SALA NU LI HEMU WELATÎYAN PÎROZ BE

Salake din jî, li dû me ma. Sala borî, bi gelek çetnahî û alozîyên welat û herêma me derbas bû. Sala borî mirovatî gelek westand û bêmecal hist.
Di sala borî de, dinya bû dîl û êxsîrê sewba Covid-19. Li dinyayê gelek kes bi sedem corona virüs a nû, jiyana xwe ji dest dan. Gelek dost û heval û hevnas û welatîyên Kurd jî, mixabin ku bi vê sewbê ketin û koçebar bûn. Bila ruhê wan sad be û dinav nûr û ronahîyê da razên.
Helbet Covîd -19, ne tenê bi encama mirina bi dehan hezar kesan berdewam e. Her wiha di van sertan da, aborîya welat jî sikestêke mezin xwar. Bi hezaran kesan kare xwe ji dest dan, mane bêkar û betal. Bi sedan esnaf û tacir bi sedem tevdîrên ji coronayê parastinê ketin nav alozî û qeyraneke mezin. Jîyan bûha bû, betalî zede bû, hilberîn a kist û kalan kêm bú, milet kete nav xêzanî û hejarî û nedarîyeke mezin.
Mixabin ku dewlet bi qederê pêdivîya gelê feqîr nebû yar û yarîder. Dewletê erk û wate û rola xwe a ‘civakî’neleyist. Ev yek her niha jî berdewam e. Hêvîdarim ku di sala nû de ev rewsa perîsankar dubare nebe.
Ya here bixêr ew bû ku li himber Covîd-19 asî peydabûn û li seranserê cîhanê bûne hêvîya rizgarîya ji vê sewba mirovkûj.
Dîsan di sala bori de erhejanên xembar li derdorê Meletî û Elezîzê û di mehên axir a sala 2020’an de jî li Izmir’ê, pêk hat ku bi hezaran xanî û avayî xesarek mezin dîtin; her wiha bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes ji, birindar bûn, mane bêcî û bêmal. Ev bûyereke xemgîn bû, xezebeke xwezayî bû ku bi ser welatîyan ve hat.Welatî bêmacal bûn, di bin xirbeyê avahîyan de jîyana xwe ji dest dan.
Di sala 2020’an de jî, Hêrîsên nîjatperest û dijraberên Kurd li Tûrkîyê kûta nebûn. Li gelek cîyên Turkîyê Kurd bûne hedef û amanca hêzên nîjatperestên Türk. Bi dehan kes bi vê dijayetîyê hatin kustina. Dewletê nekarî pêsî li van nîjatperestan bigre. Dijayetîya nîjatperestan di sala boerî de jî dewam kir.
Her wiha li welat, bi sedem newekhevîya civakî a cinsîyetan bi dehan keç û jin hatin kustin. Zilm û zordarîya li ser jinan nehate rawestandin. Peymana Stenbol bi rêkûpêk nehate bikaranîn, keç û jinên welat li himber tûndî û dijwarîya mêrên bêesil, mane bê parastin û bûne qûrbanîyên sazûmana mêrparêz.
Helbet hilbijartinên DYE jî bûyereke here giringê sala rabirî bun. Trump di hilbijartinan de serneket. Biden û Harris serketin. Li rêveberîya DYE de gorankarîyeke berçehv çê bû. Ev gorankarî hêvî û ûmuda astîya cîhanê jî zede kir. Niha civaka nevnetewî çaverêyê kiryarên desthilata nû a DYE ye. Em serketinê ji birêz Biden û hevkarên wî re dixwazin.
Di sala 2020’an de jî, mixabin ku lI Turkîyê pirsgirekên sereke yên welat bi sêwazek astîyane nehatin çareser kirin. Dewletê sêwazên ewlekarî û dijwar wek rêya çarelêkirina pirsgireka Kurd hilbijart. pirsa mafê hevpar a miletê Kurd hate racehv kirin.
Bêguman ne tenê li Turkîyê her wiha li navçeyê Rojhilata Navîn, Hêzên dijraberên Kurd û Kurdistanê, bi taybeti dewleta kevneperest a Îranê, di salên rabirdû da, xwest ku Kurdistana basûr ji hindûr ve lawaz bike û bixe bin bandûra xwe. Di mehên dawîya salê de ev nîyet eskere bû û lewra li dora bajarê Silêmanîyê xwepêsandanan amade kir. Pasî noker û xûlamokên sazûmana dijraber a Kurd, xwestin ku serhildanek pêk bînin. Dest bi çalakîyên dijwar û tûndperest kirin. Li himber van buyer û rûdanên herêmê, hîn hêz û rêxistin dest bi bangesanên xirap û têkber kirin, dijayetîya Kurdistanek serbixwe kirin binyata siyaseta xwe. Ev xirapkarî û helwestên xirab, ev xeterî her niha jî li ser rê ye.
