serxwebun.. Wekî din bikaranîna vê encamê erkê ser milê sîyasetmedar û rayedarên Kurdistanê ye.

Pêkanîna referandumê bi raya min giringtirîn hingaveke di dîroka Kurd û Kurdistanê de.

Ev destkevtin ne tenê ji bo basurê Kurdistanê, her wiha ji bo hemu Kurdistanîyan moral û dilxwesîyek mezin peyda kirîye. Kurd êdî bas dizanin ku ew ne bêkes û sêwî ne. Ew xwedî vîyanek netewîne û di her hal û mercek de dikarin paserojek bas û jîyanek bextewer ji xwe re bibjêrin. Helbet eger ku mefer û mecala wan hebe. Helbet ku dijminên Kurd demokrasîyê bipejirînin û rêz li encam û gerek û pêwîstîyên demokratîk bigrin. Dev ji zilm û zordarîyê bedrin û werin ser bawerîyek demokratîk, demokrasîyek biesil û payebilind.

Lewraye ku encamên referandumê ji hemu destkevti û serketinên gelê Kurd hêjatir û binirxtir e.

Lazime rayedar û desthilatdarên Basurê Kurdistanê qedrê van encaman bas bigrin.Çaverêya pêkanîna dewletek serbixwe bin. Lewra refarandum dawî li gengesî û nikasên çareserkirina pirsa Kurdistana basur anî.

Êdî yek reyek rewa heye ku milletê Kurd bi vîyan û îradeya xwe kivse kirîye. Serxwebun…

Lazime ku em bêjin divê gelê basurê Kurdistanê bi rêbaza Berzanî sanazî û kubarî bike.Lewra referandum bi handan û cehda Partîya Demokrata Kurdistanê û her wiha bi bawerpêanîna rêzdar Mesud Berzanî geyiste armanc û mexseda xwe.PDK û serok Berzanî bi mêrxasî referandumê û encama wê parast û pistgirîya vîyana gelê Kurdistanê kir. Niha jî,her wekî diwarek li himber puç kirin û têkbirina destkevtîyên referanduma Basurê Kurdistanê rawestahî ne.

Hal ku ev hale, êdî ne ixaneta hundir û nejî dijberîya derva, nikare gelê Kurd ji biryara xwe vegerîne.

Biryar hatîye dayîn. Dewletek serbixwe , azad û demokratîk di rê de ye.

Li ser xêrê be..

Latif EPÖZDEMIR (Cîgirê serokê Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR)

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button