Nûçe

Semînerek li ser edebiyat û çanda kurdên Sovyetê

Mihemed Eren/Amed

Li Amedê ji aliyê nivîskarê Kurd Ekserê Boyîk ve Semînera ‘li ser Edebiyat û çanda kurdên Sovyetê ‘ hat pêskês kirin.

Semînera ku ji aliyê Komerleya Çandî û Hunerî ya Çirayê ve hatibû amadekirin, li heman saziyê pêk hat.

Di semînerê de li ser kurdên sovyeta kevin, ji aliyê siyasî, aborî, civakî, komeleyatî, çandî û hunerî ve hat agahdarkirin û rewsa wan ya di dirêjahiya dîrokê de li ber çavan hat raxistin.

Semînera ku hêjmareke mezin rewsenbîr, siyasetmedar û nivîskar jî besdar bûbûn, ji aliyê nivîskar û rewsenbîrê kurd Ekserê Boyîk ve hat pêskês kirin.

Ekserê Boyîk di gotara xwe de li ser nefîkirin û derbederiya Kurdên sovyeta kevin ya berya Soresê û pistî soresê, berxwedan û hewlên wan yên di warên çandî û wêjeya kurdî de ‘Kurdistana Sor’ û li ser hatina Barzaniyê Nemir ya sovyetê rawestiya.

Boyîk di dirêjahiya gotara xwe de bahsa rola Radyoya Yêrîvanê û Rojnameya Riya Teze di siyarkirina Gelê kurd de ya di warê neteweyî de kir.

Boyîk dazanîn ku pistî belavkirina Sovyeta Sosyalist, piraniya Kurdên Misilman li Qirgistanê kombûne û kurdên Yêzidî jî hatine xapandin û li welatên cihê cihê belav bûne û bê xwedî mane.

Boyîk di besa duyemîn ya semînerê de jî bersiva pirsên besdaran yên li ser mijarên cihê cihê da û pirtûkên xwe bo xwendevana îmze kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button