Salik Dinê Jî Li Welatê Xeribîyê Derbasbû
Îsal jî li dervî welatê bav û kalê xwe, ser sala xweye nuh emê derbasbikin. Li welatê xeribîyê li nav gelên xerîb ku dibêjin, ‘çîmin jê te’, ev sîhûsêsale bi vî hawayê em dûrî xaka bav û kalên xwe nin. Ma nebese ev derd û kulê xeribîyê, li welatê xeribîyê li welatê xelkê.
Jiyana bê xaka bav û kalan û ne li cem bav û dîyan, kal û bapîran, xalan, metikan, ap, pismam, birazîyan, xwarzîyan, cîranan û gundîyên xwe, îca ev çi jiyane li welatê xeribîyê.
Dîsa jî salik dinê jî ji temenê-emrê me çû, yanî em bi emir bûn. Herkes dibêje, ma ev sal çi zû derbas bû weke ava çema ku zû biherike, diherike hayê meriv jê çêna be.
Ji bo min sahnazîye ku ez jibo mafê gelê xwe derketime dervî welat. Bi hezaran yên weke min ji welatê bav û kalên xwe dûr ketine. Hinik ji wan jî li dervî welatê bav û kalê xwe sehîd ketin û nexwesîyên, yê weke dil û pencesêrê li wan xist û çûn ser dilovanîya xwe, rehma xwedê li wan hemû kesên çûn ser dilovanîya xwe.
Her serê sala nuh dikeve çilê hisk, di çilê hisk de gelek berf tê û sarûseqem çêdibe. Berî serê salê li gunda jêre dibêjin, dehkê dermala, dermala serjê dikin. Gostê dermala hinik malan gostê xwe dikesidandin û hinikan jî gostê dermala hisk dikirin, dûvên beran yan jî mîhê di rûnê xwede tê qelandin heta ku rûnê dû dihile û pistî wê kizik jê çêdibûn, ew kizik jî gelek xwesin. Heger dewarên mezin, ga, çêlek yan ciwange qelyê jê çêdikirin. Wexta ku dermale serjêdikirin, gundîyan cîranê xwe û mervên xwe dewetî ser xwarina kezebê û serûpêdikirin. Lê roja ku dermale dihate serjêkirin, ew roj zarokên malê û hemû malî bas gostên birajtî dixwarin, nefsa xwe kor dikirin.
Ji bo serê sala nuh gelek tistûmistên ku meriv bi xwe amededikrin ewjî evbûn; gûz, bihîv, cûreyên mewîja, mewîjên zeytî, qirfok, kerkûs û resik, bastêq, benî û meclûk, hejîrên hiskkirî, teaw, berû, nokên qelantî û yên kelandî. Tê bîra min wextê ku em li gund bûn, gelek berf dihat. Berî zivîstanê her gundîyekî amedehîyên xwe ji bo herçar mehên çile dikirin. Îca ervanê xwe datanîn, nisk, savar-bilgur, nok, rûn û hwd, amededikirin. Ji bo pez û dewaran, ka, ceh kizin rêsî û çilo-karik amededikirin. Hatina berfê de, hem kêfa meriv dihat hem jî, serme û seqem pir çêdibû. Wexta ku berf pir dihat me li ser sêlê, yan jî tenekakê xwe disemitand, derbna ew sêl, yan jî teneke ji bin meriv derdike, meriv diçû alîyekî û sêla meriv û teneka meriv jî diçû alîyekî, meriv gelek diêsîya.
Qirdikê sersalê yanî kalê serê salê dihate amedekirin. Qirdik xortekî cilê û bergên kala li xwe dikir rîha wî ji hirîyê û ser û rûyê wî dihate nuxumandin, darek yan ji gopalek dixistin dest wî dibû qirdik-kalê serê salê û xortek jî cilê pêreka lêdikirin ewjî dibû jina qirdik û xortên gund li nav mala digerîyan li gesta xwe.
