Nûçe

Saxa Enqereyê ya HAK-PARê kongreya xwe ya 5a pêk anî

Rêxistina HAK-PAR`ê ya Enqere´yê di roja 5ê Gulanê 2012a de, bi besdariyeke mezin komcivîna xwe ya adetî pêk anî. Pistî axiftina destpêkê ya serokê rêxistina Enqerê Necatî Bayram, endamên dîwanê hatin hilbijartin. Ji bo serokatiya dîwanê Alaedîn Aras, ji bo hevkariyê Berfîn Yildiz û Serkar Özdemir hatin hilbijartin. Pistî rawestina kurt ya ji bo rêzgirtina sehîdên Hak-Par`ê û Kurdistanê, siyasetmedar û helbestvan Kemal Burkay, cîgirê serokê Hak-Par`ê Fehmi Demîr û endamên Civata Gistî ya Hak-Par`ê Resit Delî û Seher Erol jî yek gotar pêskês kirin.
Siyasetmedar û Sairê Kurd Kemal BURKAY, axaftina xwe bi gotina: ‘ Bi derbeyên eskerî tevgera Çep û tevgera Kurd sikestin û zirar dîtin, lê ji holê nehatin rakirin’ dest pê kir. Burkay gotina xwe weha domand:’Yên ku derbeyên eskerî dikirin, digotin em ji bo qenciya gel û welat dikin. Lê rastî tam berevajî gotinên wan bû. Niha ew kesana tên darizandin, generalên wan hisab didin. Ev pêsketineke bas e, cihê dilxwesiyê ye’
Burkay bal kisande ser taybetiya HAK-PARê ango di bernameya wê de çareserkirina Federatif cî girtiye. Wî got ku hîna ji destpêkê de wî ev dîtina han parastiye û pistî vegera xwe ya bo welat endambûna wî ya di vê partiyê de tistekî tabiî ye. Burkay derbarî siyaseta partiyê a dewra li pês de jî hin dîtên xwe anîn zimên. Wî got ‘Eger em xwe tenê di çarçova pirsa kurd de bigrin ev sas e. Divê HAK-PAR di xebata ji bo demokrasiyê de jî xwe berpirsiyar bizane. Bêguman Pirsa Kurd giring e, lê eger em dixwazin partî mezintir û girsetir be, divê em ji bo maf û daxwazên jinan, karkeran, ciwanan, Alewiyan, kesên dîndar yên sergirtî jî dengê xwe bilind bikin.’ Burkay di vê babetê da ‘ Ma çima keseke sergirtî nekaribe bibe serokwezîr? Ya giring ne desmala serê jinan e, fikrên di binê desmalê de ye ‘ got.
Birêz Burkay gotina xwe weha domand: ‘Mîlada çek û sîlahan tijî bûye. Armanc dikarin neguherin, lê sêwe diguherin. Dema di warê legal de mecala xebatê hebe, divê ev bê çesbandin (tercîhkirin). Ji ber vê HAK-PAR muhîm e. Ez ji berê de terefdarê çek nînim. Ez di wê baweriyê de me ku, dive meriv bi bernameyeke siyasî civakê qezenc bike. Em nikarin tisên ku Castro li Kubayê kiriye, li vir bikin. Hetta Lenîn jî, ji bo çepgerên Alman gotiye bizarî me nekin, eger îmkana we ji bo xebata di parlamentoyê de heye bi kar bînin. ‘

Pistî xwendina gotaran, rapor hatin xwendin. Rapora xebatê ji alî sekretera rêxistinê Seda Akcan, rapora aboriyê ji alî Dogan Kaygalak ve hatin xwendin.
Pistî hilbijartinan Heyder Cihaner wek serokê wîlayetê, Aydin ÖZATLI, Recai GÖREN, Osman SEZGIN, Dogan KAYGALAK, Cengiz TEMEL ve Ergün BEKTAS wek endamên komîteya rêvebir hatin hilbijartin.

Dengê Kurdistan

Back to top button