Nivîsar

SER, AN JÎ ASITÎ

Xwendevanên delal, rewsa mirovatîyê bi gora xwestek û hêvîyên me hîn kesan ber bi serkeftin û aramîyê namese. Mirovatî bi tevayî helbet gelekî sal û zemanê teng û tarîyê de derbaz bû û hat gîhist vê rojê. Belê em dikarin bibêjin ku dîroka mirovan bi kustin, talan, zor û zûlmê ve destpêkirîye û hetanê vê demê jî ev yeka her berdewame. Zordarî bûye serdest û belengazî jî bin nîrê ev zordaran de herdem hatinê kustin, pelixandin. Ger em jîyana mirovan ya hezar salan bînin ji ber çavên xwe, emê bi rehetî pê bihesin ku ev ser û pevçûn nebana, wê evroj li her derê dinê de jîyanekî pêsketî û aramî hebûya di nava gelan de. Helbet mirov ne heywane û ji bûyeran hanê jî tecrûbeyan digre, rêya xwe digûherîne, serrast dike. Belê ev alîyekî mirovatî ya ne bas e, lê herwusa alîyekîya wan a bas û bi berhemdarî jî heye. Ewqas ziman, çand, erf û edet, xwarin û vexwarin, cil û bergên merivan, xemil û neqis, xwedîkirina pez û dewar, awakirina bajêr û welatan, palkanê û makînan bigrin balafiran û heyanê çêkên atomê hemû bi destê mirovan hatine çêkirinê.Ango alîyekî dîroka mirovan de hovitî û ya din da jî aramî hebûye û ev yeka ev roj jî berdewame.Gava em ev herdû alîyê mirovatîyê bidin berhev û qiyas bikin, bidin ser qenterê, emê bibînin ku alîyê mirovatîyê asitîxwaz ji yê serxwazîyê gelekî zêdetir pêsda çûye û bûye sedema jîyana sedan gelên vê dinyayê.

Belê li ser erdê vê dinê da ev roj ji heft mîlyarê zêdetir mirov dijîn. Berê sî salan li dinê dewlet bûbûn du bes, besa SOVYET û hevalbenden wê û besa ABD û NATO yê. Ev herdû alî bi hevdû re dijminatî dikirin, lê pistî serê cîhanê ya duyemîn êdî serekî navbera giregirên dewletan de çênebû.Ser û pevçûn di nava hîn dewletên piçûk û yên misilman de çêbûn, lê tesîra serên hanê li ser hilwesandina asitîya dinê nebû. Ev roj jî Rusya waye ji ses mehan zedetire serekî dijî welatê Ukraîne dimesîne û ber çavên hemî dinyayê zordarî li xelkê Ukraîne yê dike. Helbet wê çareyekî li vê serê neheq ra were dîtin, nabe ku Rusya wusa beradayî êrîsê xelkê reben yê Ukraîne bike. Kesî bawer nedikir ku pistî rûxandina sîstema sosyalîst yê sovyetê careka din serekî ji alîya dewletên mezin were ajotin. Lê mixabin yekî fena Putîn rabû ev yeka pêkanî. Helbet mirov dixwaze di ruyê erdê da dezgehekî hebe û neheqîyên wusa xirab re rê bigre, nehêle ev malweranî çêbibe. Herçiqas ABD û Europa alîkarîya leskerî, ango çek û sîlah, bidin Ukraîne jî ev yeka têra sikestina serê Rusyayê nake. Xelkên welatên vê dinê hêvî dikin ku ev ser rojekî berê bê rawestan û asitîyekî were çêkirin.

Em vegerin ser rewsa gelê kurd ku ev çend sed salin di bin zordarîya tirk, ereb û ecemê da dinale û dikale. Herkes dizanê ku pistî peymana Qesrî Sîrîn 1639 ê tu rehetî ji kurdan re nema, welatê wan bû du perçe ji alîyê Osmanîyan û Îranê va. Belê ji wê rojê heyanê vê gavê tama jîyanê nav gelê kurd da nema, ew her waxt bê maf û azadîyê man, bûn koleyê xelkê. Îcar di destpêka serê cîhanê a yekemîn de dewletên wek Îraq û Surîye hatin avakirin û erdê kurdan jî nav tixûbên herdû dewletan de man. Ev zulim heyanê vê rojê jî berdewame. Rewsa dewletên Îraq, Surîyê, Îran û Tirkîyê ji ber çavên hemû kesî de kivse û belûye. Ango dîlîg dezgehên wan dewletan heyanê neha tim bi serhildanên leskeran ve hatîye hilwesandin.Li Tirkîyê nava her deh salan de carekî lesker dest didin ser hukmatê û bi gora berjewendîyên xwe dibin desthilatdar. Îran jî wusa ye, sala 1979 de Xomeynî bû desthilatdar û heyanê vê rojê hukûm di dest Ayetolayan da ye. Îraq jî çendîn caran esker bû hukûmdar û Surîye jî wusa bû. Ango demokratî di nav ev her çar dewletan de tune û neheqîî, barbarî jî heyanê ku tu bibêjî li ser kurdan de berdewamê. Neha Îraq û Surîye bûn wêran. Li Îraqê DAES derket, êrîsê kurdan kirin û bi taybetî li ser jinên kurdên Êzîdî xirabîyên nedîtî kirin.Ser û pevçûn her dimese dijî DAESê xwînxwar. Li Bexdayê van rojan de gelekî meriv hatin kustin, Îran bi hovane zulim li kurdan dike û Tirk dibêjin kurd cem me da tune em hemî yekin. Ango yek dewlet, yek milet, nizanim çi qarna qasî.

Çend roj berê kurdekî li bajarê Erzûrûmê ji mudeûmûmîyê dewletê hestîyên lawê xwe yê berê heft salan di nav kolanên Sur ê da hatibû kustinê li bajarê Dîyarbekirê digre û dibe Erzûrûmê. Çawa ku di kilamên gel de ji sedan salin tê gotin, gostê me xwar misk û maran, hestîyên me man li erdê da! Gunehe merivan li wê mêrikê û jina wî tê, hêsir ji çavên me tên xwarê gava em li resmên wan dinêrin ev dayik hestîyên lawê xwe yê kustî danê ber xwe û wusa disekine. Serê PKK û ya dewletê ji hezaran keç û xortên kurdan re bû gorîstan. Ev ser bi destê kîjan hêzên vesartî yên tirkîyayê tê ajotin? Ev çil salin wan bi ev serê qirêj va xirabe kirin gund û bajarên kurdan. Gelo kesekî tune fena S.Peker ‘ê ji ev berpirsyarên vesartî yên serê qirêj eskera bike? Mafê gelê kurd jî heye ku bizanibe kê ji bona çi ev keç û xortan dide kustinê!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button