Nûçe

Rêveberiyên Komela Pistgiriya HAK-PARê û KOMKAR Almanya hevdîtinek pêkanîn

Rêveberya Komela Pistgiriya HAK-PAR`ê û rêveberya KOMKAR Almanya li Berlînê, payîtexta Almanya hevdîtinek pêkanîn.

Civîna ku li Berlînê hatibû lidarxistin, ji aliyê KOMKARê Dr. Sukru Guler, Seyda Seref, Dogan Kiliç û Rohat Geran, ji aliyê Komela Pistgiriya HAK-PARê jî Mihemed Tanrikulu, Musa Ataman û Fettah Timar besdar bûn.

Ev hevdîtina li ser daxwaziya rêveberiya Komela Pistgiriya HAK-PARê hate pêkanîn. Babeta vê civînê kordine kirina kar û xebatên ku li Almanya ji bo Partiya Maf û Azadiyan têne mesandinê bû.

Ji pistî dan û standinên dûr û dirêj, di civînê da hate dest nîsan kirinê ku, her çiqas HAK-PAR partiyeke pirrengî û pirdengî be jî, li Almanya piraniya endamên Komela Pistgiriya HAK-PARê ji der û dora KOMKARê ne. Wek rêxistineke demokratik gelek deveran komel û komîtên KOMKARê hene. Di heman demê da ji wan komel û komîtan hinek kes endamê komela Pistgiriya HAK-PARê ne jî. Di dema bihurî da hinek çalakî, civîn, konferans an jî hev dîtin hatin pêkanîn.

Caran KOMKAR caran jî Komela Pistgiriya HAK-PARê dest dan ber van kar û xebatan. Ev jî dibû sedema hinek nakokîyan. Sirîkê vê xebatê kî ye. Ya rastî, hemû kesên ku dixwazin pirsa kurd û Kurdistan bi erênî safî bibe, sirîk in, lê belê ji bo ku em hemû bi yek dengî û bi yek rengî pistgirîyê bidin vî karî, pêdivîya kordîneke bas heye.

Di vê civînê da li ser têkilîyên HAK PARê jî hate peyivîn. Gelo, têkilî gel Komela Pistgiriya HAK-PARê an gel KOMKARê an jî caran komel caran KOMKAR bêne danîn. Berpirsiyar kî ye? Sedema nakokîyan jî ev pirsa ye?

Di encama danû standina dostane û erênî, heru alîyan li ser xalên jêrîn hemfikir bûn:

-Divê kar û xebatê di vî warî da tevayî bêne kordîne kirin.

-Pêdiviya komîtên herêmî yên ku li ser navê Komela Pistgiriya HAK PARê têkiliyan bimesînin bêne saz kirin. Ev kêsên ku ji bo vî karî bêne destnîsan kirinê wê ji aliyê KOMKAR û Komela HAK PARê va bêne nav kirin.

-Eger hinek çalakî bêne saz kirin, KOMKAR û Komela Pistgiriyê wê hev û di agahdar bikin, da ji bo çalakiyên KOMKARê û yên Komelê rastî heman demê nebin.

-KOMKARê ji bo tevxebata komikên xebatê, komîte û komelên ku endamê KOMKARê ne di vî warî da agadar bike, ku tevxebata KOMKAR û Komela Pistgiriya HAK PARê bê astengî bimese. Evê jî tev xebata Komela Pistgiriyê û komelên KOMKARê hêsatir bike.

-Divê alîkariyên ku ji hev û di bêne xwestin, di dema xwe da bêne kirin.

Di civîna danû standinê da ev kes besdar bûn:
Ji aliyê KOMKARê: Dr. Sükrü Güler, Seyda Seref, Dogan Kiliç, Rohat Geran
Ji aliyê KOMELA Pistgiriya HAK PARê: Mihemed Tanrikulu, Musa Ataman, Fettah Timar

Dengê Kurdistan

Back to top button