Nivîsar

Rejîmên Sûriyeyê û mandelkirina pirsa miletê kurd

Bawerê Omerî

Li hemû nîvdewletên, ku welatê Kurdan ‘Kurdistan’
dager kirine, zor û sitemên cûre cûr li miletê kurd kirine.
Bi rastî, hemû rejîmên van nîvdewletan ne wek hev li pirsa kurdî dinihêrîn.
Bo nimûne: Rejîma nîvdewleta Elba,is li Bexdayê, ji aliyekî ve bi hemû hêza xwe ya leskerî û ewlehî û saloxgerî (çekên kîmawî) serê miletê kurd û Kurdistanê dikir.
4500 gund wêran kir, bi sedhezaran birîndar û pakrewan bûn. Lê, ji aliyê din ve di ragihandina xwe de ango, di kovar, rojname, êzgeh û wêneguhêzên xwe de gengesî li ser pirsa kurdî dikirin.
Gelek berpirs û salyarên Kurd di nav desthilatdariya vê rejîmê de hebûn.
Serûkê wê yê berê Sedam Hisên û berpirsên din eskere pêswaziya serkirdên kurd dikirin, û wêneyên wan di ragihandinên xwe de zindî belav dikirin, ji bilî ku wêneguhêzek taybet bi zimanê kurdî vekiribûn.
Rast e, têde piropaganda li dijî Kurdan dikirin, lê, di eynî demê de bernameyên taybet jî li ser ser û dîrok û herêmên kurdî li Kurdistana basûr dixwesandin.
Serûk Sedam Hisên her sal dema diçû Kurdistanê, kincên kurdî li xwe dikir, wî bi dehê caran peyman di nav xwe û Kurdan de imze kiriye, heya xwe fêrî zimanê kurdî jî kiribû.
Erê, ew bi rastî zordar û sitemkar û diktatorek bû, lê, di gelek helwestên xwe de pistgiriya mafê miletê kurd di Iraq û Kurdistanê de dikir, û pirsa kurdî nedida mandelê. Rejîmên nîvdewleta Îranê, di dema Sah û Ayetulahan de, timî pirsa kurd di rojeva desthilatdariya vê nîvdewletê de bû.
Bi hemû hêza xwe ya leskerî û ewlehî û saloxgerî (çekên kîmawî) serê miletê kurd û Kurdistanê dikir.
Bi hezaran ji berpirs û serkirdên Kurd li hundir û derveyî Îranê bi destêt saloxgerên xwe kustine.
Lê, wan di alavên ragihandina xwe ya fermî de li ser pirsa Kurd û Kurdistanê gengesî dikirin.
Rapor û belgeyên dîrokî bi wêneyê serûkê komara Kurdistanê birêz Qadî Mihemed û serûkên partiya demoqrata Kurdistanê birêz Ebdilrehman Qasmilo û Sadiq Serefkendî û seydayê Mistefayê Barzanî û Mam Cela û kak Mesûd di rojname û wêneguhêzan de diwesandin,
Di herêma Kurdistana rojhilat de navê welatê Kurdan ‘Kurdistan’ li parêzgehekê kiribûn.
Gelek parlemaniyên Kurd endamê parlemana Îranê bûn.
Mebest ew e, ku ti kêse li cem rejîma Sah û Ayetulahan bi xwe jî tunebû, dema pirsa kurd dihate holê.
Berpirsên wan eskere û li ser wêneguhêzan pêswaziya nûner û berpirsên Kurdan dikirin, ango, wan rejîman pirsa kurdî li hemû besên Kurdistanê nadidan mandelê.
Rejîma nîvdewleta Ermenistan û Ezerbeycanê, ligor berjewendiyên xwe dizanîbûn bê wê çawa bi pirsa kurdî û Kurdsiatanê re bidin û bistînin.
Herdu nîvdewletan di destpêka sedsala bîsta de dîmorafiya herêmên kurdî diguhertin, kurd surgûnî komarên sofyata berê dikirin, û yên di nav xwe de jî dibisaftin û ol û regezên wan diguhertin:
Gelek Kurd di serê Nagorno Kerebax de bûn qurbana van herdu nîvdewletan.
Van herdu rejîman bi alîkariya dewleta Urûs xaka Kurdistan sor di nav xwe de perçekirin û navê wê ji binî hilanîn.
Tevî kiryarên van herdu rejîman li dijî miletê kurd jî, li aliyê din di herdu paytextên wan de êzgehên bi zimanê kurdî hebûn.
