Salvegera 80 yî ya Komkujiya Dersimê

Di dawiya sedsala 18 an û destpêka sedsala 19 da, roma res zulma xwe li ser seranserî Kurdistanê, taybetî jî herêma Dersimê ango li rojavayê çemê feratê li ser Kurdên Qizilbas roj bi roj zêde dikir. Çavkaniyên dîrokî gelekî zelal nîsanî me didin, ku hê di dema Osmaniyan da bingeha vê nefikirinê, êsandinê û komkujiyê hatiye danîn.
Di dema xwe da Yusuf Ziya Pasa yê esilgurc gelek salan li Kurdistanê wezîfedar bûye. Di 1785 da li Kebanê / Madenê û di 1797 li Dersim komkujî, islahkirin (tedib), bi tûndî dûrxistin, tedayî (Tenkil) bi Kurdên Qizilbas kirin, pêkanîne.
Dîsa xeta Meres û Dêrsimê tedib, tenkil pêkanîne, her usa xeta Adiyaman, Meletî, Dersim qetliamên nemîrovane dane kirinê.
Heman demê da rêberên esîretan vedixwîne Çemisgezekê û serê ji 100 kesan zêdetir serokesîretan didin jêkirinê, wan dide kustinê.
Dîsa li Gelyê Mercan kurdên qizilbas kom dikin, tevaya mêran dikujin, dest didin ser keç, jin, mal û milkên wan, wek qanîmeta sêr.
Bi van çend nimûnan jî tê dîtinê, ku zulma li ser Kurdan, taybetî jî li ser kurdên qizilbas, bi Dêrsimê va, bi sînorkirî nîne û gor planeka bi rêk û pêk, dûr û dirêj hatiye mesandinê. Ev jî qetliam nîne, hema raste-rast jenosît e.
Niha em bêne plana dema Komara Mustafa Kemal. Ji pistî serhildanên 1921 li Koçgîrî, 1925 û Agiriyê M.K. û hevalbendên wî dixwastin li van deverên li jor navkirî, taybetî jî li Dersimê, Kurdên Qizilbas bi tundî bîne rê, bikuje, ji welatên wan derxe û berê wan bide metropôlên Tirkiyê, gund û bajarên wan wêran bike. Wan dixwest, ku hejmara kurdan li wê herêmê kêm bibe. Jixwe mîrovên wê herêmê di dema Osmanî da jî serê xwe li ber desthilatdariya Osmanî danenîbûn. Ji ber vê jî Mustafa kemal wa devera wek birînekê xeter navdikir. Ji bo pêkanîna van planên xwe yên qirêj jî, di parlametoya xwe da biryarên nemîrovane girtin. Di 25.12.1935 an da qanûna Tuncêliyê da derxistin. Ev biryara wêrankirin, qirkirin, pêkanîna komkujiyâ Dersimê bû. Ji pistî vê biryarê di 04.05.1937 an da, di komisyona Wezîran da biryareka nû hate standin. Ev biryara bi tûndî, di hemû waran da ser Dersim û dêrsimiyan da çûn bû. Bi fermana Mistefa Kemal û Ismet Inönü va, rê ji bo komkujiya Dersimê vebibû. Encam, bi hezaran va kustina kurdên elewî, zar û zêç, keç û jin, talan kirina mal û halên wan. Heta bêjî destavêtina keç û jinan, zarokên kurdan ji bo xwe wek berdestî birin.
Iro bûye 80 salan ku ev jenosîda li ser kurdên Dersimê hate mesandin. Seyîd Riza yê nemir û hevalên wî hatin darda kirinê. Hetanî îro cîhê ku lê hatine binaxkirinê ne dîyar e.
Ez tevaya qurbaniyên serê Dêrsimê, taybetî Seyîd Riza û hevalên wî bi ihtiram bibîr tînim û qetilkarên wan bi tûndî rûres û sermezar dikim.
-Divê dewleta Tirk vê bûyerê wek jenosid bipejirîne!
-Divê merzelê Seyîd Riza û hevalên wî bêne eskere kirinê!
Fettah Timar
Serokê Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa
04.05.2017
Dengê Kurdistan