Roja Tengayê û Firehîyê
Di roja tengasîyê de ku meriv bi kêrî hevdû neyê, roja firehîyê herkes lewê bavê xwe ye. Di rojên tengaysîyê, yên weke nexwesîyê, qede û belak bê serê meriv çavê meriv li merivê xwe, heval û dostên xwe digere, ku wana meriv li ber serê xwe û li kêleka xwe bibîne.
Rojên firehîyê de, meriv, heval û dostên meriv weha dixwazin ku meriv herdem rewsa mero xwes be û di firehîyê de be.
Te dît ku merivek nexwes ket, ew nexwes çavê wî li kes û kesên wî yên nêzîk wî digere, ka tê cemlê yan na. Tadeyek lê tê zulmek lê dibe çavê wî/wê kesan li heval û hogirên wan digere, ka helwesta wan heval û hogirên wî çîye? Ew weha difikire ew kes jî heqê wî ye.
Lê tahdît berovajî wê dîtina wî çêbû hemû dost û hevalên wî lê nepirsîn, ew jî ji xwere dibêje ha ewana li min ne pirsîn û helwesta xwe dîyarkirin wan heval û dostê min, çima? Ew jî wilo ye dikare berovajî bêkirin.
Ka ku dost, hevalên min, ez û ew kesê li dijî min dijayetîyê dike û çêrê min dike min bi kustinê tahdît dike, weke hevdike, ew ne dostahî ye, ew dirûtî ye, ew tirsonekî ye.
Tahdît û xeber-çêrkirin ku di van rojên bihurî de, ji birêz Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu re û Nîzamettîn Ariç, Muhsîn Kizilkaya têne kirin, ew ne ji ana de ev rêxistin û mesûlên vê rêxistinê dikin, ji wextê ku derketîye heta ana tukesî ji xwe pêve di meydana serê ji bo azadîya Kurd û Kurdistanê de nabine û yên dinê jî dijmin dibîne, yên ku hene divê ku ji holê rabin nemînin, ew çax xurt dibin ‘pkk’. Ev rêxistin jî wehaye Kurdên ku di nivîsînin dibêjin, ma vê gavê ne wextê dev avitêna hevdûye hinik sîyastevanên me dibêjin
Ez bawerim evên vê dibêjin, ku ne wextê dev avêtinêye ew bi xwe jî dizanin ku rast nabêjin. Îca çima weha dibêjin meriv jî fehm nake. Ya tirse, yan jî nok û nîskên hinikan di nav hevdûde hene. Rast e, yên ku natirse kes tune,’lê yê ku bitirse jî sênga gewr nabîne’, tê gotin. Lê bila tirs be ne hesabên pûl û cîh û kursîyê be
-Birakê D. Bîlek di ser nivîsa xwe de, tu weha dibêjî. ‘Tawanbariya li himber hev zererê dide pêvajoya siyasî guh bidin peyama Barzanî’. weke ku bav û kalên me gotine, ‘hem lin al dixe û hem jî li bîzmêr dixe’ bavo heger tu bêjî vekirî bêje ne de vîyalî û wîyalî, tu Burkay û yê ku heta ana jî dijeyeta basûrê Kurdistanê dike PKKe bikî weke hevdû gotin ji tere tune mala te ava. Mala te çawa ava gelek derban ne hindîkî, ji ber ku te jî serokatîya KUKê kir alaqa te bi peyama birêz Mesûd Barzanî tune, gelê kurd camêr kurê camêra nasdike, kurê Mele Mistefa Barzanîyê mezine keko. Hemû gelê Kurd wî nasdike û bê çawa rola xwe pêk tine.
Lê hinik selaf û bekoyî nahêlin mesele çareser bibe, tevlihevîyên dikin. De ew selaf û bekoyî jî karê xwe dikin ku yên weke ‘ memo û zînê neghên hebdû’ çi ji wan tê dikin.
