Nûçe

Sandeya PSK, serdana Bingeha Lalesê kir

Sandeya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, îro li Dihokê serdana Bingeha Lalesê kir û ji aliyê Serokê Bingeha Lalesê Sêx Semo ve hatin pêswazîkirin.

Dengê Azad/Dihok
Sandeya Partiya Sosyalîst a Kurdistan ku ji Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, Nunerê Hewlêrê yê PSKê Ararat Jînwar, Nunerê Dihokê yê PSKê Bedo Xarpetî û serokê berê yê KOMKARê Bekir Topgîder ve pêk hatibû, îro li Dihokê serdana navenda Bingeha Lalesê kirin û ji aliyê Serokê Bingeha Lalesê Sêx Semo, Endamên Desteya Bilind yê bingehê Hakim Berces û Resîd Mîrza ve bi germî hatin pêswazîkirin.

Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek di hevdîtinê de pistgiriya partiya xwe da Bingeha Lales û Kurdên Êzîdiyan û êrîsên li ser Êzîdî û Mesihiyan mehkûm kir û dilgiraniya xwe nîsan da. Mesûd Tek herwisa pistgiriya xwe li hewlên Serokê Herêma Kurdistanê bo çareserkirina kêseyên hanê nîsan da.

Di hevdîtinê de Serokê Bingeha Lalesê Sêx Semo jî balkisande ser rola mizgeft û zanayên ayînî li ser proseya pêkvejiyanê û spasiya xwe ji bo serdan û pistgiriya Partiya Sosyalîst a Kurdistan kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button