Nûçe

Roja Rojnamegeriya Kurdî Pîroz Be!

22`yê nîsanê wek “Roja rojnamegeriya kurdî” her sal tê bîranîn û pîroz kirin. Ev roja destpêka wesandina rojnameya “KURDISTAN”`ê ye, ku cara pêsîn di sala1989`a de li Misrê hatiye çapkirin. Rojname ji alîyê rewsenbîrê kurd Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve hatiye nivîsandin û li Qahîreyê di “Çapxana El-Hîlal” da hatiye çapkirin. Rojnameyê li Misrê destbi wesanê kir lê ji ber çavsoriya karbidestên dewleta Osmanî neçar bû ciyê xwe biguhêze. Li Swîsrayê (Îsvîçre), London û Folkstonê berdewam kir û dawiyê da dîsa vegeriya Swîsrayê. Li ser hev sîhûyek hejmarên wê derketine. Hejmara dawîn ango ya 31`ê li Cenewreyê derket.

Sazker û serwerê rojnameya “Kurdistan”, rewsenbîr û welatparêzê nemir Mîqdad Mîdhet Bedirxan bi xwe jî wek rojnamevanê yekemîn di dîroka gelê kurd da xwediyê ciyekî rûmetbilind e.

Dengê Kurdistan

Back to top button