Nûçe

Sandeya HAK-PARê serdana politburoya YNKê kir

Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya HAK-PARê ku ji Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Gistî Celal Yildiz û nivîskar û endamê HAK-PARê Kemal Burkay pêktê, di roja 30ê Hezîranê li Silêmaniyê serdana polîtburoya Yekîtî Nîstîmanî Kurdistan-YNKê kir û ji aliyê Sekreterê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, endamên polîtburoyê Sadî Ehmed Pîre û Hekîm Qadir, Berpirsên Têkiliyên Derve yê YNKê Rizgar Elî, Tehsîn Namik û Elî Hesen ve hatin pêswazîkirin.

Sekreterê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di hevdîtinê de xweshaliya xwe ji bo serdana sandeya HAK-PARê pêskês kir û diyar kir ku girîngiyeke mezin didine kesayetiya sexsiyetek wek Kemal Burkay û ji demekî dirêj ve ye digel serokê gistî yê HAK-PARê em di nava diyalogeke samîmî de ne. Mela Bextiyar, slavên Serokomarê Iraqê Celal Talabanî jî pêskêsî sandeya HAK-PARê kir ku jiber hin piskînînên tenduristiyê niha li Elmanyayê ye. Bextiyar, di kêseyên di navbeyna Herêma Kurdistan û hikumeta merkezî a Bexdayê de heta radeyekî ber bi çareseriyê ve hengavên bas avêtine û pêsketinên Herêma Federe a Kurdistanê di hest salan de di warên aborî, civakî, kulturî, perwerdeyî, tenduristû û hwd. pêskêskir.

Di hevdîtinê de Mela Bextiyar li ser pêvajoya Suriyê jî nêrînên xwe anî zimên. Mela Bextiyar herwisa got; ‘serê çekdarî ne ji wan babetaye ku nekeve jêr pirsyarê û ne pîroziyeke. Di vê çarçoveyê de wextê rawestandina serê çekdariyê li Tirkiyê hatiye. Divê Kurd ji derfetên heyî yê Tirkiyê de îstîfade bikin.’

Kemal Burkay û Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel jî bi xwestina sifayê bo tenduristiya Serokomarê Iraq a Federal Celal Talabanî dest bi axaftinên xwe kirin û diyar kirin ku; ’em xweshalin ku dibînin di kêseyên Herêma Kurdistan a Federe û Bexdayê heta radeyekî ber bi çareseriyê ve hengavên bas hatine avêtin.’

Sandeya HAK-PARê nirxandinên xwe yên li ser pêvajoya siyasî a Tirkiyeyê û gengesiyên bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bêdengkirina çekan pêskêskirin û derbarê ji nû ve çêkirina destûra bingehîn ya Tirkiyeyê bîrûbawerî û hêviyên xwe anîn ziman. Sandeya HAK-PARê bersivên pirsyarên polîtburoya YNKê yên derbarê pêshateyên li Tirkiyeyê diqewimin dan û behsa xebatên siyasî a HAK-PAR ku birêve dibe, kirin û agahî kongreya 5em ya HAK-PARê ku di meha Çiriya Pasiyê de tê lidarxistin, dan.

Hevdîtina ku du seet domkirî, di seqayekî nerm û xwes de bidawî bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button