Nivîsar

Roja Zimanê Dayîkê û Zimanê Kurdî

Ez dixwazim pêsî li ser rewsa dersê zimanê dayîke, dest bi nivîsa xwe bikim .

Vê bêjim, ewilî li Awrûpayê li dewletên wek Finlandîyayê, Swêdê, Swisrê û Norvecê ji sala 1984 an virde di dibistanan de destûra zimanê kurdî hatîye dayîn. Li wira ne tenê dersên zimanê kurdî di dibistan de tê dayîn, her wisa ji bo hemû zimanê kêmketî ku li wir hene û ê rûdinin û bi zimanê xwe yê malê di axafin jî. Heger malbat daxwaz bikin di dibistan de her demê dersê zimanê dayîkê dikare bê dayîn.

Ji bo pêsketin û firehkirina ziman jî, dewlet hemû xerckirina dersan wek materîal, pîrtûk û hazirkirin û çêkirina wan jî dide. Ev yek ji bo zimanê kurdî derfetek e û gelekî hewcedarîya zimanê kurdî pê heye. Heta li Swêdê di bêseke zaningehê de, mamosteyên kurdî jî tên amadekirin. Berîya deh salan jî komek xwendewanên Kurd yên Kurdîstana Bakur çûn wir û li wir bûn mamostê zimanê kurdî û vegerîyan welat.

Kengî destûra dersên zimanê kurdî li Almanyayê hatîye dayîn?

Ez wek mamostê zimanê kurdî di dibistanên yekemin de (dibistana pêsî) de kar dikim, ji xeynî kurdî dersên zimanê îtalyanî, tirkî, polonî, erebî û rûsî jî hene.

Li Almanya Federal ji bo hinbûna zimanê dê, di dibistanan de sala 1962 an (hingê cara yekemin bû gelek kes bi navê „karkerên mêvan’ ji Tirkîyê hatine Almanyayê) vir ve, rê û destûr dane, ku dersên zimanê dayîke di dibistanan de bên dayîn. Wî wextî tenê ji bo zimanên fermî yên dewletê nasdikirin, bi guhartineke destûra nû ya perwerdeyê, pistî sibata 1993` an vir de li herema Saxsina Jêrin (Niedersachsen) rê û derfet danê hemî zimanê ku ne fermî ne jî , yanî; ê zimanê zikmakî ku zarok li malê bi kîjan zimanî diaxife, bi fermî hat naskirin. Li gor vê yekê li ber zimanê kurdî jî rê û îmkan vebû.

Pêsî sala 1993` ya vir de mamostêyên bi xwe Kurd bûn, ku bi fermî di dibistanan de dersê tirkî didan, ji bo zimanê kurdî jî destûr hat danîn, ku ew di dibistanan de dersên kurdî jî dikarin bidin ( li Saxsina Jêrîn). Pistî hingê tam bi navê ‘ mamostê zimanê kurdî’ wek yên din hatine tayîn kirin. Yek wan jî ez im ku li bajarê Oldenburgê ev 19 sal in di dibistanan de dersê zimanê kurdî didim. Ev yek gelekî kêyfxwesî dide min ku ez vê xizmetê dikim (min li Tirkîyê 1979- 1985 mamostetîya tirkî jî kiriye û li ‘ Stanbûlê Enstîtûtîya Perwerdêyî’ xelas kir).

Daxwazîya zimanê dayîkê

Li gor destûrê, heger dê û bav cîyê ku lê rûdinin û mijara deh zarokên bîyanî hebin û diçin dibistanê, dikarin serî li daîra perwerdeyê bixin da ku hinbûna mafê bi zimanê zikmakî di dibistanan de dikarin bidestbixinin û ji bo vî karî jî ‘ Wezîrê Çandî ê Heremê’ mamoste û xwestina materialan (amûrên dersan) bi cî tînin. Çimkî ev mafêkî demokratik û mirovatî ye. Malbatên zarokan tenê li gor rê û ûsûlê daxwazîya dersa zimanê dayîkê bikin û cîyên ku pêwistîya dersa zimanê dayîkê lê heye, dikarin serî lêbidin.

Peymana mafên zarokan

Ji bo parastin û hemû mafên zarokan di sala 1989` an de ji alîyê’Yekîtîya Miletên Netewîyê'(UNO) zêdêyî 180 dewletan ve ku êv peymana bi 54 xalan ve îmze kirine heye û Tirkîye jî di nav deye. Almanya ev peymana sala 1992 a qebûl kiriye.

Ez pirs dikim gelo çiqas mirov û malbatên zarokan hay ji vê yekê hene?

Birêvebirîne dewletan û daîrên wan li gor vê „Peymana Mafên Zarokan’bi çi awayî wan re danînûstandinê ango mûamelê têkirin? Em heqê wan çiqas dizanin û jê haydar in? Minak wek mafên nasname, ziman ,çand, kultur, cins, hînbûna di dibistanan de , ilimdarî û parastina jîyan û ewlîya wan û hwd. (Ev mijareke berfirehe ye, pêwîst e di pêsê rojê de bi firehî bê behs kirin û nivîsandin.)

Roja zimanê dayîkê li cîhanê

„Neteweyên Yekbûyî’ (FN) yên cîhanê, saxê wê bi navê „Saxê Zanist, Perwerde û Çandeyê'(UNESCO) sala 1999 an 21 Sibatê wek roja ‘ Zimanê Dayîkê yê Cihanê „ hatîye qebûl kirinê û ji bo pîrozkirina wê jî bi fermî bîryar hatîye standinê. Her sal 21 ê sibatê li dinyayê ev roj tê pîroz kirin.

Ji bo me Kurdan ev rojeke girîng e, pêwîst e Kurd di mala xwe de, li komel û civatan û bi rêya medîya bibîrbînin û dêûbavan û zarokan pê bihîsînin, feyde û girîngîya zimanê xwe bi malbata xwe vê li ser biaxfin.

Zimanê me nasname û rûmeta me ye, bê ziman jîyan namese û bê ziman tinebûna me ye…

Hûn dizanin li vê dinyayê bi sedan ziman helîyan çûn û winda bûn, pê re jî ev çand û kultura heyîf ku ji bo mirovatîyê hebû winda bû, hê jî li ber winda bûnê zimanê dayîkê li dinya me hene…

Daxwazîya me ji gele me ev e, ji bo jîyandarîya zimanê me; hewldaneke berçav, xurtkirina xwendin û nivîsandina kurdî, vekirina dibistanan, medîya û axaftina wê di her rengê jîyanê de xwedî daxwaz û helwest bin.

Hebûna me zimanê me ye, heger hez ji dayîka xwe bikî , bi hurmet û serbilindî zimanê diya xwe biaxife (xeber bide)…

Ez bi vê wateyê vê roja zimanê dayîkê li we û cîhanê pîroz dikim.

Ez nivîsa xwe bi vê gotinê dawî dikim.

‘ Ziman dilê merivan e, bêdil jîyan nabe’…

20.02.2014

[email protected]

Ahmet Akbas

Balkêş e ?
Close
Back to top button