Rejîmên nîvdewleta Tirk, bi hemû hêza xwe ya leskerî û ewlehî û saloxgerî (çekên kîmawî) û yasayî timî li dijî miletê kurd li Kurdistana bakur û li besên din yên Kurdistanê ser dikirin.
Sê bes ji Kurdistanê dagerkirine, 5000 gund li bakur tenê sewitandin û wêran kirin.
Nêzîka 6000000 Kurd ji Kurdistanê û Tirkiyeyê sugûn kirine, bi sed hezaran girtî di zindanên wan de hene.
Bi deh hezaran lesker û çeteyên wan di nav gund û bajarên Kurdan de ne û pasvaniyê li sînorên Kurdistanê dikin, ji bilî dagerkirin û êrîsên wan li Kurdistana basûr û basûrê rojava (çiyayê Kurmênc, serê kaniyê, Girê sipî).
Ji bîst û yek salî ve birêz Ebdelah Ocelan dîlgirtine, her roj bi balafirêncengî gund û bajarên Kurdistanê bombebaran dikin.
Zimanê kurdî di destûra wan de tuneye û di yasayê de qedexeye.
Ji tirsa yekbûna miletê Kurd û xaka Kurdistanê têlên bidurî û dîwar û bombe di nav dilê Kurdistanê de danîne.
Tevî van kiriyarên wan jî, gelek wêneguhêz ji Kurdan re bi zimanê kurdî vekirine.
Her roj pênc ses demjimêran di wêneguhêzên xwe yê fermî de gengesiyê li ser servan û pêsmerge û soresên Kurdistanê dikin, herweha bi fermî pêswaziya berpirs û serûkên Kurdistanê dikirin, û bi zindî hevpeyvîn û gengesî bi wan re li ser pirsa kurdî û rojhilata navîn dikirin.
Ica ku em li kiryarên rejîmên Sûriyeyê û bi taybet ya partiya Elba,is binêrin, di hemû destûrên wan de maf û navê miletê kurd tuneye, bi proje û zagonên xwe li dijî miletê Kurd û herêmên kurdî kiryarên wê mîna yên dewletên fasîst in, bi sev û roj dijminatiya miletê kurd dikin.
Ji pêncî salî ve, miletê Kurd di nav vê nîvdewletê de timî vesartî û tewanbar bû.
Ziman û çanda kurdî qedexekirin, nasname ji wan kisandina, anîn û bicihkirina Ereban li herêmên kurdî, berdana fermanberên Kurd ji karên wan, girtina rêzanvan û rewsenbîrên Kurd, lênemiqtebûn li herêmên kurdî, gunehbarkirina tevgera kurdî di piropagandaya rejîmê de, xwedêgiravî ligor nerîna wan têkiliyên Kurdan bi tevgera Sahyûnî û Isra,îlê re hene, û dixwazin Sûriyeyê perçe bikin û Isra,îla dudiyan (Kurdistan) damezirînin, pilanên wê yên bê sedem di kustina xortên Kurd de, fort û daxwazên wan yên niha di dagerkirina herêmên kurdî de.
Ji pêcî salî ve nedihistin yekî Kurd bibe serûkê desthilatê û parlemanê.
Di dezgehên diplomasî û leskerî de berpirsên Kurd yên payebilind li Sûriyeyê tunebûn.
Rejîma Elba,is, rojekê tenê jî nedixwestin yek bêje û peyiv di alavên ragihandinê de li ser pirsa kurdî di Sûriyeyê de bête nivîsandin û belavkirin.
Carekê tenê jî serûkê vê nîvdewletê li sahîn û sîn û çalakiyên Kurdan amade nebûye, li cem wî û rejîma Elba,is çar miliyon kurd di Sûriyeyê de tunebûn, rejîmê digot:’Li bakur û di ser çemê Feratê re tenê çar miliyon Cengene hene.’ Weha li miletê kurd dinihêrîn.
Ne êzgehek û rojnameyek û kovarek û ne jî wêneguhêzek bi zimanê kurd di Sûriyeyê de tunebû. Hemû alavên regihandinê ji miletê Kurd re qedexekiribûn.
Yek carê tenê jî serûk û berprsekî van rejîman bi eskere pêswaziya serûk û berpirsekî kurdên Sûriyeyê û Kurdistana basûrê rojava nekirine.
Rojekê tenê jî li ser alavên ragihandina van rejîman gengesî li ser dîrok û pirsa kurdî nehatiye kirin.
