Sandeya PSKê, serdana Komala Soresgerên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê kir

Sandeya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê serdana Nunertiya Komala Soresgerên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê a Hewlêrê kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya PSKê ku ji Nunerê PSKê yê Hewlêrê Ararat Jînwar û endamê PSKê Azad Diyar ve pêkhatibû, evro serdana Nunertiya Komala Soresgerên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê a Hewlêrê kir û ji aliyê Nunerê Komala Soresgerên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê a Hewlêrê Necmedîn Gûlperwer, Berpirsê Pêwendiyan Elî Mûradî û Endamê Pêwendiyan Hebîbûla Ehmedî ve hatin pêswazîkirin.
Di hevdîtinê de sandeya PSKê, kurtebehsek derheqê rewsa siyasî a Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêskês kir. Di beramber rûdan û pêshateyên li bakur, behs ji helwest û siyaseta PSKê kirin.
Di hevdîtinê de Necmedîn Gûlperwer jî, pistî diyarkirina xweshaliya xwe bo serdana PSKê bixêrhatinek germ li sandeya PSKê kirî, kurtebehsek li ser rews û pêshateyên li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Kurdistanê kir.
Aliyan, li ser rewsa niha ya Suriyê û pêshateyan de bîrûbaweriyên xwe pêskêsî hev kirin. Hevrabûn ku guherînên li Suriyê dê karîgeriyên mezin hebin di pasroja navçeyê de.
Aliyan herwisa, di van sert û mercan de destkeftên Basûrê Kurdistan bi girîng hatin wesifkirin û cext li ser parastina deskeftên basûr kirin û ev wek erkekî nistîmanî diyar kirin.
Dengê Kurdistan