Nûçe

Selaheddîn Yildiz di çileyê xwe de hat bîranîn

Welatparêzê kurd, endamê KOMKAR-Swêdê Selaheddîn Yildiz, di çileyê xwe de, bi civîn û merasimeke taybetî hat bîranîn. Digel zarokên Selaheddîn; Nîstiman, Dilovan, Bêrîvan û Servan, gelek ji dost, heval û hogirên wî besdar bûn. Keçika Selaheddîn Nîstiman Stêrk ‘ku bi xwe hunermendeke naskirî ya tîyatro û sînemayê ye ­’xêrhatina besdaran kir û behsa bîranînên xwe yên zarotiyê û bavê xwe kir. Wê besek ji pirtûka xwe ya swêdî ku li ser têkiliyên xwe û bavê xwe nivîsandiye, xwend. Di bernameyê de ji stranên kurdî (yên bavê wê jê hezkiriye) da guhdarîkirin.

Heval û dostên Selahaddîn yên nêzîk, derbarî wî de bîranîn û hestên xwe vegotin. Serokê KOMKAR-Swêdê Haluk Öztürk, li ser jiyana Selaheddîn û taybetiyên wî wek mirov, wek hezkiriyekî welat û çanda kurdî anî ziman. Nivîskar Têmûrê Xelîl jî li ser heval û dostê xwe Selaheddîn qise kir û hestên xwe anî ziman. Ji bo dostên Selaheddîn yên ne kurd, bi zimanê swêdî jî axaftin hatin kirin. Di dawiya bernameya bîranînê de çay, qehwe û sîrnayî hat pêskêskirin.

Birêz Kemal Burkay ji civîna bîranîna Selaheddîn re ev name sandibû:

Hêjayan,

Hevalê delal Selahaddîn 40 roj berê ji nav me koç kir. Lê ew, wek mirovekî hezkirî, wek hevalekî dilsoz dîsa di dilê me da dijî. Hûn îro li Stokholmê bi civînekê wî bi bîr tînin. Mixabin nikarim di civînê da besdar bim. Lê ez jî bi vê wesîlê Selahaddîn bi hurmet bi bîr tînim û ji we hemû haziran ra silavên xwe disînim.

Kemal Burkay-Enqere

20, Çirîya Pêsîn-2012

Dengê Kurdistan

Back to top button