Selaheddin Yildiz çû ser dilovaniya xwe

Welatparêzê hêja, endamê KOMKAR-Swêdê Selaheddîn Yildiz di roja 6.9.2012 de li Stockholmê li nexwesxana Karolinska çavên xwe li jiyanê girt û çû ser dilovaniya xwe.
Selaheddin hevjînê Selvayê, bavê Dilovan, Nîstiman, Bêrîvan û Servan bû.
Mirina welatparêzê dilsoz, Selaheddîn Yildiz di nav heval û dostên wî de xemginî û berketineke mezin peyda kir. Li ser daxwaza wî, cinazê wî wê ji Farqînê (Silîva Diyarbekrê) ra bê sandin di axa welat da bê vesartin.
Em li ser navê xebatkarên malpera Dengê Kurdistan û hemû endamên KOMKAR-ê ji malbata Selaheddîn re û ji dost û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Bila serê gelê me sax be.
Ji bo bîranîn û rêzgirtina Selaheddin Yildiz, roja yeksemê(9ê îlonê), di navbera saet 13.00-18.00`an de li lokala Federasyona Komeleyên Kurdistanê, tazîye tê vekirin.
TAZIYE:
TAZIYE:
Cîh: Lokala Federasyonê
Adres: Duvbovägen 59, 163 43 SPÅNGA
Yeksem, 09.09.2012, saet 13:00 heta 18:00
Telefon ji bo pêwendî: 0763635290
*********
Dengê Kurdistan