SALA 1994
Sala hezar nehsed nod û çar
Li min zor kir zulmê neyar
Roja bîst û heftê meha nîsan
Bûharê çêbûn rengên gulan
Axîna min rengên bûhar
Xar kirin min komên neyar
Ketim destên cuntên xedar
Hêvî nema mam bê setar
Bûhar meha nîsanê bû
Gul, sorgulan koz vedabû
Ew hesreta dilê min bû
Gazî û hewar li min çêbû
Gaz, û hewar li min rakir
Zulimkaran zulim çêkir
Hemû gelan çira sêyrkir
Lewra li min ronî sarkir
Sala neyar li min pist da
Can û beden li min ês da
Bes neyarêm here wê da
Ev çi halin ezim tê da
Wan li Xarpêtê zulim danî
Bi neyarî û him jî bi xedarî
Ês û birîn ji canê min barî
Ronî li min kirin tarî
Zîndana Xarpêtê zulim barî
Ev bin erdê kûr û tarî
Weka gorên bi neyarî
Hewar, qêrîn zare zarî
Min ne kes kust, ne dizî kir
Ne kes êsand ne jî dil sar kir
Min mafan re xwedîtî kir
Koma gel re biratî kir
Xwebûnê re serbilind bûm
Ez koman de pir xuya bûm
Di nav gel de ez hêja bûm
Di dozê re xwe hisyar bûm
Axîna min gelek kûre
Evîna min gula sore
Zordaran li min bore bore
Wekî segayên bêyî tore
Wan bê toran serî rakir
Wekî haran li min xarkir
Bi neyarî zulm çêkir
Jîyana min tev xirabkir
Qêrîn û axîna merivan
Pê sa dibûn cuntên hovan
Pesnê xwe jî pêra didan
Ne eybe fedî bo cuntan
Tirk dibêjin Kurd biranin
Ev çi zulmên hezar salin
Herdem ji ber zulmê dinalin
Ka biratî ev çi halin
Bi wan gotinan kurd xapandin
Zora xwe li ser me da resandin
Dinya ji me pir hêjandin
Hezar salin em mêjandin
Çira ez hatime vê dinyayê
Dinya kirine gola xwînê
Bû qedera girîn û sînê
Ketime tora wê axînê
Ev mafeka Xuda da min
Wan zordaran girtî ji dest min
Îro kesek nema pist min
Rojekî ev maf wê bikeve dest min
Çi dinyaye xwes û rinde
Herkes tê da serbilinde
Ji wan axan bûme bende
Ev axînan mîna çende
Axîn daxwazîya min mafe
îyanê re ev ne zafe
Bese mafêm vemesêre
Pênîr ninim tu bi kêrî
Pênîr ninim rake kêrê
Daxwazîya min heqê parê
Ez merivim xwedîyê mafê
Ev mafa daye min Xwedê
Gelek zore ev bêkesî
Çira kesek me napirsî
Ev çi karên pîs bindestî
Kêr gîhaye li ser hestî
Ez ne berxim tu bi kêrî
Xwe merivim tu çi dinêrî
We em kirine parçe parî
Ser çar parçan kirin neyarî
Zordar rabûn bi neyarî
Derd û axîn li me barî
Nola sevên res û tarî
Herdem zulim li me barî
Tevhev rabin hev bibînin
Hemû kesan bicivînin
Para heq da serî hilînin
Wan zordestan bifetilînin
Bese nalînê em rakin
Res û tarî pês xwe rakin
Sîn û girî tev belakin
Hemû bindestan pê sakin
Birînamin kûre pir xedare
Benda doza bav û kale
Li ber bendê dil dinale
Hevîya bendê me gelek sale
Ez Simkoyê Sercanî me
Bavê Laser û Gula xwe me
Bindestan re ez hêvî me
Lewra ji dil birîndar me
Bese Simko pir nebêje
Dozên Ereb û Rom qirêje
Rus û Faris pê dirêje
Lewra kesek heq nabêje
Xwendevanên delal, vê carê ji we re helbestekî bavê xwe, Îsmaîl Aydin pêskês dikim. Ev helbest di sala 1994 de ji ber zulma ku di xanîyên 1800 malan li bajêrê Xarpêtê de hatine kirin hatiye nivîsînê.Bavê min 22. 07. 2022 de wefat kirîye.Hêvî dikim ku hûn ev helbesta wî bixwînin û bizanibin wan zordaran çi anîne ser girtîyan li welatê me da! Heyanê careka din bimînin di nav asitî û aramîyê da.
Suphi Aydin