SERDANA NAVENDA REVENDA KURD BO HAK-PARê

Di 28.03.2021 an da sandeya ji 5 kesan pêkhatî, ku Birêz Kejal Derwês wek rêveberê Navenda Revenda Kurd, serperestyarîya wê dikir serdana nûnertîya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ya li paytexta Herêma Kurdistanê/Hewlêrê kir.
Cîgirê Serok û Berpirsyarê Têkiliyên Rojhilata Navîn Zana Sezen û Rêveberê Liqa Hewlêrê Halit Epozdemîr bi dilgermî pêswaziya sandeyê kirin.
Birêz Kejal Derwês di derbarê kar û xebatên Navenda Revenda Kurd li derve agahî dan û bal kisand ser girîngiya kar û xebatên li dîsaporayê.
Birêz Kejal Derwês, li ser yekdengî û hevkarîya li dîasporayê çend pêsniyar kirin.
Zana Sezen, pistgiriya xwe ya ji bo Navenda Revenda Kurd dupat kir û pîrozbahî li mîvanan kir.
Ji pistî dan û standineke dilgermî birêz Kejal Derwês û sandeya Navenda Revenda Kurd, bi hêvîya tevxebateke bi rêz û pêk xatir xwestin.
Nivîsîngeha Çapemenîyê ya HAK-PARê
Dengê Kurdistan