Di serê salê de nanê silikî jî têye çêkirin, nanê silikî hevîrê wê tenike weke pelûrêye, tifikê dadidin û sêlê li ser dadînin, ku sêl germbû pêsîyê bezinî di sêlê de didin hevîrê silikî bi tasikê yan jî kodikikê li ser sêlê digerine, nanê silikî herdû alî ku çêbû dixin testikê heta hemû nanê xelas bû, pistre jî nan dixin mesefikê mezin. Îca rûnê xwe diqelînin û pistre dimsê berdidin ser rûnê qelandî, heta ku ew dims jî germbû wê dimsê û rûnê bihevre berdidin ser nanê silikî û malbat lê dicivin sehet û xwesîbe.
Zivistana îsal dîyar bû ku berfa welatê me weke zemanê berê hatîye, di dehkê dermala de berfê li welatê me Kurdistanê li bakur, rojave, basûr û rojhilat hat. Berfa îsal dest, 7 BIN YILLIK TARIHI KENTTENzozan, çîya û berîya Mêrdînê xemiland ji rengê xweye sipî weke ku tu kirasekî sipî li derûdorê kî, weke bûka ku meriv kirasê sipî lêkî hate xemilandin.
Lê pir mixabin li welatê me ji ber ne amedîyên-hazirîyan, sarûseqemê dehkê dermala bi hawayeke bê amedeyî qefiland. Û li hinik herêmên welatê me, bi hezaran rîyên gundan û hinik bajarên biçûk ji berfa giran hatin girtin, qezeyên tirafiqê çêbûn û birîndar û mirî jî gelek çêbûn.
Welatê ku ez lême, welatê swêdê Îskandenewya welatê qesayê û sermêye, ku dereca sermê dadikeve binya sifrê bîst, bîstûpênc û di ser sîhîre jî derbasdibe, îsal hîn jî raste rast hîn berf nehatîye û seqem jî tune, dibe ku rewsa hewayê hatîye guhertin. Heta ku min ev nivîsa xwe sand malperên xwe yê weke ‘Dengê Kurdistan, Dengê Azad û Roja Welat’ li swêdê ne berf û ne seqm hebû.
Li herêma Sêwreka girêdayî bi ser bajarê Ruhayê ye di dehê meha çilê pêsîn de, gelek berf barya û seqemek gelek dijwar bi bahoz hat. Li gundekî Sêwrekê çend kerên reben ku hayê wan ji bayê felekê tunebûye, dehkê dermala çilê pêsîn berfek gelek giran û bi pûk û bahoz hat, kerên reben bi hawayeke bê amedeyî zevtkirin. Xwedê ji gundîya û berpirsyaran razîbe, ku ev kerên reben ji vê seqemê û berfa xeter azad kirin
Sala 2013an de, li cîhanê gelek bi basî û tevlihevîyekê derbasî salik nuh bû. Li cîhanê hîn jî heq û hiqûq û mafê mirova binpê dibe, sermayedar û komarên serdestî vê cêhana ku em lê dijîn, yên weke Emerîqa, Rûs, Çîn, Îngilîs û yekitîya ewrûpa, yê vê cîhanê ji xwere bi kartînin. Serê li komara sûrî hîn jî berdewame, zarok, jin, kal û pîr têne kustin, di vandu salan de nêzî 200 hazar mirov hatine kustin, bi hezaran jî birîn darin û seqetin, nêzî sê-çar milyona jî ji sûrî koçberî komarên cîran û welatên xerbê bûne. Û hîn jî ser û pefçûn li sûrî berdewame, wê heta ku here ev ser ewjî di destê Rûsya û Emerîqana deye, ew û ûjdanên xwe
Gelê minî zehmetkês û cefa kês, sala 2014an li we hemûçka pîroz dikim. Hêvîdarim ku sala nuh (2014) bibe sala azadîyê, demoqrasîyê û asitîyê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê û herêma rojhilata navîn û cîhanê. 2013.12.25