-Divê ku meriv li gotinê serokê herêma kurdistanê birêz M.Barzanî ji xwere bike mînak ku dibêje kurd divê ku serê hevdû nekin û dev navêjin hevdû, yekitîye xwe biparêze gotina birêz M.Barzanî gotîye, di civîna meclisa Kurdên sûrî de, bi teybetî zêde banga wî ji PYDê ku girêdaye PKKê ye, keko Dara, divê ku meriv vêya bêje, çima wê meriv wê bide vîyalî û wîyalî, rastî ev e.
-Eve demeke di navbera hinek rêxistin û kesayetên kurd de rexneyên gelek tund têne kirin. Taybetî pistî vegera siyasetmedarê kurd Kemal Burkay, awayê vegera Burkay ji aliyê medya PKK-ê ve hate rexne kirin. Burkay jî di derbarê PKK-ê de dîtinên xwe giranî di medya tirkî de dibêje. PKK weke rêxistin ne filan rêxistin û nej î bêvan rêxistn tucarî jî nas nekirîye birakê Dara, tu bi xwe jî dizanî. Lê tu ya rastîyê nabînî, yan jî naxwazî fehmbikî keko. Bêguman peyama birêz Mesud Barzanî vekrîye û ronîye bê ji kêre dibêje, ew jî PYD û PKKê re dibêje, weke ku têye gotin; ‘dîwaro ji tere dibêjim, bûkê tu fehm bike’ lê em çibikin sîyasetvanên me yên ana hinik fehm nakin, mixabin
-Di malpera rojevakurde bi navê Feqir Ehnet nivîsek hatibû nivîsandin. Min ew nivis xwend bi rasti min serm kir, bê hûn çawa nivîsek weha di vê malpera ku der û dora PDK-basûr bakurî dene çapdikin. Weha dîyar dibe ku tahdîdên ku li birêz Kemal Burkay û kesêndinê tênekirin hûn û yên weke te keko Dara hûn pê dilsad dibin. Lê base meriv bi hawayên weha hevdû nas bike, bas dibe.
-Bê guman li ser rewsa PKK-ê û siyaseta ku îro rêve dibin û herweha li ser awayê vegera Burkay ya Tirkiye tistên mirov bêjin gelek in. Keko heger tu gelek tistan dizanî bi kerema xwe tu bêjî bas dibe, hem li ser PKKê hem jî li ser sîyaseta Burkay.
-Divê her kurdek li hemi besên Kurdistanê bi vê peyamê tê bighin û li gora wê jî gavan bavêjin. Dijderketina vê yekê dijderketina yekitiya tevgera kurd e. Kes li dijî vê peyama dîrokî tune keko. Peyama birêz Mesûd Barzanî di civîna Kurdên Sûrî li Hewlêrê gotîye, bêguman hêja ye û delal e, ne hewceye ku tu bêjî keko Dara, ji ber ku xelkê kurd û bi teybetî jî nesla ku bi Mele Mistefa Barzanî xwe naskirîye weke Kurd ne hewce ye ku tu berdevkîyê bikî keko serê PKKê li dijî mesla Kurdan ana jî li ber cava ye, van rojên buhirî de, weke li gelek bajarên Sûriyê, li rojavayê Kurdistanê jî, li bajarên weke Qamislo, Kobanî, Amûde, Dêrîka Hemko û Efrînê mes hebûn. Di wan mesan de, 30 saliya komkujiya bajarê Hama hate bi bîranîn. Çekdarên PYD li dijî wan mesan derketin. Çekdarên PYDê bi çekan hicûmî xelkê kirin û ketîye parastina desthiledarîya Esad, tu ji vêre çi dibêjî keko Dara?
Dirojên teng û firehîyê de, meriv dost û yên nêzîkî hev hevdû nas bike bas dibe. Hêvîdarim ku meriv jî dîtinên xwe yê teng ku zirarê bide kar xebatên bo mafê gelê Kurd ji bo azadîya miletê me meriv zû li xwe verqele û çewtîyên dinê neke bas dibe. Kesên ku çewtîyên xwe bibîne û bêje, ew kese mezin e di çavê gelê xwe de. Yan jî çewtîyê bike û na ê rast ezim û xwe biparêzê ew meriv miroveke tirsonek û ji xwe bi sik e.