Sandeya hevbes a PSK-PDPKS, serdana PDK Îranê kirin

Sandeya hevbes a Partiya Demokrat a Pêsverû Kurd li Suriyê-PDPKS û Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK evro, serdana Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ kirin.
Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya hevbes ku ji Sekreterê Gistî yê PDPKS Ebdulhemîd Derwês, Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, Nunerê Silêmaniyê a PDPKS Elî Semdîn ve pêkhatibû, îro serdana Deftera Siyasî a PDKÎ li Koya kirin û ji aliyê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Mistefa Hîcrî, Cîgirê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Hesen Serefî, Endamên Deftera Siyasî a PDKÎ Rustem Cîhangîrî, Kerîm Perwîzî û Loqman Mehîrfer û Serokê Yekîtiya Lawan a PDKÎ Fûad Xaqîbegî ve bi germî hatin pêswazî kirin.
Heyeta hevbes a PDPKS û PSKê di hevdîtinê de pistgiriya xwe pêskêsî biryara PDKÎ li ser nêzik bûna ‘hevalên cûdabûyî’, kirin û daxwaz kirin gavê hanê ya welatparêzî berhema xwe bide û hêzên welatparêzên Kurdistana Rojhilat nêzî hev bin. Her wekî tê zanin, Komîta Navendî ya PDKÎ di civîna xwe ya dawî de biryar girt, ku ji bona nêzikbûnê ligel hevalên xwe yên cûdabûyî, bide û bistîne.
Di hevdîtinê de aliyan rewsa Kurdistan û bûyerên Rojavayê Kurdistanê jî nirxandin. Li ser bûyer û pêshateyên vê dawiyê jî bîr û baweriyên xwe pêskêsî hev kirin û pê li ser pêwîstiya yekrêzî û tifaq di navbeyna Kurdan de girtin.
Dengê Kurdistan