Semînera li bajarê Bottropê

Fattah Timar
24.05.2015 an da li bajarê Bottropê semînerek hate pêskês kirinê. Cîvata Hevaltîya Alman û Kurdan-HEVALTÎ Bottrop ev civîna amade kiribû. Nêzîkî 100 rewsenbir, sîyasetmedar, hunermend, berpirsîyarên parîyên sîyasî û kesên xweser nêzîkî 3 saetan guhdarîya gotarvanê hêja berêz Edrîs Zozanî kirin.
Xala yekan ya babeta berêz Zozanî, hewildanên serokê Herêma Kurdistanê, berêz Mesud Barzanî û Hukumata Herêmê, yên di derheqa Serxwebûna Kurdistanê bû. Berêz Zozanî berê tabloyeka dîroka Kurdistanê û leyîstikên li ser hebûna kurdan û axa Kurdistanê, nefikirin, jenosît, enfal, bombeyên jehrî, polîtîkayên asîmîlekirinê û merhala ku Kurd û Kurdistan taybetî jî Kurdistana Basûr di nav da ye, raxist ber çavan. Ji pistî vê, taybetî rewsa Kurdistana Basûr ya ji 1991 ta vê roja ku em di nav da ne, hinekî hûrgilî sîrove kir.
Zozanî taybetî li ser sedemên ku Serok Barzanî her usa Hukumata Herêmê hatine ser wê nêrînê ku, divê Kurdistaneka serbixwe bê avakirinê. Zozanî got: Defikên dagirkeran û hevalbendên ku di pist wan da ne, leyîstikên xwe yên berê li ser mafên kurdan yên rewa, talan kirina dewlemendîya sererd û binerd, dest tê werdana karê wan berdewam in.’
Zozanî li ser hewildan û karê diplomatîk, yên ku ji bo daxwazîya Kurdistana serbixwe têne mesandin jî bi hûrgilî sekinî. Wekî mînak jî, sefera Serok Barzanî û delegasyona wî ya ku çûbûn Amerîkayê da. Armanca wê seferê, hevdîtina Barzanî û Obama, xalên ku di wan hevdîtininan da hatibûn gotibêj kirinê, teybetî jî babetên wekî, têkilîyên Hukumata Herêmê û Hukumata Bexdayê, pirsa çekdayîna di riya Bexdayê ra û pirsgirêka butça para Hukumata Herêmê û sedemên xemsarîya di navbera Amerîka û Hukumata Herêmê ji bo besdaran zelal kir.
Berêz Zozanî karê dîplomatîk yên ku gel dewletên wekî Macaristan, Finlandîya, Fransa, Kanada, Nemsa, Italîya û gelek dewletên di jî têne mesandinê anî ser ziman û encamên wan hevdîtinan ronî kir.
Xala semînara berêz Zozanî ya dudan jî ev bû: Gelo hewcetîya partîyeka cuda ji bo Kurdên Ezidî heye?’. Zozanî gelekî bi dilekî vekirî va, ev hewildana wekî leyîstikeka dagirkerên Kurdistanê û hinek partîyên ji derî Herêma Kurdistanê nav kir. Zozanî got: Ewana karekî dijî azadîya kurd u Kurdistanê, dijî hebûna netewa me dimesînin, ji bo kurdên ezidî jî kêrhatî nîne. Mesleheta hemû kurdan di yekitî û azadîya Kurd û Kurdistanê da ye. Ewê ku berê xwe wek xwedîyê Kurdên êzidî nîsan dan, pasê xwestin Kantonekê ava bikin, pasê jî êzidî kirin hevalên sîîyan, niha jî dixwazin partîyeka kurdên êzidî bidin damezirandinê. Lê divê bê zanîn, ku ev ne olî ne jî netewî di xizmeta gelê me da ye, taybetî jî berjewenîyên kurdên êzidî qet û qet nîne.
Xala sisyan jî rewsa derbederên ku li Kurdistana Basûr gelek deveran, di gund û bajaran da dijîn bû. Zozanî tevî hejmarên derbederan, hemû deverên ku derbeder lê cîbicîh bûne nav kirin û rewsa wan ji bo besdaran rônî kir. Di nava gotinên xwe da Zozanî bi kêfxwesîya xwe jî anî ser ziman, got: Belê di vî serê dijî daxwazîya serwebûna Kurdistanê da, taybetî jî di komkujîya di Sengalê da, hinek tist bûn ku em hetanî dawîya jîyana xwe ji bîr nakin, lê tistekî di jî bû. Me dîsa dît ku, di rojên tengasîyê da kurd tu caran ferq û cudatîyê danaynin pêsîya mîrovatîyê. Hemû deverên Kurdistanê, Dihok, Zaxo, Amedîyê, Akrê, Hewlêrê, Silêmanîyê, hewce nîne ku ez qala Xankê û Saryayê an jî Baedrê bikin, gelê me dilê xwe ji bo birayên xwe vekirin, malên xwe, mizgeftên xwe vekirin, nanê xwe parevekirin. Ji bo vê jî ez gelek dilxwes im, gelek sipas dikim. Ev minetek nîne, erka ser milê wan bû lê divê bê gotinê.’
Bi van gotinan va gotara Berêz Zozanî hate dawiyê. Ji pistî navberekê, di besa pirs û bersivan da besdaran dîtinîyên xwe gotin, hineka pirsên xwe kirin, Zozanî bersivên wan da.
Di dawîya semînerê da tevaya besdaran pêwistîya berdewamîya van cîvînana anîn ser ziman. Tistekî balkês yê vê semînerê jî ew bû, ku besdar hetanî dawîya semînarê man û aktîf tevî niqasan bûn.
Dengê Kurdistan