Salvegera Komara Mehabadê li Stokholmê hat pîrozkirin

STOCKHOLM -19-01/2013 / Salvegera 67-mîn ya Komara Kurdistan (Mehabad) li Stokholmê bi sahiyeke mezin hat pîrozkirin. Ahenga pîrozkirina salvegera 2-ê Rêberdanê wek hersal dîsa ji alî Komiteya Hevkarî ya Partiyên Siyasî yên çar parçên Kurdistanê, bi alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistana Îran hat çêkirin. Bi hezaran kurdên Swêdê besdarî sahiyê bûn.
Bernameya sahiyê bi xwendina sirûda ”Ey Reqîb’ û rawestina deqîqeyek ji bo rêzgirtina sehîdan dest pê kir. Dû re gotara Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komiteya Hevkarî, Federasyona Komeleyên Kurdistan hatin xwendin. Gelek rêxistin û saziyên kurd besdarî kirin an jî pîroznameyên xwe sandibûn. Komkar-Swêd, Komciwan, PSK û Komîteya Pistgiriya HAK-PARê jî besdar bûn û pîrozneme pêskêsî Komîteya Amadekar kirin. Vê carê jî gelek nunerê partiyên swêdî amade bû û gotar xwendin û pisgiriya xwe ji bo doza azadiya gelê Kurd nîsan dan.
Di bernameya kulturî ya sahiyê de, hunermendê kurd ê hezkirî Sivan Perwer demeke xwes da derbaskirin. Besdaran heta derengê sevê li ber stranên û muzîka Perwer govend gerandin.
Dengê Kurdistan