Saxê Partiya Maf û Azadiyan ê Amedê cangoriyên Helepçeyê bi bîr anî

Saxê HAK-PARê yê Amedê, bi mebesta salvegera komkujiya Helepçeyê, di 16ê Adarê de, li ber ACZ Plazayê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Çalakiya ku ji aliyê saxê HAK-PARê ya Amedê ve hatibû organîzekirin, bi besdariya endam, alîgir û nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedaran pêk hat. Di çalakiyê de pankartên wek ‘Me Helepçeyê ji bîr nekiriye, Em ê jibîr nekin’ û ‘Ji Bîrkirin Mirine, Em Helepçeyê jibîr nakin’ û wêneyên komkujiya Helepçeyê hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Namzeta HAK-PARê ya Saredariya Mezin a Amedê Sevgî Çelîk Moray ve û ya bi kurdî jî ji aliyê Namzetê HAK-PARê yê Saredariya Yênîsehîrê Vasif Kahraman ve hate xwendin.
Pistî daxuyaniya çapemeniyê, girseye ku tevlî çalakiyê bûbû, ji ciyê çalakiyê heta avahiya HAK-PARê, bi pankart û wêneyên komkujiya Helepçeyê mesiyan.
Di çarçoveya bîranîna karesata Helepçeyê de li pêsiya avahiya HAK-PARê pankartên bîranînê hatin dalqandin.
Herwiha, anonsên hilbijartinên herêmî yên HAK-PARê îroj hatin guhartin û wê seranserê rojê di kolanên Amedê de strana Sivan Perwer a bi navê Helepçeyê bê lêxistin.
Daxuyaniya Saxê HAK-PARê yê Amedê wiha ye.
EM Ê HELEPÇEYÊ NEDIN JI BÎR KIRIN
26 al berê li Helepçeyê, li ber çavên cîhanê bi çekên kîmyewî komkujiyek pêkhat. Ev komkujiya ku li perçeyê basûr ê welatê me qewimî, li gor encamên xwe tam jenosîdek e. Di vê jenosîdê de 7000 Kurdistanî yên ji her temenî, ji aliye Sedam û rejîma wî ya xwînrij ve hatin qetilkirin.
Komkujiya Helepçeyê di heman demê de berdewamiya enfalan e û ji wan a herî hovane ye ku li basûrên welatê me, ji aliyê rejîma xwînrij a Baas ve bi salan hatiye domandin. Bi Helepçeyê re Kurdistaniyên ji her çar perçeyan, êsên kûr ên gelek komkujî û qirkirinan di dilên xwe de hîskirin. Li aliye din komkujiya Helepçeyê, wek Hîrosîma û Nagazakiyê dile mirovahiyê sewitand û di dîrokê de wek sûçekî li dij mirovahiyê cihê xwe stend.
Ev çaryek sedsal e gelê Kurdistanê Newroza ku wek cejna neteweyî pîrozdikirin, êdî di himbêza Helepçeyê de, di nav êsa ku li pey xwe histiye de pîroz dikin. Helepçeya ku wek xençereke zengarî di dile gelê kurd de çikiyaye, di heman demê de di hisê gelê me de bûye sembola berxwedan û pistevaniya neteweyî. Ligel vê yekê ev xençera zengarî di sexsê gelê kurd de di dilê hemû mirovahiyê de hatiye çikandin.
Îroj azadbûna perçeyê basûr ê welatê me jî nikaribûyê êsên Helepçeyê bide sekinandin. Ligel vê yekê, Sedam di serî de hesabdayîna berbirsiyarên rejîma xwînrij a wî jî têra sekinandina vê êsa kûr nekiriye.
Gelê me ji bo ku ev ês hinek raweste, li benda gavavêtina saziyên navneteweyî û bi taybet jî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye. Ger Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, qetlîama Helepçeyê wek jenosîdekî bipejirîne, wê him êsên gelê me hinek sivik bibin û him jî dê ev sûçê li dij mirovahiyê bê tescilkirin.
Helbet dîroka gelê me bi tenê ji ês û hêstirên çavan pêk nayê. Ew neteweyeke biezm û têkoser e ku dikare bergidana berdelên bi sedan sal e daye û êsên bi sedan sal e kisandiye, bistîne. Îroj têkosîna gelê me ya maf û azadiyan li her çar perçeyên Kurdistanê hîn di merhaleyeke pês de ye. Destkeftiyên li basûrê Kurdistanê û pêvajoya nû ya li rojavayê welatê me mînakên dîrokî ne û nisan didin ku wê pêseroja me hinek din jî ronî be.
Ew dîroka ku bûye sahide êsên me, di heman demê de sahidiyê li destkeftiyên me jî dike. Gelê me yê ku berevaniyeke çavnetirsî ya dozeke maftar dike, bi wêrekî û ezm pêseroja xwe ya ronî û azad birêxistin dike, di vê riyê de têdikose. Bê sik, destkeftiyên nû yên me di her perçeyekî de bi dest xistiye, bi tenê rûmeta me bilind nake, ligel vê yekê êsên qirkirinê yên wek Helepçeyê ku em rastî wan hatine jî disekinîne.
Divê herkes vê yekê bizanibe ku, gelê kurd, bi bîranîna Helepçeyê, bi pîrozkirina Newrozê, bi rojên sîn û sahiyan re mil bi mil, bi neteweyî ber bi rojên azad ve dimese.
16.04.2014
ME HELEPÇEYÊ JI BÎR NEKIR!
EM Ê HELEPÇEYÊ JI BÎR NEKIN!
EM Ê HELEPÇEYÊ NEDIN JI BÎR KIRIN!
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
Serokatiya Bajarê Amedê
Dengê Kurdistan