SEREDANA SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ LI FRANSÊ

W.LICÎ/Paris
Bi vexwendina fermî ya Komara Fransê, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan BARZANÎ roja 10ê Tîrmeha 2019an, seredana serokê Fransê Emmanuel MACRON li koska Elyséeyê kir.
Hevdîtin li gor daxwîyanîyên sandeya herêma Kurdistanê pir bi erênî derbas bûne û di vê seredana fermî da, dewleta Fransê pistgirîya xwe bo herêma Kurdistanê dîyar kirîye.
Roja 12ê Tîrmeha 2019an jî, pêswazîyeka germ li li nûnerayetîya herêma Kurdistanê li Parîsê hat organîzekirin. Bi vexwendina nûnerayetîya herêma Kurdistanê li Fransê, Kurdistanîyên ku li Fransê dijîn, besdarê resepsyonekê bûn ku jibo Nêçîrvan BARZANÎ hatibû amadekirin.
Di vê bernameyê da serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan BARZANÎ li mêvanan silav kir, di warê seredanê da hin agahî dan. Wî got, hevdîtinên wan bi serokê Fransê E.Macron ra gelekî bas derbasbûne, spasîyên xwe ji dewleta Fransê ra pêskês kir ku pistî referandûmê jî, wê pistgirîya gelê Kurdistanê kirîye.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi dilnizmî bi hemî besdaran ra peyivî û bi xweshalî, guhdarîya fikrên wan kir.
Hêja Zîya ACAR û nûnerê komîteya HAK-PAR li Fransê M. Alî AKAGUNDUZ jî tevlî resepsyonê bûn û xerhatina serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan BARZANÎ kirin.
Dengê Kurdistan