HÊVÎDARIM KU SALA NÛ JI BO MILETÊ KURD BIBE SALA AZADÎ Û BEXTEWERÎYÊ
Mixabin ku welatê me, ji çar alîyan ve hatîye dorpêç kirin û dagîr kirin. Divê di van hal û mercan de em neyêne dek û leyîstikên dijminan, em nebin xizmetkarên neyaran. Divê em bi hev re her tim ast bin û pistgir û pistevan bin. Divê em li her bostek axa Kurdistanê xwedî derkevin, destkevtîyên netewîyên miletê Kurd biparêzin û berfirehtir bikin da ku mîletê me nîrê bindestîyê biskên e. Divê hêz û rêxistin û dem û dezge û alîyên netewî hevdeng li himber têk birina destkevtîyên Kurdistanê rawestin û li dijî kiryarên sazûmana dijraber a Kurd bi hestên milli û birayane, mil bi mil, bibin pal û pista statûya sîyasî a basûrê Kurdistanê.
Heyf ku sazumana dijberîya Kurdan di sala borî de jî, li navçe bi hemu hewildanên xwe ve berdewam kir. Ya here xirab û dilêskar ew bu ku PKK a ku xwe wek ‘hêzeke Rizgarîxwaza Kurd’ hisab dike, di van hêrîsên xirapkaran de roleke nahiz û dijminane leyîst. Bi helwesta xirapkaran digel rêxistinên terörist û tûndperestên wekî Hasdi Saabi re bû yek û li dijî statûya federal a herêma Kurdistanê dest bi çalakîyên xêrnexwaz kir.
Me gelek caran anî ziman ku PKK êdî ji xizmeta miletê Kurd dûr ketîye, hevsar û benê wê ketiye destê xêrnexwaz û neyarên Kurda. Helbet ev gotina me sayanê îspatê nîne. Çalakî û gespêdan û provakasyonên PKK’ê û derdorên wê, tecrübe û ceribandanên vê rêxistênê gele caran em mafdar derxistine.
Careke din jî em dubare dikin: Eger PKK xwe wek rêxistinek Kurd û Kurdistanî hesab dike divê ji xizmeta dijminên Kurd derkeve, ji bo dehatûya azad a miletê Kurd bixebite. Lazime alîgirên PKK çekê xwe dirêjî azadîya Kurdistanê nekin. Eger nîyeta wan heye ku careke jî be bi miletê Kurd re qencîyêk bikin, bila çekê xwe deynîn û li desthilata rewaya hikumeta basûrê Kurdistanê rêz bigirin. Divê PKK dev ji van xirapkarîyan berde, rêyeke xêrxwaz bibjêre. Zêdetir hêz û karina Kurdan berhewa neke, heder neke. Kurd ne xercê bîna û avahîyên hêzên dagirke û dijminê Kurd in.
Divê PKK dev ji hevkarîya hêzên xêrnexwaz berde. Divê PKK, dev ji vê sîyaseta ku tû qezenc û feydeyek nade miletê Kurd berde û bi rê û olax û sêwazên astîyane û demokratîk tevbigere.
Bi boneya sala nu banga me li welatperwerên Kurd ew e ku, bi hîç sêweyek rê nedin terorîst û provakator û xêrnexwazan heta ku di armanc û helwestên xweyên kirêt de, ser bikevin. Roj roja xwedîlêderketina mafên netewîyên miletê Kurd e. Roj roja parastina statûya federal a basûrê Kurdistanê ye. Miletê Kurd li himber xirapkaran bêdeng namîne.
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, bereya xêrnexwaz û dijberê Miletê Kurd û her wiha xûlam û noker û xizmetkarê dijminên netewa Kurd sermezar dike.
Xwisk û birayên birumet,
Her wek ku tê zanîn roja dawî a salê, ji bo Kurdan rojek gelek giringe. Lewra ew roj, roja bîranîna sehîdên Kurdistanê ye. Em bi vê minasebetê sehîdên Kurdistanê bi sîyanet û hirmet yad dikin û li ber bîranîn û tekosîna wan a pîroz, rêz digrin.
Di sala taze de, hîvîdarim ku ser û pevçûn biqedin, nokerî û xizmetkarîya hêzên xêrnexwazan bi dawî bibe, hevkarî û hevalbendîya di nav Kurdên welathiz de zêdetir bibe. Hemu gelên cîhanê, nemaze gelê Kurdistanê bigêje jîyanek ast û serfiraz û azad û demokrat.
Sala nû, pêsî li miletê Kurdistanê û her wiha li hemu gelên cîhanê pîroz dikim, asti, azadî û wekhevîyê ji hemu gelên bindestên cîhanê re dixwazim.
Ez vê sala nû bi hestên dilînî li we û li hemu gelên astixwaz û azadîxwaz pîroz dikim.
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistî yê Partîya Maf û Azadîyan
HAK-PAR
Dengê Kurdistan