Salvegera Komara Kurdistanê a Mahabadê – 1

Di ser damezrandina Komara Kurdistanê a Mahabadê de 71 sal derbas bû. Her wek tê zanîn roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêsengîya nemir Qadî Mihemmed û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê, di dîroka Kurdistanê de sikaneke. Her çend temenê komarê 11 ( yazde) heyv ajotibe jî, di maweyê vî yazde heyvî de, gelek nirx û hêjanên netewa Kurd hatin xûlqandin ku heta îro û heta hetayê wê wek nirxên netewî di jîyana civakî a Kurdan de her hebin. Lewraye ku ev Komar ji bo gelê Kurdistanê cerbandinek pir giringe.
Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebîyatê degelek gavên giring hatin avêtin. Operayek netewî bi navê ‘Daykî Nistiman’ hate çêkirin, di warê çapemenî û wesangerîyê de jî, gelek cehdên girin encam dan. Zimanê Kurdî bu zimanê fermi û zimanê hînkarî û perwerdekarîyê. Sagirtên dibistanan geyistin zimanê xwe û bi kurdî dest bi xwendin û nivsandinê kirin.
Damezrêner û avakar û pêsengê Komarê ‘Komeli Jiyannewey Kurd’ JÊKAF bu. JÊKAF pistî demeke kin xwe veguhast û bu partî. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, ( PDKÎ:HDKÊ) rênîsander û parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê bu. Bêguman di wê demê de xebat û çalakîyên PDKÎ nayên jibîr kirin. Avakirina Komara Kurdistanê li Mahabadê di heman çax de avakirina Partya demokrata Kurdistana Îranê ye jî. Serokê Komarê pêsewa Qadî Mihemmed serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu. Partî û Komar di hemançax de hatibun dinyayê. Komar nema karî li ser kar bimîne lê Partî îro jî bi mêrxasî jibo azadfîya Kurdistana Rojhilat têdikose, dixebite.
Komara Kurdistanê a Mahabadê, bi pistevanîya Ertêsa Sor a sovyetan hate damezrandin û pir mixabe ky dîsan bi destkêsana heman ertês ber bi hilwesanê ve çû. Sovyetan heyf û mixabin ku meyla xwe dane ser Komara Gelî a Azarbeycanê û pistgirîya Komara Kurdistanê bidawî anî. Serokê Komara Kurdistanê nemir Qadî Mihemmed heta axîrîn nefesa xwe ji bo jîyandina Komara Kurdistanê liber xwe da, lê rejima dirinde a Îranê, pistî vekêsana Ertêsa Sor hêris bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir. Qadî Mihemedê nemir roja 31’ê meha diwazdan a sala 1946’an sehîd ket. Lewra ew roj wek roja sehîdên Kurdistanê tê yadkirin.
Komara Kurdistanê a Mahabadê yekem dewleta serbixwe a gelê Kurde ku ji alîyê Neteweyên Yekgirtî ( NY ) ( Miletên Yekbûyî) ve, bi fermî hatîye naskirin. Heyf û mixabin ku pistî qûlîbîn û vekêsana Ertêsa Sor, hêzên fasist û kevneperest dewlata Kurda hilwesandin. Di vê babetê de, Îxaneta Leskerê Sor neqabile ku were jibîr kirin.
Komara Kurdistanê a Mahabadê, yekem car leskerek nîzamî ji bo xwe danî û ji bo leskerên Kurd navê Pêsmerge lê hat danîn. Pêsmerge ew kese ku pês hemu kesî diçe mirinê. Yanî parêzgerê gel û welate pêsmerge. Her wiha Komarê sîrûda netewî a’ Ey Reqîb’ wek mersa Kurdî qebul kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin. Qencî û sûdên Komarê helbet ne evqasin. Her wiha roja ala Kurdan di vê demê de hate kivsekirin û ala rengîn hate eskerekirin ku ala Kurdan jî ji wê demê ve pîroze ji bo hemu Kurdan.
