Sandeya HAK-PARê serdana polîtburoya PDKê kir

Sandeya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê ku bi Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Kemal Burkay û Cîgirê serokê gistî Celal Yildiz ve pêkhatibû, evro serdana politburoya Partiya Demokrat a Kurdistan-PDKê kirin û ji aliyê Sekreterê politburoya PDKê Fazil Miranî û çend endamên politburoyê ve hatin pêswazîkirin.
Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê ku bi Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Kemal Burkay û Cîgirê serokê gistî Celal Yildiz ve pêkhatibû, evro serdana politburoya Partiya Demokrat a Kurdistan-PDKê kirin û ji aliyê Sekreterê politburoya PDKê Fazil Miranî, endamên politburoyê Azad Berwarî û Remzî Saban ve hatin pêswazîkirin. Di hevdîtinê de herwisa Berpirsê Pêwendiyên Nistîmanî Ahmed Kanî, Remzî Etrûsî û Nizar Botanî jî amadebûn.
Hevdîtina ku bi qasî seetek domkirî de rewsa siyasî a Tirkiyê, rewsa berdewamiya ser û pevçûnan û helwdanên ji bo çareseriye pirsgirêka Kurd anîn ziman.
Di hevdîtinê de Sekreterê Politburoya PDKê Fazil Mîranî pistî demeke dûr û dirêj bi dîtina kak Kemal Burkay û herwisa pêswaziya ji sandeya HAK-PARê xweshaliya xwe diyar kir.
Kemal Burkay û Bayram Bozyel jî di hevdîtinê de xweshaliya xwe ji bo serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û peswazîkirina germ ji aliyê PDKê diyar kirin û nêrînên xwe yên li ser pêvajoya niha raxistin rû.
Di hevdîtinê de ji bo rawestandina ser û asayîbûna rewsa siyasi a Tirkiyê xwedanê heman helwest bûn û diyar kirin ku ji bo bêdengkirina çekan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên asitî û demokratik hewldanên xwe zêdetir bêne dayîn.
Hevdîtina ku di seqayekî nerm û xwes de derbas bû, hêviya berdewamiya têkiliyên bas yên navbeyna HAK-PAR û PDKê de hate xwestin.
Dengê Kurdistan