Sehîdên Kurdistanê li Stockholmê hatin bîranîn

Dengê Kurdistan
Îro li paytextê Swêd Stockholmê, di çarçova “Roja bîranîna sehîdên Kurdistanê” de civîneke bîranînê hat derbaskirin. Civîn ji aliyê PDK-Î û PSK ve hatibû amadekirin.
Civîna bîranînê, bi rawestina rêzgirtinê ji bo sehîdên Kurdistanê dest pê kir. Pistra axifevanan li ser dîrok û giringiya roja sehîdan gotar xwendin. Wek tê zanîn, Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhamed di roja 31ê Adarê hatibû darvekirin, loma ev roj wek “Roja Sehîdên Kurdistanê” li tevaya Kurdistanê tê bîranîn.
Mustafa Budak (Apê Selim) di 30 saliya wefata xwe de hat bîranîn
Di civînê de têkoserekî rûmetbilind, endamê komîteya navendî ya PSK Mustafa Budak (Apê Selim) di 30 saliya wefata xwe de hat bîranîn. Li ser navê malbata Budak, Serdar Budak besdarî civînê bû û li ser jiyan û têkosîna kekê xwe Mustafa Budak qisekir. Civîn bi pêskêskirina çend parçeyên muzîkê ji aliyê du hunermendan ve gihîst dawiyê.
Dengê Kurdistan