Nûçe
Salvegera Komara Mehabedê li Viyanê hat pîroz kirin

Yusuf Budak
Di roja 31ê Çileyê pasin 2015 an de salvegera 69-mîn ya Komara Mehabedê li Viyanê ji alî Komîtaya Partîya Demokrata Kurdistan Iran bi sahiyeke mezin hat pîroz kirin.
Bernameya sahiyê bi xwendina sirûda ‘Ey Reqîb’ û rawestina deqîqeyek ji bo rêzgirtina sehîdan dest pê kir.
Pistî rêzgirtinê; Endamê Deftera Siyasî a PDK Iran Ceza Salehi li ser pêkhatina PDKI û kar û xebata wê ya serdema Komara Mehabedê kir.
Heyeta Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK ê jî besdarî pîrozbahiya damezrandina Komara Mehabedê bû û pîrozname pêskêsî Komîteya Amadekar kir.
Pistî axaftina Ceza Salehi besdaran govend girtin û bi sahî roj pîroz kirin .
Dengê Kurdistan