Seredanîye Cem Özdemir li Avahîya Kurdistan

Hevseroka Partîya Kesk Cem Özdemîr û xebatkarên wî Taylan Yildiz, di roja 03.12.2015an da li bajarê Berlînê, seredanîyek li Navenda KOMKAR kirin.
Bi navê KOMKAR-Navend, Serokê Gistî Rohat Geran, bi navê Komîta Rêvabir ya Komkar-Berlîn Medîha Lîndner û berpirsîyarê besa sîyasî ya Komkar-Berlîn Hetav Tek pêsevazîya mêvanan kirin. Her weha karmendên KOMKAR-Berlîn û KOMCIWAN yên ku li Avahîya-Kurdistan kar dikin, di ve civînê da besdar bûn.
Wek ji alîyê bîrûrayê gistî bas tê zanîn, ku pêvendîyek bas di navbera Cem Özdemîr û KOMKAR bi salan e birêve diçe.
Serokê KOMKARê Rohat Geran, di axaftina xwe da spasîya xwe ji bo Özdemîr anî zimên û da zanîn ku, Özdemîr dosteke rasteqîn e jibo tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd. Geran pesnên hewildanên Özdemîr da, ku ew bi tevgera xwe ji bo avakirina Basûrê Kurdistanê hukma Almanya çalak kir.
Geran axaftina xwe bi wî awayî berdewam kir: ‘Divê Yekitîya Ewrupa civînek wek yê bi Tirkîyê ra, bi hukumeta Basurê Kurdistanê ra jî pêk bîne. Ji ber ku îro li Basûre Kurdistanê dora 1,5 koçber dijîn. Da ku bikaribin li heremê aramî pêk bê, pêwîstîya herema Kurdistanê alîkarîya aborî heye.’
Özdemîr gotinên Rohat Geran pejirand û anî ziman ku hevcedarîya penaber û koçberên ku li Basûrê Kurdistanê sitar bûne, bi alîkarîyê heye. Berî her hemûyan Kurdên Êzîdî.
Özdemîr axaftina xwe wusa berdewam kir: ‘Divê hukma Almanya li ser sîyaseta xwe ya bi Surîyê ra bifikire û di pêserojê da danûstendin li gel Hafiz Esad neke. Rexneyên min li ser sîyaseta Almanya bi Tirkîyê ra heye. Divê Almanya, di danûstendina xwe li gel Tirkîyê, pîvanên Ewrupa li ber çavan bigre.’
Rohat Geran ji Cem Özdemîr daxwaz kir, ku pênasîya Kurdan lî Almanya bi awayekî fermî bê naskirin. Bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî, Dimîlî) perwerde, her weha bi zimanê Kurdî dokumentên resmî bên wesandin.
Ber bi dawîyê, besdarên civîne li ser rewsa Tirkîyê û Basûrê Kurdistan nîqas kirin û dilxwesîya xwe ji bo civînê anîn ziman.
Özdemîr, hevdîtîna xwe bi kevnesekreterê KOMKAR-Navend, Beko Saydam ra anî ziman.
KOMKAR, pirtuka dîrokî ya Ehmedê Xanî ‘Mem û Zîn’ û ala KOMKAR dîyarîya Özdemîr kir.
Dengê Kurdistan