Nûçe

Rêzgirtin li Helbestvan û Nivîskar Dr. Eskerê Boyik

Di 24-ê Nîsana 2016-an de, li bajarê Hannover/Elmaniya bi destpêskeriya înîsîaytîva Ciwanên Kurdistanê li Hannover seva rêzgirtina nivîskar, lêkolîner, hismend û helbestvanê hestên tenik, ko wek hostê ruhê gelê xwe, tête binavkirinê, Dr. Eskerê Boyik li dar ket.

Ev sev bi besdariya komek ji nivîser ên eyan ji her çar parçeyên Kurdistanê, Heyder Omer, Jan Dost, Newaf Mîro, Burhan Qeredaxî û besdariya dengî, Hesen Îrandost û amadebûna gelek sazî, kesayetiyên pispor di warên cuda de, Prof. Dr. Hisên Bektas û xanima wî siyasetmedar Naciya Çelebî-Bektas, nivîskar Hisên Düzen, rêvebirê komîta kurdên Hannover Ferîdon Qazî, mamoste Mistefa Kisabacak û rojnamevan-nivîskar Ziya Laçin, avokat Feysel Bedir, mamoste Subhî û gelek rewsenbîr, her wisa Piyanist Brahîm Sêxo, Alî Ronak, Jiyan û hunermendê deng û tembûr xwes Kadar Nûrî bi rê ve çû. Zor hevok û peyvên bi naverok û watekûr li ser helbestvan, nivîskar û lêkolînerê navdar Eskerê Boyîk hatine gotinê.

Di wê seva rêzlêgirtina nivîskarê xudan ked, besdaran xwestin bizanibin, Esker kî ye? Çi ye? Berhem ên wî çi ne? Û sedema vê rêzlêgirtinê?

Her nivîskarekî serboriya xwe di gel Eskerê Boyik da diyarkirin û çavkaniyên wê nasînê bi têr û tesel darêjan. Ez wek pêskêsê wê ahengê, li ser afirandin, nivîskariya Esker û astengiyên heyî di rêka nivîskarên yekîtiya Sovyeta berê û bi taybetî li pêsiya Esker bixwe anî zimên. Mamoste Heyder Omer, li ser berhemên Esker, mandîbûna wî, gera wî li dûv ziman û wêjeya kurdî kir û wek nivîskarê gerok ew binav kir. Romannivîsên qedirgiran Jan Dost, kêfxwesiya xwe diyar kir, ku nivîskar hîna li jiyanê ye û qedrê qelema wî weke seydayê Xanî dibêje hate dîtin. Her wisa helbesta Esker ya bi navê dîkê derewîn, ku wî di sala 1991ê de wergerandibû ser zimanê erebî û di pirtûka xwe ya berhevoka helbestvanên kurd bi erebî, ya yekem wesandibû û di pey re, helbesteke xwe xwendin. Mamoste Newaf Mîro, ji camêriya xwe li ser jiyana wî û berhemên wî û ka ew çawa xwe dide nasîn peyivî û helbesteke xwe diyarî mamoste kir. Pîrozbahî û birûskên dilxwesiyê hatin xwendin, ji yekîtiya nivîserên kurd-tayê Duhokê, bêjera radio Riya Teze, Xanim Bella Sturkî, nivîskar Konê Res û gelek ên din.

Recesor û sanogerê kurd yê taze ji Silêmaniyê hatibû, Burhan Qeredaxî bi helbesteke xwe besdarî ahengê bû û bi dilekî mist xem û xemgîn helbest xwend. Mamoste Ferîdon Qazî, bixêrhatina mêvanan kir û dît, ev karê rêzgirtinê karekî saristanî ye û di kesayetiya Esker de, ew nivîskarên bi kul çûn têne bibîrhatin.

Hêjayî gotinê ye, ku hunermend Alî Ronak, nivîseke tenik derbarê Dr. Esker de nivîsîbû, xwend û di pey re helbesta Dayê Can, ya Esker, ku awaz lê danîbû, jenî û got.

Hunermend Kadar Nûrî, bi stran, deng û tembûra xwe dilê mêvana sad kir. Piyanistê me, Brahîm Sêxo, ku taybet bo vê sevê ji cihekî dûr hatibû, tiliyên xwe yên majîk, li ser piyano re birin û guhdar bêdeng histin. Di dawiyê de, Seydayê Esker, hat û xelat ji destê endamên Insiyatîvê wergirt, her weha qeftek gul jî. Hunermendê sêwekar Ismaîl Misto, ji rojavayê Kurdistanê, Portrait yê Esker kêsa bû, lê mixabin nikarîbû amade bibe, hevalên wî yên Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya ew diyarî dane destê Esker î. Esker jî hat û „ Ji vir û heya mala xwedê’ razîbûna xwe diyar kir û li ser asteng û kelem ên li pêsiya nivîskaran û nivîskariyê li wê demê darêja û bi kêfxwesî hemî mêvan bioxir bûn û em jî yên amadekarê sevê, me karê pêdivî kir û bi kêfxwesî vegeriya mala xwe.

Tengezar Marînî Foto:Jan Barin

Dengê Kurdistan

Back to top button