Bi avakirina Komara Kurdistanê re, cara yekem bu ku bi navê ‘ Peymana Sê Sînûr’ çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybun û Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji besekê Kurdistanê bun, di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê serketinek netewî pejirandin û jêre bune arîkar. Paytextê Komara Kurdistanê bajarê Mahabadê bu. Gelek gund û bajar û bajarokên herêmê di bin desthilata Komarê de bun. Lê mixabin ku Komara Kurdistanê salek jî nekarî xwe li ser pîya ragire.
Ez bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin. 70. min salvegera Komara Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz dikin. Komara Kurdistanê a Mahabadê sikaneke gelek giringe di dîroka gelê Kurd de. Dewleta fermî a ku jî alîyê Koma miletan ve hatîye naskirin, yekem derge bu Kurd tê de derbasî cîhanek azade dibûn.
Di 70. min salîya vê Komara netewî de, divê gelê Kurd wan rojan yad bike, u ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre. Komara Kurdistanê a Mihabadê , rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye. Rûhsad bin Qadî Mihemmed û hevalên xwe. Berxwedana Qadî Mihemed, bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike.
‘EEGER WELATEK WE HEBE û HÛN TÊDE SERBEST BIN, WÊ DEMÊ HER TISTEK WE HEYE. ‘
‘Malê dinyayê ne tistek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tistê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem jî wê nîstimanek we jî, hebe. ‘
‘Hetanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin’
Serokkomarê dewleta Kurdistanê a Mahabadê nemir QAZÎ MIHEMED û hevalên wî roja 31’ê meha 12’an a sala 1947 ( 31. 12. 1947) li meydana ÇARÇIRA a Mahabadê hatin darvekirin. Di ser darvekirina nemir Qazî Mihemed û hevrêyên wî de 69 sal derbas bû, lê hê jî, mêrxasî û wêrekî ucesareta Qazî nehatûye jib3ir kirin. Qazî û hevrêyên xwe ta axirîn nefesa canê xwe li ser sonda azadî û serxwebuna Kurdistanê man.
Qazî Muhammed, dema ku ber bi sêdarê va diçû, bi bîr û bawerîya azadîya Kurdistanê serbilind bu. Leskerên dagirkeran ku xwastin çehvê wî girê bidin ji wan re hêr û tûrebu û got. :’çavên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavvekirî li welatê xwe binerim. hûn Qazî Muhemedekî dikujin lê bizanibin ku di her dilopek xwîna min de, wê bi hezaran Qazî Muhemedên din sîn bibin. Ez bang li gelê kurd dikim ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bike. Bijî Kurd û Kurdistan’
Qazî Muhammed nimuneyeke ji egernasî û welatperwerîya gelê Kurd. Ez birêz û hirmet Qazî Muhammed û hevrêyên wî bibîr tûnim. Her wiha di roja yada sehîdên Kurdistanê de ez hemu sehîdên gelê Kurd yad dikim û li ber xebat û fedekarîyên wan her tim rêzkarim.
Pêsewayê Kurd Qazî Mihemmed, pês ku were daliqandin, xwest ku çend sîretan li gelê Kurd bike. Ev sîret her wek osînameyek yanî wesyetnameyekeç Lewra ev asîname ji du besa pêk tê. Besa yekem derheqê dehatûya Kurdan û serborîya Koamara Mahabade, a didûyan jî, bangeke ji bo malbatê, ji bo heqhelal kirin û xweskirina gîyana pak a Qaziyê Kurd e. Emê zêdetir li ser sîret û bangewazîya Pêsewayê Kurd bisekinin.
