Nûçe

Rêxistinên kurd li Danîmark rejima Îranê protesto kirin

Yilmaz Yildiz – Kopenhag

Di vê dema dawî de rejima kevneperest a meleyên Îranê dîsan zor daye sêdaredana zîndanîyên kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Heta niha dîsan bi dehan xortên kurd ên çalak di bin navê ku ‘Dijminatîya Xwedê dikin’ de li sêdareyê dan û ev zilm û hovîtîya wan her beredwame. Roj nîne ku yek an çend xortên kurd nayêne bidarve kirin. Civaka navnetewî jî, ji ber dayin û satandinên li gel rejima Îranê ên di derbarê projeya atomê a Îranê de xwe kerr û lal û li beramberî van hovîtîyên rejimê jî nebihîstî dikin.

Bi pêwana sermezarkirin û protestokirina van êrîsên rejimê ên li ser gelê kurd û sêdaredana xortên kurd û ji bo agahdarkirina raya gistî a Danîmark, Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) û Rêxistina Hizbên Sîyasî ên Kurdistanê (HEVKARÎ), dest bi hin rêzeçalakîyan kirin. Du besên van çalakîyan hebûn. Di xeleke yekemîn a çalakîyan de, ku ji roja 28.11.2013 heta roja 06.12.2013’an dewam kir, ango 9 rojan li ser hev li ber Parlamentoya Danîmark çadirek hat vegirtin. Di nava hizb û komelan de kar hatibû dabes kirin û bi dorê her roj partîyeke kurdî an jî komeleke kurdî ji seat 9.00 heta 18.00 nobeta çadirê digirtin û bi gistî li ser vê çalakîyê û li ser rewsa xortên kurd û gelê kurd bi gistî agahdarî didan xelkê û belavok belav dikirin. Heyetek jî ji çend kesan pêk hatî serdana parlamento û hin rêxistinên sifîl kirin û li ser çalakîyê agahdarî dan. Herweha jî nameyek ji hin sefaretan û rojname û televizyonên re jî hat sandin û bal kisandin ser hovîtîya rejima Îranê.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 02.12.2013’an de nobeta çadirê a Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK’ê bû. Çend heval ji serê sibê heta êvarî nobeta çadirê girtin û belavok li xelkê belav kirin û agahdarî dan raya gistî.

Wek dûwemîn rêzeçalakî jî xwepêsandanek mezin hatibû amade kirin. Ji ber wê jî di roja 07.12.2013’an de girseyek mezin ji kurdên tevaye Danîmark ‘ li gel wê serme û seqemê – xwepêsandaneke protestoyî li ber sefareta Îranê li dar xistin. Xwepêsandanê di seat 12.30’an de li ber îstasîyona bi navê ‘ Svanemøllen Station’ li taxa ‘Østerbro’ dest pê kir û di seat 14.30’an jî li ber sefareta Îranê bi dawî bû. Li ber sefaretê hemû besdaran bi yek dengî sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ xwendin û bi siloxanên kurdî, îngilîzî, danîmarkî û farisî rejima Îranê protesto kirin. Herweha hin axaftin hatin kirin û bangî civaka navnetewî hat kirin ku li dijî vê zilm û zora rejima Îranê bê deng nemînin û hewl bidin ku dawîyê li van sêdaredanên kurdan bînin. Xwepêsandan bi seweyekî serkeftî bi dawî bû.

08.12.2013

Dengê Kurdistan

Back to top button