Ji lewra besê pir ji miletê Ereb di rêka piropagandaya van rejîman de li dijî maf, pirs û daxwazên kurdan li Sûriyeyê bibûn mîna gurên har.
Pir mexabin!, ku vê rejîmê bi zanebûn dijminatiyek bêdawî xistibûn nav pêkhatiyên Sûriyeyê û Kurdan de.
Bi rastî, sedemên daxwaza rejîma Elba,is bo dagerkirina herêmên kurdî, ne partiyek e û rêxistinek e, û ne jî ji bo parastin û çavên Kurda ye, wan tenê çavên xwe berdana mal û ava sîrîn û zeviyên petrol û çandiniyê li Kurdistana basûrê rojava.
Rejîma Tirk û çeteyên wê (Ixwan Elmuslimîn) li ber çavên Besar Elesed û rejîma Elba,is nîvê Kurdistana basûrê rojava, ku xwedêgiravî niha besek ji Sûriyeyê ye, dagerkirine.
Ji devêla ew û rejîma xwe vê dagerkirinê sermezar bikin, û wî besî rizgar bikin, berê xwe dane belengazên kurd û maf û pirsa wî ya rewa di hundirê vê nîvdewleta xwe de didin mandelê.
Diyar e, ku ew bi vê hismendiyê ne duh û ne îroj û ne jî di paserojê de maf û pirsa kurdî di Sûriyeyê de napejirînin.
Bi rastî, heger em bi hûrgilî li ser sedemên mandelkirina pirsa kurdî di Sûriyeyê de rawestin, meliyonek gotar têra vê yekê nakin.
Bi nerîna min pistgirên vê rejîmê yên bi hêz di hundir û derveyî Sûriyeyê de hene, ku ew bixwe alîkariya wî dikin û berî wî pirsa kurdî di hemû besên Kurdistanê de didin mandelê.
Rejîm jî ji aliyê xwe ve biryarên wan bi cih tîne.
Bi nerîna min, di hundirê Sûriyeyê de du hêz hene:
1-Hêza olderan, û bi taybet oldarên Ermen û Suriyan û Asûrî û Kildan û Filehên Romî ne, yên ku rêveberiya partiya Elba,is û partiya qomûnîst ya Sûriyeyê dikirin, û xwe kiribûn bavê netewa ereb di cîhanê de.
2-Hêza musilmanan, û bi taybet ya biraderên Musilmanan (Ixwan Elmuslimîn), yên ku bi dizî di bin navê partiya Elba,is de kar dikirin û besek ji dezgehên rejîmê bûn.
Li derveyî Sûriyeyê pênc hêz hene:
1-Hêza dewletên Ewropayê hinek ji older.
2-Hêza hinek ji partiyên Isra,îlê ye.
3-Hêza besekî ji Marûniyan bi serûkatiya ‘Misêl Ewin’ li Libnanê ye.
4-Hêza hinek ji older (Ortodokis) û partiyên Yewnanî ye.
5-Hêza dawî ya neteweperestên Tirk û Faris û Ereb e.
Di bin bandora van hemû aliyan de, serûkê nîvkomara Sûriyeyê Besar Elesed û berpirsên din nikarin bi tena xwe, bi nerîn û helwesteke erênî li pirsa kurdî di Sûriyeyê û Kurdistana basûrê rojava de binêrin, û ligel hemû kêse û pirsên din di Sûriyeyê de çareseriyeke guncaw û demoqrat ji wan re bibînin.
Ji lewra ew ji herdu destên xwe ve hatine girêdan, tenê ji bo dilê hevalbendên xwe xwes bikin, ew jî mîna gelekan pirsa kurdî û miletê kurd di Sûriyeyê de dide mandelê.
Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim, ku pirsa miletê kurd ji hemû serûk û berpirs û desthilatdarên û oldarên rojhilata navîn mezintir e, û ti kes nikare vê pirsa han di nav resbelek û zindanên xwe de vesêre, ji ber ku doza miletê kurd mîna hemû dozên li cîhanê ‘dozek e rewa’ ye.
Helbet, wê rojek were, ku zana û rêzanvanên miletê kurd bi alîkariya dost û hevalbendên xwe vê pirsê bi cîhanê bidin pejirandin û mafê xwe yê netewî bi dest bixin û xaka welatê xwe ‘Kurdistan’ ji bin destêt dijminan rizgar bikin.
[email protected]
03.05.2020

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button