Nûçe

Rêzekonferansên HAK-PAR yên li Ewropayê berdewam dikin

Pistî konferansên Parîsê û Den Haag`ê, di 18.6.2016 an da jî li bajarê Kolnê konferansa HAK-PARê bi babeta „Rewsa dawî ya li Rojhilata Naverast û Tirkiyê’ hete mesandin.
Die destpêkê da serokê Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa li ser navê Komîta Kargêr tevaya besdaran û serokê HAK-PARê berêz Refik Karakoç û cîhgirê wî berêz Abdullatif Epözdemir silav kir.
Serokê Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa kurteagahîyek di derheqa kar û xebatên Komela Pistgirtiya HAK-PAR Ewropa da besdaran.
Ji pistî bi rêzgirtinî bîranîna sehîdên Kurd û Kurdistanê ra konferansa serokê HAK-PARê dest pê kir.
Berêz Karakoç bi zimanê kurdî zaravê kirmanckî va dest bi axaftina xwe kir. Pasê bi zaravê kurmancî berdewam kir, bi zimanê tirkî va jî dawî axaftina xwe anî.
Babêtên ku di vê konferansê da jî derketin pêsyê ev bûn:
-Serê ku li Rojhilata navîn tê mesandinê, taybetî jî serê ku li ser axa Kurdistanê tê mesandinê
-Daxwaziya Azadiya Kurdistana Basûr û serê ku li Rojhilata Kurdistanê dîsa destpêkiriye û destkeftiyê Rojava
-Mafên kurdan yên rewa /-Pirsa yekitiya kurdan/-Politika dewleta tirk û dagirkerên mayîn
Serokê HAK-PARê Refik Karakoç bersiva van pirsana li gorî polîtîkayên partiya xwe dan û sîrove kirin. Karakoç ji bo serê ku li rojhilata navîn û li ser erdê Kurdisranê tê mesandinê got: „Ev sera ne serê me ye. Ev sera serê dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan e. Dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe Kurdistan perçe kiribûn, dixwazin îro hinek guhartinan pêkbînin. Divê tevaya kurdan taybetî jî partiyên kurdan gelekî hisyar bin. Divê em gelek bas bizanibin em ê gel kê hevaltiyê daynin. Divê kurd êdî ji bo xwe bixebitin, ser bikin, ne ji bo hêzên dagirkeran. Taybetî jî ev serê qirêj yê ku li Kurdistana Bakûr tê mesandinê. Divê ev sera bê rawestandin. Berê gund niha jî bajar û bajarokên Kurdan têne wêran kirinê. Ji bo mafên Kurdan yên rewa hewcetiya serê çekdarî tune. Em dikarin wan mafên xwe asitiyane bixwazin û bo wan bitekosin.’ Karakoç di vê derheqê da pêda çû û polîtika HAK-PARê raxiste ber çavan.

Di derheqa xala dudan da, partiya xwe ji bo daxwaziya Hukumata Herêmê ya Kurdistaneke Azad û referandumê bi zimanekî zelal anî ser ziman. Her usa pistgiriya partiya xwe ji bo destkeftiyên Rojava jî eskere kir lê pirsgirêka di navbera partiyên wê herêmê jî anî ser ziman. Pistgirîya partiya xwe ji bo tekosîna Kurdên Rojhilata Kurdistanê jî anî ser ziman. Karakoç got: „ Ji bo têkosîna ku ji bo mafên kurdan yên rewa ku wek sîrê dayika wan li wan helal e, hewce nîne ku em serê çekdarî bimesînin. Ev sera destxistina mafên me derengî dixe, dibekû derfet hema bi gistî ji destên me derkeve. Divê em ji bo van mafana rêyekê bibînin bi hestên netewî û welatperwerî dest bidin hev û bi riya asitiyane û demokratik va bigîhîjin armancên xwe. Ji bo çareseriya pirsa Kurd, mafê kurdan yên netewî û demokratik polîtikayên dewletê tunin. Eger hebûya ji bo çareseriyê tenê partiyeke ku dibêje „Em ne partiya kurdan e’ ra hevdîtin çênedikir. Divê hemû Partî di nava vî karî da cîh bigirin.
Di derheqa yekitiya partiyên Kurdistana Bakûr da jî, Karakoç got: „Partiya me platformeke netewî ye. Destûr û bernama me ji bo hemû kesan e, ne ji bo ideolojîyekê ye. Van hevalên ku partî damezirandine tevayî di dema damezirandina HAK-PARê da di nava vî karî da bûn. Rêberiya wê da cîh girtibûn. Hinek serok bûn, hinek cîhgirê serok. Gelo çi hate guhartin, em çi ji hev û di cudatir dixwazin. Em hemû dibêjin sistemeke federative çareseriyeke here bas e. Em hemû perwerda zimanê dayikê jî dixwazin. Partiya me ji bo hemû hevalan vekiriye. Mafê me yê hilbijartinan heye. Em çima nakevin bin vî banî. Em bangî hemû kurdperweran, welatperweran dikin, bila mil bidin me, em tevayî ji bo mafên xwe bixebitin. Eger xeteke netewî û demokratik pêk were, emê bidin dû wan. Bila ev jî bê zanîn.’
Di derheqa polîtîkayên dewletên dagirker da jî Karakoç raya partiya xwe eskere kir: „Dewletên dagirker

nehatine guhartin. Ew naxwazin mafên kurdan yên netewî û demokratik hema ji ber xwe da bidin, lê belê dinya hatiye guhartin. Dewletên di pist wan da wekî berê nînin. Berjewendiya xwe diparêzin belê, lê guhartinên ku di dewletên dagirkerên Kurdistanê da diqewimin, dibin sedemên guhartinên hevalbendan jî. Divê kurd di heval girtinên da hisyar bin.
Ji pistî axaftina Berêz Refîk Karakoç besa pirs û bersivan bû. Di vê besê da besdaran pirsên xwe kirin, serokê HAK-PARê jî bersivên wan da. Berdiva hinek pirsan jî cîhgirê serokê HAK-PARê berêz Abdullatif Epözdemir dan. Endam û alîgoirên HAK-PARê, berpirsên partiyên kurdistanî, kesayetiyên xweser û rewsenbîran hetanî dawîyê guhdarî kirin û pirsên xwe kirin. Konferansê bi cosekê va dest pê kir û hetanî dawiyê jî bi wê cos û kelecanê berdewam kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button