Referandûmê carekê dî da xuyakirin: Gelê Kurd dest ji daxwaza xwe ya azadîyê û demokrasîyê bernade

Pêsniyaza AKP-MHP’ê ya ku digel guhartina çend xalan, bingehên makezagona heyî ya nijadperest, soven diparêze, di roja 16-ê Nîsana 2017a de ji dengdana gel re hat pêskêskirin û bi ferqeke piçûk nêzîkî % 51 hat qebûlkirin.
Rêvebirên Tirkîyê careke dî, li sûna ku makezagoneke sîvîl, hevçax û demokratîk çêkin, makezagona kevin ya ku ji alî Cuntaya fasîst-leskerî ya 12-ê Îlonê 1982 hatîye danîn, bi çend guhartinên hîn xirabtir, antîdemokratîktir hilbijartin û dixwazin her li ser wê berdewam bikin.
Ev pêsniyaza ji bo guhartina makezagonê hatîye kirin, çareserkirineke rasteqîn ya pirsên sereke wek pirsa Kurdan, ya Alewîyan û hemû pirsgirêkin din ên Tirkîyê ên bingehîn nade pês xwe. Di wê de tu guhartinek ji bo demokratîzekirinê nîne, serde cudahîya hêzan ku yek ji bingehên rejimên demokratîk e, dê ji holê rake. Îcraat, qanûnsazî û huqûq dê di yek destî de bête komkirin. Ev tist ê rê bide avakirina ”rejima merivekî” ku gelek caran li Rojhilata Navîn peyda dibe.
Tirkîye, dê ji sîstema parlamenterîyê derbasî ”sîstema serok komarîyê” ya bi sêwazê tirkî bibe.
Berî hertistî ev referandûm di rewseke weha de çêbû ku zemînekî demokratîk nehatibû hîstin, Di hoyên ”Îdareya taybet” de maf û azadîyên bingehîn hatibûn hilanîn. Di vê rewsê de girtinên girseyî, ji kar avêtina mirovan, muhurkirina derîyên rêxistinên civakî û demokratîk, hema bêje histkirina hemû endamên çapemenîyê ên muxalîf, qutkirina azadîya fikir û ramanê zêdetir bû.
Di van hoyan de jî, jimara % 49 dengên ”na” nerazîbûneke mezin nîsan dide.
Di serî de li bajarên mezin dengdaran bi gistî, him di hindava Hukumetê de him jî ya wan derdoran de ku li Kurdistanê sîddetê esas digrin nerazîbûna xwe dîyarkirin.
Makezagona heyî ya ku ji berê de ”Tirkperestî û neteweperestîya Atatürk” ji xwe re kirîye bingeh, pistî referandûmê jî wê tu guhertinekê ji bo maf û azadîyên gelê Kurd bi xwe re neyne. Siyaseta berê ya înkarkirinê, yekperestîyê bi sloganên ”yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman” wê bête berdewamkirin.
Herweha ew mecalên azadîya bawerî, fikir û çapemenîyê di nav de, hemû maf û azadîyên ku ji berê de nîvco û seqet bûn, ji vir sûnda wê bêtir bikevin cîhekî sînorkirî û teng. Daxwazên Alewîyan wê dîsa bên pistguhkirin.
HAK-PAR a ku ji vê rewsê nerazî ye, û dixwaze têkosîna azadî û demokrasîya rasteqîn bilindtir bike, û dijderketina dengên % 49 wek hêvîyeke nû dibîne.
Guhartin mumkun e û dema wê jî nêzîk dibe.
Ji bo rêlêvekirina çareserîyên pirsên sereke li Tirkîyê, pêwîstîya makezagoneke sîvîl û demokratîk ya hevdem, di rojên nêzîk de wê bêtir û bi leztir di rojevê de cîyê xwe bistîne.
Divê makezagoneke nû, ku li gor rewsa Tirkîyê ya etnîk û çandî bê çêkirin, mafên gelên xwedîyê ziman, bawerî û çandên cuda bên garantîkirin, mecal bête dayîn daku pirsa Kurd li ser bingehê wekhevîyê û di sîstema federalî de bête çareserkirin. Zimanê kurdî digel zimanê tirkî wek zimanê fermî bête qebûlkirin.
Ev makezagon divê hemû daxwazên heq ên Alewîyan bi cih bîne, bi sêweyekî rast û durust mafê azadîya bawerîyê têde hebe û li gor standardên Yekîtîya Ewropa (YE) be.
Li alîyê din hêja ye ku em encamên Refarandûmê li Kurdistanê binirxînin.
Gelê kurd aciz e ji wan yên ku bi siyaseta hendekan ser anîn xistin nav bajaran, yên ku sîyaseta sîddet û terorîyê, ku bi doza kurdan re tu eleqa xwe tune, ji xwe re esas digrin. Ji ber ku wan saha legal û demokratîk kirin sorax, loma gel rûyê xwe ji wan guhast.
Ev sîyaseta sîdetê ya ne mîllî û sas wê her bê mehkûmkirin.
Lê kurdan, ji sîyaseta AKP’ê ya ne çareserkirinê, ya ku xwe dispirê sîddet û înkarkirinê, gotinên wê yên nijadperestî û netewperestîya Tirk re jî bersiva NA daye.
Gelê Kurd di xwestina azadî û demokrasîyê de israr dike.
Gelê Kurd careke dî da xuyan ku bi biryar lêgerîna çareserîyeke astîyane, hevdem, demokratîk didomîne.
Welatparêzên Kurd divê van encaman bas bixwînin, di xeteke astîyane, xwedîi îstikrar, demokratîk; xurt, bawerîdar û mîllî de mil bidin milê hevdu û daxwaza gelê me bi cih bînin.
Ev xet HAK-PAR e
Di dema dijwar û giring ya pês me de, ji bo welatparêzên Kurd erkekî acîl e ku di HAK-PARê de bibin yek û daxwazên gelê me bi xurtî biparêzin.
17.04.2017
Refik Karakoç
Serokê Gistî yê Partîya Maf û Azadîyan
(HAK-PAR)
Dengê Kurdistan