Serdana Mesud Tek bo Avusturya

Sekreterê Gîstî ya PSK Mesud Tek, di roja çarsembe ligel endamê Komîta KOMKAR-Avusturya Metîn Can li Parlamentoya vî welatî serdana firaksiyona Partiya Kesk a Avusturya kir. Endamên Parlamentoyê Aygun Berîvan Aslan û berpirsê pêyvendiya Partiya Keskan Nikolaus Kunrath pêswaziya heyetê kirin.
Herdu alî li ser bûyer û pêshatiyên Tirkiyê, Kurdistan û navçe giftugo kirin. Mesud Tek ji parlamenterên Partiya Kesk xwast, ku ji bona ku Parlamento li dijî îdam kirina xortên Kurd li Iranê dengê xwe bilind bike, kar û xebatê bikin. Berîvan Aslan qewl da ku derbareyê vê babetê kar û xebatê bike û ligel partiyên din biaxive.
Mesud Tek û Metîn Can di hemîn rojê nîvro da serdana Nunertiya Hikumeta Herêma kurdistan li Avusturya kirin. Nunerê Hikumeta Herêma Kurdistan li Avusturya Dr. Mistefa Remezan xweshaliya xwe derbareyê serdana hanê nisan dan. Herdu alî li ser serdana Serokê Herêma Kurdistan Mesud barzanî bo Amêdê û pekanîna hikumeta nu giftugo kirin.
Heyeta Hevbes pistî nîvro serdana Endamê Meclîsa Eyaleta Vîenna Senol Akkiliç û alîkarê wî Alî Gedîk kirin. Herdu alî jî li ser rews û daxwaza Kurdên Vîenna giftugo kirin.
Dengê Kurdistan