Seredana HAK-PARê ji bo Serokê Parlamena Tirkiyê

Ji bo çapemenî û raya gistî
Seredana HAK-PARê ji bo Serokê Parlamena Tirkiyê
Heyeteke HAK-PARê 4ê Çileyê Pêsîn, roja Çarsemê, saet 16.30 da li Parlamena Tirkiyê Serokê Parlamenê Cemîl Çiçek ziyaret kir û middeteki bi hevra rûnistin. Di heyeta HAK-PARê da digel Serokê Gistî Kemal Burkay, Cîgirên Serokê Gistî Fehmî Demir, Resît Delî, Ayse Çelîk û Derwîs Korkmaz jî hebûn.
Burkay û hevalên xwe bi birêz Cemîl Çîçek ra li ser mesa xwe ya dawî axivîn, ku bi navê ‘Mesa Azadî û Asitiyê’ di dawiya Çiriya Pêsîn û destpêka Çiriya Pasîn da çêbû, 9 roj ajot û gera wan ji 14 bajaran derbaz bû. Heyeta HAK-PARê her usa jî, nameyek da Serokê Parlamenê ku tê da pêsniyar û daxwazên HAK-PARê hatibûn nivîsandin ji bo serkevtina pêvajoya ‘Çareserî û Asitiyê’, ji bo çareseriya pirsa Kurd û pirsa Elewîyan û ji bo pêkhatina demokratiyeke rasteqîn li Tirkiyê çi lazim e bê kirin.
Hevdîtin bi germayî derbaz bû. Heyetê him li ser guhartina Zagonê him jî li ser hin pirsên rojene bi Serokê Parlamenê Birêz Cemil Çiçek ra sohbet kirin.
HAK-PAR, Buroya Çapemeniyê
5ê Çileyê Pêsîn
Têbinî: Digel Nameya HAK-PARê ji bo çareserî, asitî û demokratiyê.
Dengê Kurdistan