Rojev tijeye
Pir hindik rojeva ku em têde nin, zêde, zêde rojhilatanavîn û me kurdan aleqadar dike. Ji ber em kurd ji gelê vê heremênin û desthiledarîyan ku li gelê kurd kirine, zordarîyeke bê hempa û barbar li ser gelê me kirin ‘îran, ereb û tirk’ hûn jî di vî qirna bîstûyekan de, zorderarîya xwe dûmdikin.
Ma meriv wê qala çibike û çi neke?. Ewqas rojev tijeye ku weke çemê Firatê û Dîcleyê zû diherike, pêre naghêjêyê ku li ser binivîse û sirove bike. Lê divê ku rewsenbîr û ronakbîr û nivîskarên me, wext derbas nekin, rojeva ku em kurd têdenin gelek girîng û mihîme binivîsin.
Lê bi kurtasî be jî dikarim hinik bûyerên ku vê dawîyê li herêma rojhilatanavîn çêbûne ji xwendevanên xwere pêskês bikim.
Çend bûyerên vê talîyê ku rûdane û hewildanên hatine kirin û ji hinik partîyên ku ji xwere dibêjin, em pêskêsên gelê kurdin, hinik sexsiyetên binav deng gotinên nebas ji wanre hatîye gotin. Hilbijartinên ku li bakurê kurdistanê di sala 2014 an de, jibo saredearîyan, mesa ji bo azadîyê û asitîyê ku partîya maf û azadîyan pê rabûbû, bi dawî hat, di nehrajan de.
-Li basûrê kurdistanê hilbijartin hatin kirin ji bo parlementoya herêmê. Hilbijartin bi sêweyeke asîtyane û demoqratîk bi dawî hat. Dîyar bû ku gelê kurd li basûr nûnerên xwe yên rasteqîn sandin meclisa Kurdistanê. Hinik partîyan dengê xwe bilind kirin û hinikan partîyên nistimanî yê gelê kurd kêm standin, evjî heta çar salên bên ji bo hemû partîyan dibe îmthanek, li rojhilatî kurdistanê meriv dikare bêje heroj xort û keçên kurdan û gelê dinê tine seniqandinê. Ji xwe li rojavayê kurdistanê, ser û pefçûn hey berdewam dikin.
-Ev cîhana ku bi rêve diçe, komarên weke Emerîqa, Çinûmaçîn, Rûs û îngilîs û herweke dinê. Li himberî çavên wan bi salaye ku li Îranê û rejima Mola îdara dikin, bi rêve diçe. Bi salaye ku beser mirov ji bo doza xweye rasteqîn û azadîyê demokrasîyê kar dikin û dixebitin. Lê heqê wanî mirovatî beserî û heq û hiqûq tune, li komara îslamîya ku desthiledarî di destên Mola deye heq û azadî tune. Heroj mirov têne kustin û têne seniqandin, ma ka mafê mirovan, ma ka heq û hiqûqê însana li îranê. Çima ev cîhan bê denge, çima dengê xwe nakin dezhegên mafê mirovan û însanî.
-Erîsê ser serokatîya herêma kurdistanê ku van rojên dawî têne kirin, metirsîyan ji meriv re dîyar dike, kesên ku li pas vê hene weke sexs yanjî weke sîyaset û bi teybetî û tilîyê qirêj yên dagirkarê kurdistanê û xulamên wan di van gotinên qirêj xerab de hene. Ev dev avêtin û gotinê hanê ku dilê merivan li hevdixin û doza gelê kurd ji bo ku li paskeve, tenê ye. Ev ên weha xulamên der û dorê wê neghên daxwazên xweye xulametîyê. Lê divê ku PKK ji heval û hogirên xwere bêje û terbiyakê bide wan.
Vêya birerhetî dikarîm bêjim, li herderê Kurdistanê ji Mele Mistefa Barzanîyê mezin û ji malbata wan re gotinên ku meriv naxwaze divir de bêje, û ne ehlaqeke mirovatîye ji wan re dibêjin, pir eyîb fedîye. ‘bav û kalên me gotine, sûna xincera rehet dibe, lê sûna çêra û siqêfa û xeberan rehet nabe’. Heyîf û xebîneta malbata mala Barzanîyan, tucarî serî nizm nekirine ji tukesîre. Ev neslê me yê weke kurd ku ana sîyasetên dikin, ji sedî-sedê wî wextê ku kurdîtîya xwe naskirîye, bi nav û dengê Mele Mistefa Barzanîyê mezin xwe naskirîye, ez bixwe yek ji wan kesa mim û ez ana jî bi wî navî serbilind û serfirazim ku min bi rêbaza Barzanî min xwe naskir ez kurdim. Herbijî Barzanî, herbijî serokê herêma Kurdistanê kekê hêja û delal Mesûd Barzanî.
-Di xwe pêsendanek li bajarê Mêrsînê, ji alîyê hevalbendên partîya BDPê pankertek nivîsandibûn. Li ser pankertê weha hatîye nivîsîn, ‘El Tayîb, El Barzanî û El Nusra Hûnê di wê xwîna ku we li rojeva rijandîye de bifetisin’ . Sedî sed hevalbendên apovîyane, ji ber xeberên ji malbata mala barzanîya li bakurê kurdistanê têne kirin, dil meriv li hevdikeve.
-Li bakurê Kurdistanê plana ku Partîya Maf û Azadîyan (Hak-Par) ê dabû pêsîya xwe nehroja li bajar û bajarokên ku teskîlatên Hak-Parê lê hebûn li wan bigere. Û gera xweye ku di 27 meha çirya pêsîn 2013 an de, ji Enqerê dest pêkirin, berê xwe dan Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Çewlik, Agirî, Wan, Bedlîs, Elîh, Amed, Mêrdîn, Riha, Dîlok ve Adana û Mêrsînê bi dawî hat mesa azadîyê asitîyê. Di nava kerwanên mesê de serokê gistî Kemal Burkay, cîgirên serokê gistî Resît Delî, Fehmî Demîr, Newzet, Bayrem Bozyel û gelek hevalên dinê jî hebûn.
-Ev derba dudaye ku partîya Huda-Par partîya Hak-Parê ziyaret dike û vê derbê li gel serokê gistî Huda Parê Zekerîya Yapicioxlu, sekretêrê gistî Mehmet Yavuz, cîgirê serokê gistî Hasan Askin. Ji Partîya Maf û Azadîyan Serokê gistî Kemal Burkay û cîgirê serokê gistî Alaeddîn Aras û Fehmî Demîr amade bûn. Hevdîtinên Huda-Par û Hak-Parê bi gelek maneye di sertên îroîn de, ku hilbijartinên saredarîyan têne kirin sala bê. 2013.11.08