Sehîdkirina 35 kesên me
Çi dibe bila bibe, divê mirov xwedî hewelestekê be ku ew helwest bikaribe heta ku bi serkev e bê domandin. Na heger mirov weke nanê ser silê be, gah li vî alî û gah aliyê din yê rûyê xwe sor bike, mirovê tu caran bi ser nekev e. Ji ber ku di jiyana mirovantiyê de xwedî helwesteke bi îstîqrar mirovan, welatan, partî û dezehan dighêjine ew tistên ku ew li dû ne.
Loma jî ji bona ku mirov bibe xwedî helwesteke rast, divê berê mirov baweriyê bi xwe bîne da ku bikaribe ji kesên din jî bawer bike. Heger bawerî di karê ku mirov pê re radibe, tune be ew kar dê tu caran bi ser nekev e. Ji ber ku kesên ji xwe ne bawer wê ji tu tistekî jî bawer nekin. Ji ber ku ew ê bi vî halî nikaribe xwe bighêjîne armanc an jî ew tistê ku li dû ye.
Heger mirov ji bona gelê xwe, xelkê xwe û miletê xwe kar bike, divê berî her tistekî mirov xwedî baweriyeke neteweyî be. Dema mirov xwedî baweriyeke weha be, wê gavê mirovê tim berjewendiya gelê xwe di ser hertistekî re bigire. Heger mirov bi baweriyeke neteweyî tevbigere, bi zanebûneke neteweyî kar û barê xwe bike, wê gavê jî mirovê bikaribe neteweya xwe ji bin nîrê kolanyalîzmê derxe. Ji ber vê yekê ye ku ji bona kes, kesayetî, partî û rêxistinan vana sertên heyînê û xebatê ne. Heger vana bi kes, kesayetî, partî û rêxistinan re tune be, wê ew jî tim bi kêmanî û sasî karê xwe bikin û dibe ku tu caran jî bi ser nekev in.
Min ev ji ber wê bûyera dawî ku bi balavirên modern yên dijminê miletê me ku 35 kesên me hatin sehîdkirinê anî zimên. Ji xwe ev qirkirin, wêrankirin, perîsankirin ji roja welatê bi destê dijminan hatine parvekirin û heta niha jî didomê. Wan tim çekên xwe yên nû li ser serê gelê me ceribandinin. Wan tim bi hukmê zorê çavên milet tirsandin da ku kurd tim ji wan re koletiyê bike. Ev biryar ji dema damezrandina komera Tirkiyê bi devê leskeran hatiye stendin û hê jî berdewam e.
Em çi dikin? Li hember bûyerên weha li xwe dixin, gotinên çors dikin, çend çalakiyên li ser nigan dikin. Xwepêsandan û bi çend dikanên xelkê xwe sewitandinê vî karî jî dawî lê tînin û vê bûyera qirêj weke yên din ji bîr dikin. Çima?
Ji ber ku hê jî hin ji me bi awayekî gelemperî bi mejiyekî neteweyî tevnagirin loma. Hê jî hin ji me xwe ji qalibê rêxistiniya teng dernexistine loma. Hê jî hin ji me gelek ji bûyerên weha ji xwe re , ji bona fêda partî û rêxistina xwe re bi kar tînin loma. Çareserî çi ye?
Ma êdî kî vê nizane. Hingê ev hatiye gotin, nivîsên û li ser vê semîr, konferans û gelek çalakî hatine li darxistin, êdî zarokên nû ji dayika xwe jî dibin vê ezber dikin. Lê mixabin ev tenê di ezberê de dimîne. Ji bona pêkanîna wê gavên cidî, xebatên berfireh, çalakiyên neteweyî çê nabin. Her hinek ji me û ji saziyên me di quncikekê de karê xwe dikin. Ev kar jî li hember dijminê hov û devbixwîn bi çûk tê dîtin loma tirsê naxe dilê wan. Çi dema dijmin bi hêza me ya neteweyî bihese, çi dema ew bizanibe ku êdî wê kurdên bakur bi awayekî neteweyî tevbigerin, wê nikaribin komkujiyan bikin, wê nikaribin çekên xwe yên nû li ser serê gelê me biceribînin.
Li gor baweriya min ev bûyera talî jî yek ji wan ceribandina balafirên wan yên nû û modern bû. Di be ku çend meqsedên wan yên din jî di vê de hebe. Ji ber dijmin tim em kurd weke êmê xwe dîtine an jî dibînin û çi dema lazimî bibe ew me ji bona armancên xwe yên qirêj bi kar tînin. Loma ji bona wan kustin an jî sehîdkirina çend kesên kurd ne zêde girîng e. Ya girîng ceribandina çekên wan û meqsedên wan yên qirêj e.
Divê ev bas bê zanîn ku heta li bakurê kurdistanê yekîtiyeke xurt û neteweyî pêk neyê, em ê jî weke kurd ji qirkirinê xilas nebin. Çend rojên din ev ê jî weke gelek bûyerên din bê ji birkirin û bi kirîna çekên nû ku bêne ceribandin wê dîsa vê bikin. Min got ya, em êmê dijminên xwe ne. Pistî perçekirina welatê me wan em kirinin êmê xwe. Ji bona ku em ji vê xelas bibin, çi lazim e?
Yekîtiyeke neteweyî, li gor berjewendiya gel bi hevre siwirandin û li gor wê tevger pêwîst e. Heta ku ev nebe wê her miletê me bê qirkirinê. Em hemû bi sehîdkirina 35 kesên xwe, êsiyan û xemgîn bûn, lê divê êdî em bi aqilana jî tevbigerin. Ji bona pêsî li bûyerin weha bê girtinê yek rê li pêsberî me ye. Ew jî yektîya gel û tevgereke neteweyî ye. Heta ku ev nebe wê xelk û miletê me jî weha li ber çavên me û dinyayê bêne sehîdkirin, kustin, wêrankirin û qiririnê .06.01.2012
(¤) Dema leskerekî tirkan di avê de jî bifetise ew dibe sehîd. Loma jî divê em kesên xwe yên bi destê dijmin hatine û bêne kustin çima nekin sehîd…
Bûbê Eser