Van sîretan dike nemir Qazî:
‘Ji hevûdu re dijminatû nekin, hevûdu biparêzin û alîkarîya hev bikin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefirosin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, tehemmûla we dike, pasî, divê hûn bizanin ku qet bawerî bi we nake û dilê wî bi we nasewite. Neteweya Kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê her maf û berjewendîyeke, xwedîyê her tistekî ye. . Heta neteweya Kurd ji aliyê egîdî, û xîretê ve , ji gelek neteweyên azad jî pêstir e. Miletê Kurd jî wek neteweyên din yên ku ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn jihev re, rîkdar nebin. , xwe nefirosin dijmin û jihev re xwesbîn bin û tehemûla hevûdu bikin . Dijminê Kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyÎ dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, Wê bixwazin ku we, bi destê hev bidin kustin. Dijmin wê bixwaze ku we, bêsexsiyet bike, wê bixwaze bi dek û derewan, bi eger û fenan, we, bi destê we bide kustin ’ ( ji wesyetnameya Qazî)
Li jêr herdu besê wesyetnameya Qzî ku besa yekem ji sîret û salixan pêk tê û berdewam besa diduyan wek bang û daxwazîyeke ji bo malbata wî, hatûye pêskês kirin. Ev wesyetname ji pirtûka nivîskarê Îranî Seyyid Muhemmed Semedî a bi navê’ Nigahî bi tarîxi Mehabad. ‘ku sala 1373’êyê Kotû li Mihabadê çap buye û her wiha ji alîyê dostê minê hêja niviskarê nûjen a edebîyata KurdÎ Jan DOST ve ji Farisî hatûye weregerandin bo zimanê Kurdî/ Kurmancî.
WESYETA QAZÎ MIHEMMED A JI BO MALBATÊ
Serokomarê Mehabadê Pêsewa Qazî Mihemed tevî Seyfî Qazî û Serdî Qazî di 31’ê adara 1947’an de li Meydana Çarçira hat dardekirin. Berî dardekirinê pêsewa wesiyeta xwe dike. Em wesiyeta Pêsewa Qazî Mihemed pêskêsî we dikin ku ev wesiyetname yekem car bi kurdî tê çapkirin.
Yek du parçe xalî yan xalîçe yên seyid Rehîm kurê seyid Camî li ba min in, bidin wî bi xwe. Ew jî deyndarê min ê hindek pere ye, eeger da bas e, ku neda jî bi kêfa xwe ye.
Genimê li Tesbîtê ye, malê min e eeger dane we bistûnin.
Erebeya Ford 46 malê min ê sexsî ye.
Li cihê ku tê de hatim girtin, pênc hezar û du sed tumen di berîka min de bûn û ji min standin, li aliyekî din jî sed û pêncî û sê tumen birin. Her wiha Serwan Serîf jî ji xanima min deh hezar tumen pereyên wekaleta xwe stendine wan jî bistûnin.
Muînî deyndarê minî sê hezar tûmen yan kêm yan zêde ye, wî jî tistek dabû min û saeta ku wekî diyarî dabû min xistibû deftera sirîkatiyê û ez ne aliyek bûm di wê sirîkatiyê de.
Seyid Selam nêzîka hest hezar tumen deynê wî hebû, wî çi xwest bidinê. Telefona ku birin jî, li pey biegerin. Otombîla ku ji Baba Sêx standin malê wî yê sexsî bû.
Çar Jîpên . . ew jî malê min ê sexsî bûn. Ji ber ku Serwan Serîf zehmetû . Nêzîka sê sed tumenî bidin wî.
Eeger ew panzdeh hezar tumenên ku li jor behsa wan bû hatin standin, her yekî ji Seîd Humayon û Mîrza Rehîm ku xizmet kirine hezar tumenî bidin wan û pêncsed tumenî jî bidin Mihemed Feyrûze Xanim.
Para xwehên min di mîrata bavê min de (ji xeyrî axelyan ku li ser navê min tapû bûye) heye, wan razî bikin. Xanima min diya zarokên min çavdêra wan e û dê perwerdeya wan bike û bila mela Ebdullah bibe çavnêr. Mam qerenî Axa guman dike ku tistê hate serê wî ji hêvotina min bû, tevî ku hayê min jê nîn e jî, lê bikin ku ew li min helal bike. Mîrza Rehmet û hinên din ku min rê li ber kustina wan girtiye jî, eeger hîn dilê wan ji min mabe bihêlin ku li min helal bikin. Xizmetkarên ku zehmet kêsane di ber min de û ev demeke di xizmeta min de bûn, qenciyê bi wan bikin û wan razî bikin.
Pistû çend hezar tûmen ji bo min bikin xêr û tehlîlê bikin.
Xizmetkarê gel û welat QAZÎ MIHEMMED’ Seva 10/1/1326
Îmze: Mele Sedîq Sidqî û Qazî Mihemed.
——WÊ DEWAM BIKE—
Latif Epözdemir